HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Sîrwanê Hecî Berko, çanda muxbirtiyê, bêbextî û rêsandina werîsê derewan

 rojava.net 27.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Ferhad Ehmê

Bi lez, bi kîn û bi dijminatiyeke jehrewî ji kûrahiya zikreşiya xwe, Sîrwanê Hecî Berko kêlîk bi kêlîk, sanî bi sanî û henas bi henas derbasî rojava.netê dibe, çep û rast çavên xwe li projeya nûçeyekê, bêbextiyekê, riswakirinekê digerîne. Pir bi lez û bez, Sîrwanê Hecî Berko wêneyê kenê xwe yê xav, kelê, sext û sihirbazane amade dike.. Ma çi ji vê xweştir heye? Dê îro jî, ji bo cara hezarî, wêneyê min, ez S.H. Berko, di malpera min belav bibe..

Dê derewrêsê me niha hinekî din bi ser werîsê jiyana xwe ya derewîn de birêse.. Pir kêfxweş e, çima na. Va wî nas kiriye kî rojava.net birêve dibe.. Dê çawa şa nebe û wî niha coyek nû bo herikîna zimanê xwe yê jehrînî dîtiye.. Niha di vê kêlîkê de S. H. Berko naskir ku Reşîd Hiso çû Dubeyê. Ha ji xwe hebin, ew dê kêlîkeke din nas bike, bê hûn gava xwe berbi ku ve tavêjin. Lê nepirsin çima û çilo? Ew rojamevan e, ew îşê xwe baş dizane..

De ka em derewa S. H. Berko ya herî dawî - biborin, dibe ku niha, li cihekî ji cihên Xwedê, dereweke dî, dilopeke dî ji jehra xwe rijandibe- veçirin..

-
(Li gorî agahiyên ku min bi dest xistin, du kesên bingehîn malpera "Hevgirtina Rewşenbîran" amade dikin: helbestvan Ehmedê Huseynî û hunermendê şêwekar Reşîd Hiso.)* : Weleh te pir xwe êşandiye û te (agahiyên) pir  giring bo xwe bi dest xistine.. Diyare rojava.net bûye sawîr û kabûsa rojnamevanê me yê derewbaz û canbaz, ne xew, ne xwarin, ne xwendin. virde û wirde diçe û tê, Xwedê zane çi kiriye û çi nekiriye ta ev (agahiyên) ku bo parastina neteweya kurd pir giring in, bi dest xistine. Rastî: Desteya birêvebir a rojava.netê ji tu kesî ne veşartî ye û her kes jî dikare navê endamên vê desteyê di malperê bi xwe de bixwîne..

-(Herweha agahî ji min re hatin, ku ev demek e ku hunermend Reşîd Hiso ji bo serdanekê çûye Dubey.): Dîsa agahî tên.. yek li pey yekê dinuqutin gola kîna reş a di dil û hinavên Sîrwanê Hecî Berko de. Û ji ber ku cîhana wî reş e, ew ê her hewil bide perdeya reş a derewên xwe û (agahiyên) xwe yên bingehderewîn bi ser me de vegire. Rastî: Şêwekar Reşîd Hiso li mala xwe ye û neçûye Dubey. Lê em ê vê carê bi xêra xwe- çendîn ku qet xêr li derewîn û bêbextan narin jî- agahiyeke rast ji S. H. Berko re eşkere bikin: Hunermend Reşîd Hiso dê hefteya bê bo karê xwe ê hunerî diçe Dubeyê. Tu dikarî vê yekê jî ji xwe re bikî nûçeyek û di cihê herî serekî di malpera xwe de belav bike..

- (Wilo dixuye ku bandora xebata Malpera Amûdê li ser amadekarên malpera HRKRD ewqasî mezin e, ku dihêle ku ew xweydan bi wan keve û xebata xwe li gorî nûçeyên wê bimeşînin.): Ez bawer im, gerek e HRKRD xelateke taybet bide S. H. Berko. Bextreşo tevî ku di kongireya damezirandinê de bo endametiya komîteya kargêr nehate hilbijartin jî, lê dîsa jî rêklama herî baş bo vê dezgehê dike. Ji xwe ji bo xatirê HRKRD, lawik dev ji her tiştî berdaye, xwe û malpera xwe xistiye bin xizmeta Hevgirtinê û rojava.netê de. Wî sond xwariye, ku rojê bi kêmanî reklamekê bo wan herdiwan belav bike. Ha ji xwe di vir de xebata amude.com diyar dibe. Ê erê, wî tenê bi vê nûçeya xwe ya dawî re du carî wêneyê xwe guhert, carekê ji hêla çepê ve û carekê ji hêla rastê ve kenê xwe pêşkêşî rêwiyên internetê dike. Dibe wî bihîstibe ku li Hollywoodê vê demê li hin leystikvanên nû digerin.

Bi xwendina têksta wî re, pir bi hêsanî mirov tê dighêje ku mebesta S. H. Berko ji vê nivîsê tenê durustkirina gengaşiyeke bêast û bê wate ye. Ew bi vê yekê tenê aloziyên derûna xwe ya nexweş, mîna ku bi ser rûpelan de verîşe derdixe. Ew pir bi nercisiyeke berz û bilind wê lîstika ku ew baş kare wê bilîze, leystika keysperestî, fitnetî û ezezîtiya kûr mîna binê deryayan, dilîze û ew dê her berdewam jî be di vê lîstikê de, çimkî karîna wî ji tu tiştekî bilî vê yekê re tune ye. Ew ji bilî ava girik nikare tiştekî din pêşkêş bike.


Bersivdana S. H. Berko, eger bi bêhemdî û pêdivî be jî, xwedaxistina ber bi têgihiştina wî a seqet û asta wî a nizim ji danustandin re ye. Lê mirov pir caran na
çar dibe ji bêbext û keysperestan re bibêje, ku ew bêbext û keysperest in.

Şîretek min bo Sîrwanê Hecî Berko: Pir eşkere ye ku kîna te bi HRKRD û rojava.netê re dê bibe sedema krîzekê bo te, îca şîreta min bo te ew e, ku berî ku tu di xew ve biçî, navnîşana nexweşxaneya dînan ser kaxezekê binvîse û deyne ber serê xwe, da eger bû û krîz di xew de hate te, dê û bavê te bizanibin te bibin kuderê.


_____________________________________________________

* Xêzên di navbera du ( ) de, nimûne ne ji nutirîn raporta derewan a S. H. Berko ku di bin sernivîsa “Gelo rewşenbîr in an zarok in?“ di amude.com de belav kiribû.

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE