rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Dengek ji rengê jiyanê
Şevîna hunermend

Mihemed Mehmûd Beşar


Di nav kevirên çiyayên bêdeng de, gulîlkek sor şîndihat, roj bi roj sat bi sat rehên xwe berdida nav wê xaka ku kevir di wê de hatibûn çandin.

Kê ew kevir çandibûn, tu kes nizane.!?

Keviran bi bêdengî kulîlka xweşikok diparastin, kulîlkê jî rengê xwe yê ku ji rengê jiyanê wergirtibû bi ser kevirên kulîlkparêz ve diweşand.

Kevirên xakperest û xewnên zaroktiyê bi hev re destê jiyanê digirtin, kulîlka xwe jî himbêz dikirin û di nav vîzvîza ba de dîlan dikirin.

Dîlana wan berdewam dikir, dengê wan bilind dibû, diqîriyan...

Dîlana wan jî her berdewam bû, xwe li hev digirtin, hevdû himbêz dikirin û bi hêzeke mezin xwe digivaştin...

Avis dibûn, dêşiyan, careke din bi dengekekî jihevketî diqîriyan... hawar.

Hindik mabû ku bizên, lê berî zayînê ji ber êş û azarên di hinavên wan de serxweş dibûn – wey li min kurûkem biy.!?

Di encama zayînê de qîzek çardehsalî ji dayik dibû, yezdan sersem dima. ev keç ji ku ve hatiye, kê ew afirandiye?

Şevîn... belê navê wê şevîn bû.

Kulîlka sor û xaka jiyanperest xwe dabûn ser hev û bibûn reng ji rûyê şevîn re. Kevirên xakperest bibûn beşek ji vîna şevîn.
Şevîn di nav refên balindeyan de cihê xwe digirt û bi hev re di asmanên ayadiyê re difiriyan, gund bi gund û bajar bi bajar digeriyan.

Firîşteyeke peyamber bû, dixwest ku jiyanê bike parçe awazek û her kes li wê guhdarî bike.
Distira û digot:(ême giyanêkin le dû cestawa).
Lê kesekî nedizanî ku dengê wê ji rengê jiyanê ye, yan jiyan ji rengê dengê wê ye.

Ji ber ku firîşte nikarin bi mirovan re bijîn Şevîn bardikir û berê xwe dida mala dayikên xwe.
Her tiştî bêriya wê kiribû: kevir, xak, ba, kulîlk û tîrêjên rojê dixwestin Şevîn himbêz bikin.

Bi evîneke ji asmanan mezintir û bi vîneke ji keviran hişiktir, ji çiyan bilindtir Şevîn bi destekî tiving heldigirt û bi destê din jî pênûs heldigirt û helbestek ji jiyana azad re, ji mirovên efsan re dinivîsand.
Paşê ew helbest dikir awazek û bi dengê xwe yê şêrîn û zelal bayê azadiyê dixemiland.

Ji ber ku suruşt parçeyek bû ji dengê Şevîn û her weha Şevîn jî bi vîna xwe, xwe kiribû beşek ji evîna welat bi tenê çiyayên ku bi xwîna nemiran ve hatibûn avdan dikarîbûn pêşewaziya Şevîn bikin.

Nepirsin Şevîn kî ye!?
Ji ber ku dengekî rengê jiyanê ye, bi tenê mirov dikare li wê guhdarî bike heger çiya xwe bidin alî û rê bidin dildaran.
 


........ ....... ............. ..........
Têbînî:
Şevîn: keçeke gêrîlla ye, hunermendeke dengxweş e û her weha şoreşgereke azadîxwaz e di nav çiyayên Kurdistanê de dijî.









 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE