|
Li başûrê Kurdistanê li ser zaravayên soranî û
behdînî (kurmancî) guftûgoyek heye. Li vir li
cem me jî di vî warî de hin heval xusûsen bi
dabaşê dilebikin. Ez jî êdî neçar mam li ser
binivsînim. Bi qasî ku haya me jê heye û dîsa ji
nûçeyên di malperan de têne weşandin, em dizanin
ku li başûrê Kurdistanê zaravayê Soranî weke
zimanê kurdî yê fermî yê xwendin û nivîsandina
li dibistanê tê qebûlkirin.
Beriya her tiştî divê ez vekirî bibêjim ku fikra
zimanekî kurdî yê yekgirtî ji mejî û têgihiştina
dewletên serdest tê. Mîna dewletên Kurdistan bi
sed salane dagirkirine çawa dibêjin; yek ziman,
yek welat û yek dewlet, em niha kurd jî heman
tiştî dibêjin. Gelo bi rastî hewcedariya Kurdan
bi zimanekî yekgirtî heye? Bi qasî ku ez didim
ber hev û diwezinînim, pêwîstiya Kurdan bi vê
yekê nîne. Jixwe rewşa Kurdan a dîrokî û rewşa
wan a civakî vê yekê pirr eşkere li ber çavan
radixîne. Hewcedariya serdestan dibe ku bi vê
yekê hebe, lê ya gelê kurd pê nîn e.
Li başûrê Kurdistanê guftûgoyên di vî warî de
mirov ji du aliyan ve dikare bigire dest. Yek jê
ji ber tesîra têgihiştina serdestan e, û ya din
jî bandora dewleta Tirk li ser meseleyê ye. Ez
bi xala ku min dawiyê destnîşankirî dewam bikim.
Dewleta tirk ji roja hat damezrandin heta niha
di tevahiya pirsgirêka kurd de xwedî gotin bû û
li her parçeyê Kurdistanê li ber pêşketina kurdî
bû asteng. Belge û wesîqe hene ku dema rejîma
Beas di televîzyona Kerkûkê de destûra weşanê bi
zimanê kurdî da, dewleta tirk bi şertê zaravayê
soranî tenê weşanê bike, erê kir. Dewleta tirk
ji rayedarên wê demê re dibêje; 'Eger kurdên
kurmancîaxêv pêş bikevin, kurdên li nava sînorên
min jî bi heman zaravayî dipeyivin û ew ê
bikevin bin bandorê.'
Eger em kurd bi rastî dixwazin weke mirovan
bijîn, divê em xwe ji têgihiştinên dewletên
serdest ên ku em ji wan gazinan dikin, xwe bişon
û karibin bi têgihiştinên hemdem rabin. Beriya
her tiştî divê kurd ji her kesî zêdetir ji
demokasiyê û hêza wê bawer bikin. Di vê
çarçoveyê de divê li ser erdnîgariya Kurdistanê
her ziman û zarava karibe xwe bi awayekî fermî
îfade bike, pêşde bibe û di her warî de bi kar
bîne. Nabe ku ya serdestan li me kirî em niha
rabin li hev du bikin. Nabe ku em li
netewperestiyên Tirk, Ereb û Faris ên ku em
gazinan ji wan dikin, îcar a kurd jî lê zêde
bikin. Nabe nabe, wilo nabe. De îcar meseleyek
hat bîra min, ez nebêjim ez nakim der. Li
Mêrdînê li gundekî em navê gund nebêjin. Du bira
baş li hev didin û serî li hevdu dipelixînin.
Îcar birayê zêde lêdan xwariye xwe amade dike
biçe qereqolê giliyê birayê xwe bike. Bang li
pîreka xwe dike û dibêje; 'Keçê satila mast
hazir bike, ez ê biçim qereqolê û ji wî segbavî
re bibêje bila xwe bide alî' Jinika feqîr li
zilamê xwe temaşe dike heyr dimîne û dibêje; 'Erê
mêro, madem wilo ye, neçe.' Zilam dike ufîn û
kufîn û dibêje; 'Keçê ma ne nabe, nabe nabe,
divê ez biçim.'
Mixabin, me ji van serdestan gelek finasên genî
girtin. Em wer bawer dikin ku ji van riyan
zêdetir riyên din nînin. Ya rastî wiha nîn e.
Gelek rê û rêbaz hene, em pirr xweş û baş pê
karibin rabin, bidin û bistînin û bijîn. Bi qasî
ku ez ji zarava û devokên kurdî fêhm dikim, ew
çend zêde pirsgirêka wan a li hevdu serwextbûnê
nîne. Pirsgirêk ew e, li Kurdistanê ji ber ku
azadî nîne, kurd di gelek waran de ji hev dûr
ketine. Beriya sedsala bîstan kurd ji dema niha
zêdetir nêzî hevdubûn. Ji ber ku sînor hînê sist
bûn. Lê niha sînorên dagirkeran bi mayînan,
têlên rêsayî, asîmîlasyon û şerê qirêj di nava
kurdan de danîne, pirsgirêkên kurdan hene.
Birînên kurdan dê bi demokrasî û azadiyê bikewin.
|