Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Bo kes û rêxistinên endamên KNKyê û hemû kes û dezgehên neteweyî
Hevalên hêja,

 


KNKyê biriyara kampanya zimanê kurdî wergirtiye. Di çarçoveya vê kampanyayê de biryar hatiye dan ku di 12ê tebaxê de kombûneke fireh digel kes û dezgehên neteweyî bête kirin ku însîyatîv û praktîkeke hevrayî bête organîzekirin. Detayên kombûnê li gorî rojevê dê di kombûnê de bêne gotûbêj û riberzkirin û encameke konkret dê bête derxistin. Hûn bi vê nameyê ve têne vexwandin bo vê kombûnê. KNK hêvî û tika dike ku dezgehên ku hatine vexwandin, berpirsiyar û nûnêrên xwe bi hazirî rêbikin vê kombûnê. KNK dê rojevê pêşniyar bike, belêm divêt ji alîyê we ve bête zanîn ku di kombûnê de li gorî dîtin û pêşniyarên beşdaran jî dê formê dawiyê bête dan.
KNK di demeke gelek kurt de, li hêvîya bersiva we ye.

Digel silavên dostane.

KNK
[Komisyona Ziman û Perwerdeyê]
Dem: 12 Tebax 2006
Demjimer: 10 h 00
Cih: Komele koln
Belcika kon-kurd tlf 003226479953
Almanya Nizametin Toguç 0049.1628087145


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE