Helbestên:Yusif Ebid El-ezîz (
Felestîn)
Wergerandina: Xelat Ehmed
Malek li ser ava baranê
Wek pirtika balindeyekî bi ser dikeve
Li pişt wê, textê ewran
Malek ji çîçikên kevokan re
Malek ji ruvî û kêvroşkan re
Û xifşexezalan
Malek ji dapîra me dara kinînê re.
Malek ji cîrana me ya zirav şitla leymûnê re
Ji min re got : spêdeya te bi xêr be
û pêre ba li hev herbilî
Malek ji zaroka behîvê ya şermokî re
çaxê barana zivistanê neqûşkan li dêmên wê dide
Malek ji biya axê re
Mar a belek
Malek, ez berî bist salan jê derketim
çaxê şer
Hinga min xatir jê xwest û ez çûm
Lê wê di pey me re dûrbûn ajot
Heya " ERÎHA "
Pêxwas ta bi pirê reviya
û vegeriya……
Bê xew
Ji heftê salan ve
Ez baş nenivistime
Her şev min pencera xwe vedikir
û li rêya mezin dinêrî
Li cihê diza…..
Rawestay bûn ji bo talankirina mala min
Nuha, min sê jin hene
û bîst zarok
Tev bi min re şiyar dimînin
benedewarê diza........
Wêne ya helbestvan
Kî îşev di kursiyê min de rûniştiye
û ji gêrê re nişan daye ku bitebite
Ji agir re
Ku vî kirasê pembû li xwe bike
ê sipî
Kî destê xwe ji xanimê re hejand
Jêre nîşan da ku çavên xwe bigire
da min Bibîne
bilûrek e şikestî li qeraxên zemîn
û tawisekî ji tozê !?