tariqhemo@hotmail.com
Ji bo têkbirina heremê û ferzkirina
egindeyên xwe li ser hemû derdorên demokrat
û lebral, dewletên Iran, Sûriyê û Tirkiyê di
nava hewledanên cidî û bê navber de ne.
Em ji Iranê dest pê bikin. Dewleta Meleyan
ya ku ev 28 sal terorê derheqa gelên Iranê
de dike, niha dixwaze desthilatdariya xwe
berfireh bike û tevahiya herema rojhilata
navîn û kendava farisî bigre dest xwe. Ji bo
reyaletekirina vê armancê ew grûb û "hêzên"
xwe saz dike. Çi li Iraq û çi li Lubnan û û
çi li Filistîn û Şamê, mele li her deverê di
nava tevgerê de ne. Ew bi milyarên dolar
partî û dewletan bi çek dikin û ji bo
bikaranînê li dijî DYA û Rojava amede dikin.
Tevgera Hizbulahê ya Lubnanê, ku tevahiya
jiyana siyasî li vî welatî xetimandî ye û
her çend meh yekî ji simbolên tevgera
reformxwaz û demokrat ya 14 Adarê teror
dike, her ji bo xizmeta Iranê amede ye.
Hesen Nesrulah Serokê Hizbulahê mirîdê Elî
Xamnaî ye. Li gorî "welayet El-faqîh"
Hizbulah wek tevgerek olî idyolojiya xwe ji
Xamnaî digre. Ew ji bo pêkanîna her biryarek
ku ji Tehranê derdiçe, amede ye.
Li aliyê din tevgera Hemas heye. Hemasa ku
dorûber lê hatiye girtin û hemû şêweyên
alîkariya aborî li ser hatye birîn, xwe
sipart Iranê. Ji bo Hemas ya ku
desthilatdariya Filistînê girt dest xwe
karibe "dewletê" bi rê ve bibe û maaşê
600,000 mamorî bide, bi qasî 250 milyon
dolar ji meleyên Tehranê wergirt.
Niha jî hesab hat pirsîn. Tehranê xwest ku
Hemas rabe ser piyan û cih li hevkarê DYA û
Rojava Mahmûd Abas teng bike û hêzên wî ji
Xezayê derbixe. Ev yek wek ku Tehran dixwest,
pêk hat.
Hevkarê 3 yem û herî mezin û girîng yê Iranê
rejîma Şamê ye. Beşar Essed tam pişta xwe
daye Tehranê. Ew niha ji Dadgeha Navnetewî
ya ji bo darezandina kujêren Serokwezîrê
Lubnanê yê berê Refîq Herîrî hatiye sazkirin,
ditirs e. Ew weha guman dike, ku dadgeh dê
di dawiyê de wî mîna sûcdarê sereke bi lêv
bike. Ji ber hindê wî berê jî gotbû:"ezê
tevahiya herema di navbera deriya sipî û ya
reş de bişewitînim, eger ez mîna sûcdar
werim bi nav kirin". Ji bilî vê yekê jî,
Essed Hemas û Hizbulahê birêve dibe. Ew rola
wekîlê Tehranê dilîze û li pêşiya pîlanên
DYA û welatên ereb yên hevalbendên wê mîna
Saûdî Arabistan û Misir û Urdunê, wek
astengek mezin xwe dide pêş…
Jixwe em ji bîr nekin, ku Şam û Tehran Iraq
xire xerabe kirine. Bi riya destekdayina
hêzên terorist û hin aliyên iraqî yên
dijberî prosesa demokrat, Essed û meleyên
Iranê iraq anîne vê rewşa heye. Bi riya
kesên mîna Muqteda El-Sedir û hêzên sunî Şam
û Tehran ev tevliheviya han peyda kirin.
Armanc jî ew e, ku Iraqek aram, federal û bi
hêz ranebe ser piyan û Washington di pîlana
xwe ya "Rojhilata Navîn ya Mezin" bi ser
nekev.
Dewleta Tirk jî di vê lîstikê de rola xwe
heye. Tirk heya niha bi Sûriyê û Iranê re di
nava têkilyê de ne. ji bo pêşiyê li kurdan
bigre, dewleta tirkan eşkere berevaniya
helwesta Şam û Tehranê dike. Ew derbarê
rewşa Iraqê û pirsgrêka kurd de bi Sûriyê û
Iranê re ye. Bi wan re xwedî heman nerîn e.
ji ber hindê hemû dijberên prosesa siyasî ya
li Iraqê xwe li Enqerayê digrin. Bi taybet
jî hêzên sunî û derdorên rêxistinên çekdar
yên islama tundrû.
Iran, Sûriyê û Şam ketine heman posisyonê li
himberî hêzên demokrat û projeyê DYA yê. Ew
naxwazin tu pêşveçûn li heremê peyda bibe.
Dixwazin herem weha girtî bimîne. Ji ber
hindê pêwîst e DYA û hêzên Rojava helwestek
xurt li himberî van her 3 rejîman bide. Şam
dadgeha Herîrî jê re hatiye damezrandin û
Iran, Konseya Ewlekariya Netewî xwe daye
bendê. Dibe ku derbeyek eskerî jî di çend
mehên pêş de bixwe.
Lê gelo ji bo Tirkiyê û desttêwerdanên wê çi
hatiye pîlankirin?.