rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Hêviyên di tariya rojê de dişewitin

Mehmûd Badilî
mbadili@hotmail.com



Ji mêj ve..
di guhê peyvê de..
diaxivim
peyv ji peyvê dipirse
kilîta maf wenda ye
di xewnên xwe de..
avjeniyê dikim
di deryake pêlepêlok de
û pelên payîzê diweşin
darbesta min dixemilînin.
Dîwarên me bi guh in
kolanên me bi çav in
û nîgarên dardakirî..
çavnerîna dengê sola min dikin.
Armanc bi tîra xweyî pûç
min arzî dike
min davêje..
zemîna berxwedanê
û tevgera min
teviziye, leriziye
raman qedexe ye
Azadî ...
û evîn...
ziman jêkirî ne...
bend û tewane..!!

Di warê dil de..
taştêya hêvîyan
li ser maseya gunehan..
xwe rêdixin.
Dîsa..
dûr..dûr dikevim
tême xwar..hildibim
çavê xwe vedikim
dûmanek
mîna reşkên şevê
di xuyana rojê de
bi xewnên min dilîzin
ka ez çi bikim..?
pirs ji pirsê ditirse
tirs ji tirsê dipirse..!!
û zordestî hevîrê xwe
di canê min de distire.
Agirekî bê deng..
bê kinc
bi qamçî yê kînê
ramanên min disoje
hestîyên gotinên min dikoje

û .... ez ...
ji xwe biyan bûme
hişê min...
di qafekî hişk de dilive
û kezeba min...
di laşekî mirî de dijî
bes e...
ta wêneyên li dîwaran
bi xunava sibehê re
hêrsa min dimijin
bîhna min daduqurtînin
di sînga min de diçêrin.
Donkîşotê duh
Donkîşotê îroj
bi hezara donkîşot....
xwînê ji cendekê min digvêşin
xewê ji çavên min didizin
û di gulistana hinavên min de
gîha reş û firêzê diçînin
jiyana min...
dipelişînin
dişewtînin...
hêvî yên min.







 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE