Şêxê mezin, xwîna mezin
û „şêxîtiya“ rewşenbîriya Rojavayê,
bi Kurdî, mezin
HRKRD wek ku ji „64“ên wê,
yên bi Kurdî ve, diyar e, serencama rastûxo,
û bê „belkî“ û „xwedêgiravî“, ya „Qamişloka
12ê adarê“ ye.
Û wek ku ji yên „li derveyî
12ê adarê“, bi qasî yên „li hundirê wê“ ve,
eşkere bû, bêyî wê „xwîna mezin“ ya wê „îna
mezin“, ne „Qamişlo“ dibû ya „12ê adara
mezin“ û ne jî „12ê adarê“ dikarîbû biçe
navê wê, yê mezin.
Li ser asta HRKRD û
danûstandina wê bi wê „xwîna mezin“ re, û
herweha rahiştina wê ji aliyên „12 adara“ wê,
ya mezin re, bi ya mentiqê vê xwendinê, paş
şehîdketina „şêxê şehîdan“, banê xwîna mezin
yê „şêx Meşûqê“, ku bê guman mezin e, bû
bilindtirîn banê, ku gereke serê hemî xwînên
din, yên marjînalkirî û ne li bîra „salvegernameyên“
HRKRD û „Rojavayê derve“, yê rewşenbîriya bi
Kurdî, jê vegerin.
Ji „kongireyê şêxê şehîdan“
heta bi dawîtirîn „salvegera xwîna wî“,
HRKRD hewl dide, ku xwîna pirr ya „12ê adara“
pirr, di xwîna „şêx Meşûq“ de, hindik
bike;ku şehîdê pirr, yê „Rojavayê pirr„ di
„şêxê şehîdan“ de, kurt û puxt bike;ku di
nêzîkkirina xwîna „şêxê şehîdan“ de, xwînên
din, yên adar û adar, şehîd, dûr bike;ku di
„bibîranîna“ şehîdketina xwîna „şêx“ de,
şehîdketina xwînên din, ji bîr bike;ku xwîna
„12 adarê“, ya mezin û pirr, li ser „xwînên
şêx“ û „xwînên mirîd“, parve bike.
Bê guman, jixwe mebest li
vir, ne kêmkirina navê „şêx Meşûq“, yê mezin,
ne hindikkirina xwîna wî ya mezin û pirr, û
ne jî tengkirina kêlîka şehîketina cubeya wî,
ya bi Kurdî, mezin û pirr e.
Nexêr.
„Şêx Meşûq“, li pey mentiqê
vê xwendinê, dikare wek şêxekî kurt û
Kurmancî, berî şehîdketina ayeta navê wî, ya
bi Kurdî, bi qasî piştî şehîdketina wê,
mezin û mezin, bi Kurdî, biçe navê
rûmetwergirtin, yadkirin û bêrîkirinê.
Belê, dibe û tê xwestin, bê
guman bibe jî, ku her saziyeke bi Kurdî, wek
HRKRD, xwîna mezinekî, wek „şêx Meşûq“, bibe
bilindkirin û mezinkirinê, lê nabe û nayê
xwestin, bibe jî, ku hemî xwînên din, yên
adariyane, di xwîna wî de, werin veşartinê.
Dibe, û gereke bê guman bibe
jî, ku HRKRD kongireyên xwe, bi navê „şêx
Meşûq“, wek şêxekî bi Kurdî, şehîd, bibe
lidarxistinê, lê nabe û gereke bê guman nebe
jî, ku şehîdên din, yên bi Kurdî, yên di
heman dozê, heman adarê û heman Qamişlokê
de, peykerên „komara tirsê“, hilweşandin, di
şehîdketina navê wî de, wek „şêxê şehîdan“,
werin piştgukirin û majînalkirinê.
Dibe, û pêdawîstiyeke mezine,
bê guman, bibe jî, ku aliyê ragihandina
HRKRD, bi pencereyên ji basa xwîna „şêx
Meşûq“, werin keskkirin, lê nabe û
pêdawîstiyeke mezintire, ku nebe jî, ku
xwînên din ên mezin, yên heman adar, heman
în û heman Rojavayê mezin, di heman pencere
û heman keskkirinê de, werin gîrokirinê.
