Ez bi xwe ji bersivan hez nakm, belê ez rêzê
li pirsyaran digirim, çunkî pirsyar gumanê
li cem min diafirînin û guman rêka herî kurt
û rasteqîne ye ber bi rastiyê. Bersivên reha,
mirovan ber bi baweriyek reha dibin û di
felsefeyê de dibêjin: "Baweriya reha zindan
e, mirov bi destê xwe bo xwe ava dike".
Ji bo rasteqîniyê, hindek pirsyarên gumandar
pêwîst in, neku bersiv, çunkî her bersivek
dikare bi awayekê ji awayan, bibe pirsyarek
din.
“ Pirsyar li tengaviyan peyda dibin, belê
bersiv li berfirehiyan “ .
Xuya ye jî ku ev serdem e serdemê tengaviyan
e.
Ez dixwazim hindek mînakên sade derbarê
tengavî û berfirehiyan bihînim:
Meseleya qeyranê; bo nimûne heger “xaz,
panzîn û kareb” bi awayekê normal hebin, êdî
kes pirsyara van hersê pêdawîstan nake, ji
ber ku hebûna wan bi xwe bersiv e.
Lê, dûrî qeyrana “Xaz , panzîn û karebê”,
erê çu qeyiranên din li Kurdistanê tune ne?
Bi nêrîna min qeyranên din jî hene her wek
qeyrana ronakbîriyê û ji ber ku heye, lewra
mafê me heye ku em hindek pirsyaran araste
bikin. Nêzîkî panzdehـ salan e, qeyrana
ronakbîrî li Kurdistanê heye, belê çima kes
li ser ranaweste, behs nake û pirsyaran
venahûne bi taybet kesên xwedan hizr û qelem?
Heger em bibêjin, ku kesê ronakbîr çênabe
bêdeng û bê helwîst bimîne, naxwe çima kesên
ronakbîr li nav me “bi kêmî bo pirsên
ronakbîriyê” bêdeng û bê helwîst dimînin?
Heger ronakbîr bin, mafê me heye ku em
pirsyar bikin, belê heger ne ronakbîr bin
bila li min biborin çunkî ev peyam e bo wan
kesan e yên ku wek ronakbîr xwe dibînin.
Bêdengî ne tenê bêçarebûn e, belê pesend û
handane jî heger ku pirsgirêkê pêdivî bi
dengî hebe. Wesa diyar e ku ronakbîrê me
tenê li demê dengdanê dengek heye Ev
derbirînên biçûk ziyanê digehînin têgeh û
pêkhateyê ronakbîriyê û heta radeyekê
danasîna îdyomê jî aloz dibe, lewra jî ez
pirsyar dikim: kesê ronakbîr kî ye?
Hindek dibêjin: “Kesê ronakbîr ew e yê ku
hindekê ji her tiştî bizane, yan yê ku
bêhtir pêzanîn hebin ‘‘, ez bi xwe bawer
dikim ku ev danasîna klasîkî kêm û seqet e.
Gelo ew kesê ku hizr, pirensîp, buha û
baweriyek saz hebe û bikare hemûyan pêk ve
ji bo avakirin û afirandinê fanksiyon bike
dikare wek ronakbîr bihê naskirin? Kesê ku
beşdariyê di çêkirina hizra xelkekê de bike,
ji bo tenahî û rêkxistina civak û serdemê
xwe kar dike, ronakbîr e an na? Kesê ku ji
sîha xwe ne tirse, bi cegerdarî dengê xwe
bigehîne, rastiyê bibêje, bi kesayetiya xwe
bibe teyorîzeker û berhemdar, ew kes
ronakbîr e an na? Kesê ku bişê bi azadiyane
derbirînê ji bûnewerî û trajîdiya xwe û
kesên bêkes bike, bikare rastiya rasteqîne
rabigehîne piştî ku bîndariya wê dike,
direwan li xwe û çu kes din neke, bikare bi
zimanek rewan li gor ziman û kultûr û
edebiyata neteweya xwe û ya mirovahiyê
însiyatîvê peyirew bike, ew kes dibe
ronakbîr an na? Kesê ku berjewendiya giştî
biparêze, xwe rabigire û pêgiriyê bi
pirensîp û akarên ronakbîriyê bike,
alternatîvan bo pirsgirêkan bibîne,
beşdariyê di gunehan de neke, rewşa kambax
saz bike, hizra xwe wek pêdivî vebiguhêze bê
ku ziyanê bigehîne evan hersê pêkhateyan
’’xwe, hizra xwe û civakê xwe ‘‘, ew kes
ronakbîr e an na? Kesê ku bi ast, ezmûn û
teyoriyên xwe li gor pêdiviya serdemî û
dîrokê be, hizra xwe xweser bihêle û wek
pêdivî li demên pêdivî ji bo karên pîdivî bi
kar bihîne, xwedan felsefe û pirspektîvên
beraqil be, peywendî li gel dem, cih, bûyer
û guhorînan hebe, ne tenê giringiya hebûna
zanîn û epstmolojiyê bizane belê mifayî jê
werbigire û mifayî bigehîne xelkek din, ew
kes heta kîjan radeyê nêzîkî danasîna
ronakbîr dibe? Kesê ku bikare li demê
tengaviyan pirsyaran çêbike, bi alavên xwe
yên taybet diyardeyên nerênî di civakê xwe
de analîz bike ji bo ku kêm bibin, nemîne li
bendî delîveyan belê ew bi xwe delîveyan
peyda bike, di qûnaxên guhorînê de rolê xwe
yê erênî û berhemdar diyar bigêre, ew kes
ronakbîr e an na?
* * *
Gelek ronakbîr bi saziya hizrên xwe û
pakîiya bîrdozên xwe û giringiya însiyatîvên
xwe, bûne sembol, ne tenê di dîroka
neteweyên xwe de, belê di dîroka mirovahiyê
tevê de, lê ronakbîrên me bi hindek pirsên
sakar ve mijûl dibin, li hindek dezgehên ku
çu peywendî bi ronakbîriyê ve nebin, bûne
fermanber.
Ew bi xwe normal e, heger mirovê afirîne û
ronakbîr bihê çewsandin, bi taybet li
rojhelata xeybetê, li jêr sîha rijêmên
totalîtarî, belê ne normal e ku ew mirovê
ronakbîr bi destê xwe nasnameya xwe ya
ronakbîriyê bibuhijîne “ asîmla bike” û
ziyanê bigehîne pêkhateyê ronakbîriyê û li
dawiyê kesayetiya wî bibe cihê pirsyar û
lêpirsînê.
* * *
“Ne ecêb e heger dektatorek çekên giran bi
kar bihîne û kujtaran peyda bike, belê ecêb
e ku mirovê ronakbîr ewê kujtarê pîroz bike
çunkî wî demê dawiya cîhanê radigehînit ‘‘ .
Kujtar li bal min ne tenê herkîna rûbarên
sor in, ne tenê agir û dûkêl e, ne tenê
bikarhanîna çekê qedexe ye, nexêr. Belê
kujtar ew e ku to dengê azad di zengelora
xwe de bixendqînî, çavên xwe li ber nûrha
rastiyê biniqînî, wijdana xwe di xwe de
sergûn bikî, beşdariyê di qeyranê de bikî,
buhayên mezin ên gel û neteweya xwe bi gorî
hindek bûyer û derbirînên biçûk û bêwate
bikî pê xemet hindek hêvî û armancên
kesayetî, baweriyê bi tiştekê nehînî belê
newêrî bi aşkerahî rabigehînî, qebhetek
mezin bikî û uzrek mezintir bo xwe bibînî,
xwe bi ronakbîriyê bihînî der belê tu bi xwe
serkêşê gendelî û milkeçiyê bî.
Vêca, heger ku kujtar wesa bin, kî ji me
rojan e ewan kujtaran pîroz nake bê ku
mûyekê ji xwe şaş bike?!
