|
Daxuyaniya dawî ya Kongireya sêyemîn ya
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK
Bi beşdariya endamên hevgirtinê ji gelek welatên
Europa, kongireya sêyemîn ya Hevgirtina
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK di 28 – 30
ê Nîsanê 2007, li bajarê Göteborg yê Swêdî li
dar ket.
Kongire bi kêliyek bêdengiyê li ser giyanê
şehîdan û bi sirûda netewî Ey Reqîb hat vekirin.
Birûskên pîrozbahiyê hatin xwendin û herweha
mêvanên beşdar axaftinên xwe pêşkêşkirin, pişt
re dîwanek ji 3 kesan ji endamên amade ji bo
birêvebiriya kongireyê hat hilbijartin.
Beşdarên kongireyê bi berfirehî li ser rewşa
xebata hevgirtinê rawestiyan û dema derbasbûyî
şîrove û gengeşe kirin. Herweha bi yek dengî hat
pejirandin ku kongireyê sêyemîn di bin navê
Miqdad Midhet Bedirxan de bê lidarxistin. Di
gengeşeya li ser rêbaza hevgirtinê de, hin
guherîn hatin kirin, ji van guherînan ya herî
balkêş guhertina navê hevgirtinê bû ku bû
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK.
Ji biriyarên kongirê yên pêwîst dewamkirina
projeya zimên û xurtkirina têkiliyan bi
rewşenbîr û saziyên kurdî re û bi taybetî yên li
hundirê welêt dimînin. Piştgiriya tevgera çandî
û bihêzkirina xebat û çalakiyên çandî û bi
giranî xebatên li ser zimanê kurdî.
Kongire biriyar da ku bi awayekî simbolî hêja
Hoşeng Osê û Hoşeng Broka bi sedema ked û xebata
wan ya hêja di rojava.net de bên xelatkirin.
Di dawiya kongirê de komîteyek kargêr ji 9 kesan
hat hilbijartin.
Hevgirtina Rewşenbîrên
Rojavayê Kurdistanê HRRK
|