Dibe (û nabe, bê guman, ku
wisa nebe jî), ku xwîna şêxê şehîd, fereh,
biçe bîra pencere, daxwiyanî, şînename,
kongire û şevbuhêrkên rewşenbîriya bi Kurdî.
Lê ya ku nabe, û gereke, bê
guman, nebe jî, ku „xwînên mirîd“, di bîra
heman rewşenbîriya bi Kurdî de, ya ji wexta
heman pencere, heman daxwiyanî, heman
şînename, heman kongire û heman şevbuhêrkên,
bi kurdî, werin werkirinê.
www.rojava.net
, ku li ser asta fêrmîbûyînê, zimanhalê
HRKRD ye, yek ji sekoyên ragihandina bi
Kurdî, yên herî destpêşker e, ku xwîna şehîd,
ya şêxê şehîd, li pencere, li şînename û
şîneşevên mezin dan( û hîn jî li wan dide).
Ji wê xwîna şehîd û vir de,
HRKRD, her ku diçe basa şêx Meşûqê şehîd,
hewl dide, ku navê wî, yê bê guman mezin,
wek „şêxê şehîdan“,
hilde û daneyîne.
Bi ya min ev têgeh(eger em
bikaranîna wê li ser asta dahênerî/ istêtîkî
û bêrî, li aliyekî bihêlin), têgeheke têra
xwe xeternak, têra xwe ne rewa, têra xwe bi
zorê û têra xwe jî ne bêrî ye.
Li gora hizir û boçûna vê
xwendinê, gereke haya HRKRD, ku saziyeke
têra xwe siyasî ye, ji wê xwîna Rojavayê bi
Kurdî şehîd, ku têra xwe, bi Kurdî, mezin û
pirr; ku têra têgeheke wisa „berteng û
hindik“ nake, bimaye.
Ev têgeh ne navê helbestekê,
çîrokekê, romanekê, şanoyekê, stirankê,
gotarekê, yan jî navê derbirîneke takekesane
ye, ku ew di serencama dawî de, dikare wek
navê hest û nest, bîr û boçûn û wek navê dor
û berên dîtin û helewstên xwediyên wan, here
yan jî were lixwendindanê.
Ev têgeh, navê helwesta HRKRD
wek saziyeke „rewşen-siyasî“ ye, ku şêxê
şehîd, wek „şêxê şehîdan“ li nav dide, û
şehîdê din, yê pirr jî, wek „şehîdê mirîd“,
di navê xwîna wî, ya jixwe mezin de, ji bîr
dike.
Di dawîtirîn pencereya hîn jî
li dar de, ku HRKRD, ji wir bang li Kurdên
xwe kiriye, ku şex Meşûqê şehîd, wek „şêxê
şehîdan“, li bîra pênûs, boçûn û xwînên xwe,
bînin, tevlîheviyeke berbiçav û beloq, di
mentiqê „navxweyî“, yê HRKRD de, beramberî
heman têgehê, heman şêxî, û heman cube û
heman xwînê, dide selimandin.
Di pencereya
www.rojava.net de, ku organa ragihandina
yek HRKRD ye, yek „şêxê şehîdan“, bi du
mentiqên cihêwaz, ji du Rojavayên cihêwaz,
di du xwînên cihêwaz û du şehîdên cihêwaz
de, û ji bo du şêxên, bi Kurdî, cihêwaz,
hatiye lidarxistinê:
Di
pencereya bi zimanê Erebî de,
„şêxê şehîdan“, wek şêxekî pirr (şêxê quraan,
selîb û zemezmê Lalişê), ku hêjayî mozayîka
xwîna wî, ya bi Kurdî ye, hatiye bibîranînê.
Lê li kêleka din a bi Kurdî,
ya Rojavayê HRKRD, heman „şêxê şehîdan“, wek
şêxê ji şehîdan heta bi şehîdan tenha, wek
şêxê ji xwînan heta bi xwînan tenha, wek
şêxê ji şêxan heta bi şêxan tenha û wek şêxê
ji Rojava heta bi Rojava tenha, hatiye
hindikkirinê.
Di wexta ku xwêner di kêleka
rojava.net, a bi Erebî de, wî „şêxê şehîdan“
wek „hinek şehîd“, „hinek xwîn“, wek „hevalê
Ferhadê şehîd, yê Qamişloka şehîd“ û wek
şêxekî „quraan û quraan“, „selîb û selîb“ û
„Laleş û Laleş“, mozayîkan û pirr, dixwîne,
heman xwênerê wexta heman şehîdî û heman
xwînê, yê heman rojava.net ê, di kêleka wê,
ya bi Kurdî de, heman şêxî, wek „hemîşeyî
şehîd“ û „hemîşeyî xwîn“ û wek şêxekî şêx û
şêx, „bê şirîk û bê heval“ û hindik, dixwîne.
Wek ku diyar e, li gel
cihêwaziya nêhêrtinê li xwîna şehîd, ya şêx
Meşûqê şehîd, di navbera pencereya
rojava.net, ya bi Kurdî û ya bi Erebî de, lê
herdu pencere di nihêrtina li heman xwînê,
heman şêxî û heman şehîdî de, li ser asta
bikaranîna têgeha „şêxê şehîdan“, yekdeng
in.
Wate, herdu pencere, bi heman
têgeha „şêxê şehîdan“, diçin hildana navê
heman xwîna şêx Meşûq, ya şehîd.
Lê gelo HRKRD-eyîyan, ji xwe,
yan ji hev, pirseke weha, kirine:
Aya çima şêx Meşûqê li „Rojavayê
hundir“ wek „şêxê şehîd“, wek „hinekî“ ji
xwîna şehîd, „hinekî“ ji şehîdê şehîd, „hinekî“
ji adara şehîd, „hinekî“ ji Qamişloka şehîd
û wek „hinekî“ ji Rojavayê şehîd, diçe navê
xwîna xwe, lêbelê heman şêxê şehîd, li „Rojavayê
derve“, yê ku HRKRD aliyek ji navê
rewşenbîriya wî ye, wek „şêxê şehîdan“, diçe
navê heman xwînê û navê heman şehîdketinê???
Di dawîtirîn daxwiyaniya xwe
de
http://www.rojava.net/24.05.2006_Xeznewi_Salveger_Nuche_1.htm
(Qamişlo, 24.05.06), „malbata şêx Meşûq“ û „Kombenda
şehîd Meşûqê Xeznewî ji bo çanda Kurdî„,
navê şehîdketina şêx Meşûq, ji „Rojavayê
hundir“ bo „Rojavayê hundir“, wek „şêxê
şehîd“, di bîra Kurdên wî de, birine
lidarxistnê.
Di wê daxwiyaniyê de, navê
şêx Meşûq, 4 caran tenê wek „şêxê şehîd“, „Qamişlo“
bi „Qamişlo“, li kêleka xwînên din, yên
şehîd û şehîdên din yên şehîd, wek „şehîdekî
heval“, derbas dibe.
Bi ya min, ev xwendina „Rojavayê
hundir“, ji xwîna şêxê şehîd re, xwendineke
beraqiltir, rêyalîsttir û pirrtir e.
Ev xîtaba „şêxê şehîd/şêxê
heval“ xîtabeke aqilane û xweşik e, ku navê
„şêxê şehîd“, dikare bi wê, şehîd û şehîd,
xweşiktir bibe;
Ew xîtabeke mezin û pirr e,
ku dikare xwîna „şêxê heval“, ji „şêxê
şehîdan“ û wêdetir, mezintir û pirrtir bibe.
Paş şehîdketina destên nimêja
şêxê bi Kurdî (şêx Meşûqê Xiznewî),
rewşenbîrên bi Kurdî, çi li ser asta
kesayetiyan, çi jî li ser asta komele û
saziyan, dan dûv nav û dengê xwîna şehîd, yê
şêxê şehîd.
Û haha bi bayê bezê, çûn
lidarxistina komele, hevdîtin, şînehelbest,
şînegotar û şîneşevên, li jêr piştgirî û
hevaltiya bi xwîna wî, ya şehîd re.