“Kesê ronakbîr ne ewe yê ku alavên berdest
bi kar bihîne, belê ew e yê ku bi alavên xwe
yên taybet cîhanek berdar ji tunehiyê ava
bike” .
Li gor vê boçûnê, erê ronakbîrên me kîjan
alavan bi kar dihînin?
* * *
Weku helwîst, piraniya kesên ku bi kirasê
ronakbîriyê xwe dixemlînin, di bercestekrina
xwe de weha dizanin, ku ew nûxwaz û xwedan
ezmûn û însiyatîv in, hewl didin wek cudahî
di navibera xwe û tevahiyê de biparêzin ji
bo ku bibin xwedan taybetmendî û nasnameyek
taybet, belê ew helwîst bi xwe berguman e ji
ber ku ne li ser bunyatên mukim hatiye
avakirin, her wesa ne pirensîp e, belê tenê
helwîstek lawaz e, berwext e, bi rewşa
kesayetî ve girêdayî ye, angu; rewşa
kesayetî çewa be ew helwîst dê weha be û ev
jî xapandin û birîndarkrina zatê kesî
ronakbîr e.
Piraniya caran ronakbîrî helwîst û biriyar
e. Belê ka helwîst û biryara ronakbîrê me li
beranber pirsên çarenivîsî yên welat û
neteweya xwe? Dibe ku ew pirs barek giran
be, lewra ezê hewl bidim barê wan sivik
bikim û pirsyar bikim: ka helwîst û biryara
ronakbîrên me derbarê hindek ji pirsên
sosyolojî, behsê xeberê:
1. Pirsa ol û baweriyê ku roj bo rojê bizava
îslama siyasî li piraniya deverên rojhelatê
berbelav dibe û tevavek pirsyaran li nik
xelkê peyda dibe, bo nimûne: xelk êdî nizane
ka “Bin ladin û kesên serbir” bawermend in,
yan jî gelek ji pîremêrên ku li ber dîwarên
mizgeftan xwe bi damanê û sêberkê mijûl
dikin heta ku mela bang bide û herin nivêjê?
2. Pirsa mafê jinan, ku roj bo rojê qeyran
bêhtir e, rêjeya xwekujtin û xweşewitandina
jinan zêde dibe û her rûdan û ezmûneka hebe
jî eger û hokarên xwe hene, belê ka xwandin
û helwîstên ronakbîriyê? Erê ji blî sedemên
viyan û hezkirin û bersivdana pirsyarên
fîsyolojî, ma hindek sedemên din hene? Çima
jina kurd kêmçar e dimîne?
3. Pirsa azadî û xwederbirînê û pêdiviyên
mirovî yên sade û sakar, mafê mirovî heye
rahînana hez û arezûyên xwe bike, belê kengî
û li kur?
4. Pirsa hejarî û bêkariyê û van zarokên ku
li ser qeraxên cadeyên me, li koserên
fermangeh û mizgeftên me, li ber qentereyên
barega û vileyên me, parsekiyê dikin û gelek
din jî li ber sitûnên trafîklaytan û tekerên
trombêlan hûr û mûran difiroşin, erê kî
hizrekê bo dahatûyê wan zarokan dike?
5. Pirsa hoz û malbatê, aniha jî axayek
dikare wê bike ya ku ronakbîrê me nikare
bike. Çima? Gelo, ma qey li serdemê “Suqrat,
Plato û Can Cak Roso û hevbîrên wan jî axa
tune bûn?
6. Pirsa kuçberiyê, piştî borîna panzdeh
salan hêj xelkek qesta derveyî Kurdistanê
dike, bawer nake kengî dê li pişt sînoran
bikeve da ku çend kevran li dûv xwe bihavêje,
wek ku ew dibêjin: “ Ji evê qîrê xelas bibin!”.
Û gelek pirsên din hêvîdar im xwandevanê
hêja hizra xwe tê de bike.
Hindek kes bawer dikin, ku ronakbîr li
Ewrupa ne wesa ye; çunkî rewşa civakî û
kesayetî ji hemû aliyan ve rewşek baş û
tenah e û dibêjin heger rewşa wan weku ya me
ba, ew jî da lawaz û bê helwîst bin. Bi
nêrîna min ev e hevberkrinek xelet e çunkî
ne tenê Ewrupa belê hemû cîhan di qûnaxên
cuda cuda re derbaz bûye û gelek bi çavê
serê xwe dîtiye. Nimûne li ser evê çendê,
helbestivanê firensî “ Izîdor Dokas yê
naskrî bi Loteryamon “ berî sedan salan li
xwe mikur hat û bi êk dîwanê “Sirodên
Maldororo” rastiya civakê firensî li ew î
demî nîşa cîhanê da, bi alavên xwe yên
epstmî, wî helbestivan î şiya helbestek nû
pêşkêşî gelê firensî û hemû gelên cîhanê
bike, ew bû paşî weku mamostayê soryalîzmê
hat hilbijartin, ango piştî mirna wî bi
çendîn salan. Her wesa, helbestvanê din ê
firensî “ Arthur Rimbaud” ku bi helbestvanê
tirajîdiya firensî dihê naskrin û bandora
xwe li ser nifşên firensî heye, heta noke
zimanzan û rexnegirên firensî, dikin û nakin,
nikarin yek xeletiya ziman û rêzimanî li ser
wî bigirin çunkî xwedan ast û alavên taybet
bû, çunkî jî helbestvan bû. Ast û alav jî bi
kesayetî û pirensîpên kesayetî ve girêdayî
ne, her wesa bi bawerî û hêvîxwaziyan. Gelek
mînakên dî jî ji edebiyatên cîhanî hene, bo
nimûne: Sarter, Mîşîl Fogo û Cak Dirîda, ev
hersê kesên ku bi hizr û bînahiya xwe
berdewam hewl dan cîhaneke yotobiyane bo
mirovahiyê ava bikin. Evro ew bûne miriyên
zindî, belê çend zindiyên mirî di nav me de
hene?
Helwîst helwîstê te ye, biriyar jî biriyara
te ye, ku bibî miriyekê zindî yan jî bibî
zindiyekê mirî.
Ango, rewşa civakî çawa be bila bibe, belê
ew rewş nabe mehane, ku kesê ronakbîr serê
xwe bike nav lingên xwe de, yan nefretan li
tariyê bihîne, yan xwe bide bi garana
gendelkaran re. Guneh e ku kesê ronakbîr
weha bike û guneha mezntir ew e demê ku
kesek mehaneyan bo wî çêbike yan
mihderivaniyê bo bike.
Gelek kes dibêjin: em jî evê hemûyê dizanin,
berê em jî pak û xwedan heman hêz û helwîst
bûn û… htd.
Mixabin, kesê ku xwe bi “ronakbîr” li qelem
bide wê çendê rabigehîne. Kesê siyasetmedar
yan bazirgan dikare weha bibêje, ji ber ku
siyaset û bazirganî terazî ye, belê
ronakbîrî buha û pirensîp û xwegorîkrine. Ez
dibêjim ew helwîst e, ne pirensîpe, ku dem
bo demî mirov diguhore, belê buha û pirensîp
nahêne guhorîn, nahên jibîrkrin. Buha û
pirensîp li nik mirovî, yan nînin, yan jî
heger hebin pêdivî ye heta heta bimînin
çunkî bê wan buha û pirensîpan mirov “nemaz
e ronakbîr”ne mirov e .
Dîrok dadgehe, lewra jî ez dibêjim; dem demê
lixwegeriyanê ye, ku her kes li nasnameya
xwe ya kesayetî û tevahî bigere, erk û mafên
xwe bipîve, peyama xwe weku şahd binivîse,
çêtir e ku paşî weku gunehkar wê peyamê
bixwîne.
Pirsyar: trajîdiya me weku kurd ji trajîdiya
neteweyên din li vê cîhanê ne kêmtir e, belê
çima ronakbîrê me ji ronakbîrê wan kêmtir
e?!