rojava@rojava.net
 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Dergeh

 rojava.net 25.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hebestên: Ednan El-sayix

( Iraq )


wergerandina:Xelat Ehmed

Ez li dergehekî didim
Divekim
Derbas dibim
Ji deriyek din pêve nabînim
Ey yezdan
Ma çend derî min ji min diveqetînin!?

Posta bumban
dêmek tu tê nagihî !
Peyayek im di pirtûkekê de
Dê pora te vê sibehê di avahiya rojnameyê re derbas bibe
Dê min ji gêjbûna helbestê mijûl bike
Di vekirina gumlek re di gêra te de dipûnijim
Û li ser kaxezan di gêra xwe de
Bihna te wê min derbas bike
Dê min bibe movikên laşê te
Yan jî movikiên xemgîniya min
Kî wê vê sibha reht berhev bike
Piyalên me sar in, mîna hevalîniyê
Şer rojên me dicû
Û ez bendewarê poşmaniyê me
nuha rûpelê bughere
Stêra te bi miriyan mijûl e
Stêra min tije balefirên
.............................
............................
Eger tenê tu tê bigihiştayî
Çawa şer min di guleyekê de lod dike
Û di bajaran de belav dike
nuha rûpelê bughere
dem tune
Va bumbe
Hevalan li xwe dabeş dikin
.........
Berf
Berf dibare
Li dilê min dibare
Di kolanên serê salê de
Û ez bi tenê me
Bi tevahiya yên serwinda dorpêç kirî me .





 

 


 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE