|
Gulnar Elî Xezala Metîn
û axînokên heyvê
Tengezar Marînî
 
Di nav xirecira nivîsa dîgîtal de, pir nivîs û
pir nav rojane rûpelên malperan dadigrin, lê kêm
nav hene, ku bala xwêner dikêşin. Berahîka 3
salan, ez li nav malperên kurdî li helbestan bo
xwendinê digeriyam. Di malpera Efrîn.net de, li
hin helbestan rast hatim û min xwendin, di wê
xwendinê de, min bêhna hevokên bi keser û xem û
xerîbiyê kirin. Dîsan penaberî, koçberî, xem, êş,
bêrîkirin, welat û …, hinavê min kelkeland. Min
ji nû ve xwest bizanim nivîserê/a, kî ye. Gulnar
Elî, ev vêca kî ye?. Roj çûn û hatin, serhildana
Qamişlo hat, helbestek di malperekê de helbestên
Gulnar xwendin û di nav wan de, yek li ser
serhildanê bi navê „Wênek ji serhildana Qamişlo“.
Ev helbest, bi dilekî mişt xem, peyvên neherêmî
û wêneyên ciwan û kesergiran, hatibû xemilandin.
Edî di pey re, min dizanîbû li hember
helbestvanekê me, ku baş alavên helbestî bi kar
tîne û jixwebawer e, di vehûnana wan êş û xeman,
dûrî û bêrîkirinê de.
Di sala 2006an de, li Duhok, pirtûka wê ya ku li
çapxaneya Hawarê/Duhok hatibû çapkirin, bi destê
min ket.
Pirtûk helbestî ye, bi navê „ Heyv û Duwazde
heyv“, ji 20 helbestan pêk têt/104 R 21x14.
Her li destpêkê, di diyariya pirtûka helbestî
de, Xanim Gulnar, sînorê bêrîkirin, xerîbî, evîn
û hesertan dighîne asoyên dawî û ew jî ji kok û
reh tête lerizandin.
Bêhtirîn, helbestên wê, duqolî wate ne( Xewn û
rastî/, Ez û Tu/, ken û girî). Her ji helbesta
xwe ya yekem de, barê pirsan, bi ser xwêner de
berdide û wî beşdarî prosesa avakirina buyera
helbestî û ruhê xewnan dike, dema dibêje:
Ev çi xewn e ji rastiyê xweştir? Yan rastî ye,
ji xewnê bihêztir!? Ev çi derman e, kûrbirîn
derkirîn?R.7
Her ji destpêkê, diyar dibe, ku Xanim Gulnar, ji
rûdan, buyer û diyardeyên gerdûnê bi guman û
matmayî ye, lê naxwaze vê bêhtîbûnê bo xwe
bihêle, belê bi xwêner re jî parve bike.
Helbestvana me, di helbesta xwe ya yekem de“
Xewn û rastî“, xwe bo xwêner diyar dike û dide
niyasîn, dema dibêje:
„Xezalek e çiyayî me..“ R.8
Her weha di helbesta dawî de jî, ya bi navê „
Xezal im“, dîsan xwe wek xezalekê dide naskirin:
„ Xezal im, xezal di navbera Metîn û salan dol û
kevirên yelan..“ R.103
Ji ahîn û axînan naweste, qîrînê bêdeng vedihûne
û li derdora war, felek, bêrîkirin, heval û
hogir, dayik û xewnên xwe yên veşartî bi nehînî
digere, bi evînê, gul û agir radike semayê û di
nîvê rêkê de, xwe teslîmî cejna poşmaniyê dike.
Ew tu, an jî yê din, li nik Gulnar, caran welat
e, caran, evîn û xewn e pir caran guman û tirs
e: „ Ez û tu tenê/ li vê dinê/ evînxwazî ji
berbangê“ R. 58
„ ji xwe xerîb im“R.18
Helbestvan Gulnar Elî, hemî tiştî digihîne
biyavên dawî yên asoyan:
„Axînka çavên te, ciwantirîn tîp in di peyvên
min de“R25.
Gulnar bizavê dike, dijraberan di hundurê xewn û
henasan de, li hev bicivîne û bi rewanî, hewes û
tirs, hest û lerzînê, xem, ken û girî geş bike:
„konê reş ji bêxunaviyê xemilî Di dengê
poşmaniya ewrekî de Silavên hûrbaranê bêjivan
zivirîne
….
Dukêl e henasgeha hest bêrî lerzîn bêdengî şahî
xem ken û gi …rî.. ye“ R.50
Ne tenê rewanî û xurrîna peyvan mîna robarê
xabûr û Zê, bilindiya Metîn û Gara, ku di bîr û
hizrên Gulnarê de serî radikin, di semayeke
bêmînak de dilîzin, belê cih û deverên din jî
yên Kurdistanê birîn û qîrînên wê dixemilînin û
li ber wan buyerên diltezîne, bêdeng namîne û
êşên kurdên parçeyên din dibin êş û azarên
helbestvana pirtûka Heyv û duwazde heyv. Amed û
Qamişlo xewnên tazî ne, şevnem dilerize, dîroka
reş tarî dilîz.
Ev pirtûka helbestî ya gulnar, ji hêla wêneyên
helbestî ve, mişt in ji wan wêneyên, ku Gulnar,
pêkol kiriye, bike şêwazê xwe, her weha xwe ji
zimanê herêmî dûr kiriye û bi zimanekî ku
bêhtirîn kurdên heztore û hezxwendin tê digehin,
nivîsiye. Ev bi xwe jî ji wê baweriya wê ye, wek
helbestvaneke kurdistanî, ku êşa kurdan li hemî
kurdan parve dibe.
Di dawî de, hêvîdar im, ku ev nivîskara me
Gulnar Elî, bêhtir serketî be û em jî li ber
mestiya asoyên peyvên wê, piyala xewnên xwe
bilind bikin û bibêjin noş Kurdistan, noş
helbesta kurdî.
|