|
Barana Qamişlo
Nêrgiz Ismayil
Ewir digrîn...
Dilopên hêsiran dibarin....dibarin
Girêkeke hûrik, bêrîkirina me jî, hûrik dike.
Nizanim, peyv sêwî man, an axa çavên me, şil
maye..?
Canên me, li ser
şahiya vê şeva bûhirî, her dikelîn...?
Çend hozan hilweşiyan...
Xwe li nav dîlana wê şahiyê şewtandin...?
Şahî jî, bi me re digiriya
Û dîwarên girinijînê,
Ji eşqê re, giriyekî bê deng
digriyan.
Û dilên me jî, pala xwe dane çemê veqetînê.
Lêvên me, bendewarên hevdîtinê ne.
Vaye careke din, tu bi rêûrê, dikevî
Û keziyê xwe yê reş
Li nav kovanên me belav dikî.
Û giyanên me jî
Li kêleka siya barana qamişlo dikene.
nergizismayil@hotmail.com
|