Tê famkirin û ciyê rûmeteke
mezin e,
ku mirov navên xwe, yên şehîd;
xwînên xwe, yên şehîd;
ax û avên xwe, yên şehîd;
çiya, çem, cobar û darên xwe,
yên şehîd;
û cih, war, xanî, dem û
dewran û kêlîkên xwe, yên şehîd,
bibe rûmetdayîn û mezinkirinê.
Lê ya ku di heman rûmeta
mezin, û di bibîranîna heman şehîdketina
xwîna heman „şêx Meşûq“ ê mezin de, nayê
famkirin û ciyê pirseke mezintir e, ev e:
Çima hewqasî xwîna şehîd, ya
şêxê şehîd, çû „destûbirakî“, dostanî û
xwedîtiyê, û li tenişta navê wî, yê şehîd,
xwîna mezin û pirr, ji 12 ê adarê heta bi 12
ê adarê, bê „destûbirak“, bê „komeleyên
dost“ û bê „xwediyên rewşenbîr“, çû û hîn jî
diçe girî???
Gelo mebest, ji wê „destûbirkîlidarxistina“
bi wê xwîna şêxê şehîd re, tenê ew bû, ku
xwîna wî, ya jixwe mezin û têra xwe navdar û
bi xwedî, hîn mezintir, here rûmetwergirtinê???
Pevçûn û qerqeşûnên „rewşenbîrane“(asta
rewşenbîriya bi Kurdî, li „Rojavayê derve“,
wek nimûne), yên ku li ser „destûbirakiya“
bi xwîna şêxê şehîd re, hatin lidarxistinê,
didin diyarkirin, ku hindek (yan jî gelek)
ji propagandakirina nav û saziyên „destûbirak“
jî, li kêleka wê xwînmezinkirinê, hebû.
Helkeftinên par(Minden/Elmanya,
10.07.2005
http://www.rojava.net/03.07.2005_Vexwendin.htm
& Essen/Elmanya, 10.07.05), yên ku xwîna
şêxê şehîd, ji wan çû bîra „destûbirak“ û „rewşenbîrên“
ji wexta Kurmancîtiya wê, didin eşkerekirin,
ku bi qasî ku hewldan hebûn, ku xwîna şêxê
mezin, mezin bi bîr bînin, hewqasî
jî(kêm-zêde) hewldan, diyare ku hebûn, ku „destûbirak“
xwîna xwe jî, mezin, bibin bîra wê.
Helkeftina xwîna par, ya şêxê
par û şehîdê par, li ber çavan, li ber guhan
û li ber destan e, wexta ku heman xwîn,
heman şêx û heman şehîd, di du „çilrojiyên“
cihêwaz û ne li hev de,
di du „şîneşev“, „şînegotar“,
„şînehelbest“ û „şînegiriyên“ cihêwaz û ne
li hev de,
û di du „Rojavayên“ cihêwaz û
ne li hev de, hatin „libîrdanê“.
Di wan helkeftinên „libîrdana“
şêxê par, yê xwîna par de, hate eşkerekirin,
ku herwekî çawa „Rojavayê derve“ navê xwîna
şêxê şehîd, „bi zorê“, bir „şêxê şehîdan“,
wisa jî, heman xwîna şehîd „bi zorê“, û li
gora „gêwilekî rewşebîrane“, bir du „çilrojiyên
gêwilmendane“, yên ji nakokiyan heta bi
nakokiyan.
Û ha dîsa li vir,
aya piştî çend „12 adarên“
din, yên xwîn û în,
dê li bîra „şêxên“
rewşenbîriya Rojavayê bi Kurdî, were,
ku xwîna mezin, û bi kurdî
şehîd;
ku şehîdê mezin, û bi kurdî
şehîd;
ku 12ê adara mezin, û bi
Kurdî şehîd;
ku Rojavayê mezin, û bi Kurdî
şehîd;
û Kurdistana mezin, û bi
Kurdî şehîd,
ji şêxîtî, ji pîranî, ji
mirîdatî û ji „gêwilmendiyê“ û wêdetir e???