rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 


Bûd û bûd „ Hebûn“
Ji bo bîranîna salvegera şehîdbûna Xewsê Welêt, Şêx Maşûqê Xeznewî

Tengezarê Marînî


Livirbûna te,
tirseke destpêkê ye, ji nişka ve hat,
serrastkirina hawarê ye
dareke daleqandî li sîberên taveheyvê

Mûjde….!
Ba û warcîhana vêkêşayî
Te nizanîbû…
Hilmê dikêşe, devera me, belengaziya valahiyê û ez
Ne dem bû..?!
Li ber bêrîkirinê, suruşt westiyana birîneke kevnar e.
Deng bû..
Ji dûr ve, êşê dibihîst
Bêdengiyê nûçe afirand.

Mirineke biçûk e, piste-piste, hijmartina peyvan.
Li ber dergehê her ferîşteyekê sirûdeke tirsê heye,
di tengêla her bîrhatinekê de rondik ...rondik
Bi kû ve.. berbi bi çi ve …? Ez.. ?!
„ pêk ve balindeyê mirî, ji hinavê giyan im, diwerrivim.“

Li ber sînorên oçaxa te, barê soseretên me ne.
Roj bi kû ve çû? Û sêv..? û ..ez..?
Ji xwelî bo xweliyê hilma me
Ji şev bo şevê
Xewin bo xewinê
Reş bo kaxezê
…………… bawişk

Dara heyhayê û himbêzkirina lawijên te
Sûnda bêrîkirinê
Pêrgîbîna awirên te yên beşdar
Evîna me li ser baskên kavilhiştiyên bi tenê ..
Min jî dixwest ji evînê re kul û derdên xwe birêsim.

Hat..
Verêje li ser derfeşa peyvqelewan
Li hevokên mijgirtî yên wan
Bêhna meyê jê tê û şevînên hîqhîqan.
Ziman zuha ye, jiyan tuj…mirar..zilindar
Bajar xemgîn e
Deng melûl e
Zêmar e govenda azadiyê

Xewrevîniya min,
şevên xatirxwestinan
xwînzuhabûyîyên xwe, dihinartin.
Oqiyanosan di nehwirandina dergehên şîngirêdanên me de,
waneyên xwe ji gopîtkên tolvedanên me revandin.

Dar serê xwe danexistiye
Zarok berbi sirûdên te ve tên
Nêzîkahî li daristanê dikin…
hatin…hatin..hatin
Şev bêdeng e,
şev zelal e,
şevê ji te dixwazin
Girêdanên deqê xwe bi cibeyên xewsên te diperzinênin,
ji navê kelehan jî ava dikin.
Bibîne ka li kû deverê,
li ser çi derfeşê helbestên xwe dihûnin.

Li wir …
erê li wir
dizanim dil ji zaroktiyê têr nebûbû
erê li wir
bila asîman bigirî
di himbêza te de
dergeh li ber xwe didin,
mîxên hişmendiya sîstemeke potînhez
bi singên xwe himbêz dikin.
Li wir …
erê li wir
bêgane bûyî mîna dilê efsaneyekê
te dilê xwe daye destên me
tu erê tu
sermestê êşê
em erê em
zeviyekî qeşagirtî
jiyan xendiqî,
tu li ber kenarê cîhaneke xilmaşî, diponijî.

Dijwar e îro,
li ber dergehê salvegera te,
kitûmatên me belawela ne
qêrîna te diçû, bilind dibû,
sirûd û lawija Ferhadan li bîra me tanî.
De ka em destê xwe li çi xewnê dirêj bikin,
ji çi ahengê ocaxa te berbi xwe ve bînin?
Û ji kîjan xatirxwestinê
Ji kîjan xwînê, waneyan werbigirin…?

Hîn jî mindal li ber çîrokê ..
”va esker hate we” dinivin
Hîn jî kulîlkên xewna me
Şehîdên xwe zindî distrênin
Hîn jî “Xutbên “ te kilîtên qehremaniyê ne
Hîn dilê me dagirtî ye
Hîn jî çavdêrî stêra rijyayî ji asmên in em
Hîn hisreta azadiyê ne…em
Hîn..hîn û hîn…jî
Toza gewrik
di nav bisk û geziyên bûk û qîzên me de diqîrin
Hîn..hîn û hîn…jî
di nav peyv û hovkan de,
nêçîrvanên biakranîna hêsiran melevan in.
dîwarên me parastî ne,
bi dengê te,
bi rengê te,
ji êrîşên kêmkirinê mezintirin
ji dîwarên hawar û fîxanan bilindtir in
ji xewnên dijmnan re şikestin in
û
stirana me hîn jî dibêje:

„ Destê Qudret ko hilavêt ji bejna te nîqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hîcab
Lê gulên teyî tir û nazik ko seher girtî xunav
Dê ebarîqê qenînan ji hesed suhtî gulab

Lew di cengê me dixunî ko di işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab
Qehweya telxê di gel zehrê helahêl biderî
Me ji destê te mubarek şeker amîz e gulab“

05.05.06. Hannover








 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE