rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Pirsgirêkên me yên mezin, ji têgehên şaş tên
"maf-xwastin ji Dewleta Sûriyê"
- wek mînak -


Hêmin Kurdaxî
hemenkurd@hotmail.com 
13. 05. 2006


Ji kevin ve, ji kûraniya dîrokê ve, dema dewlet û Qeralî, Impratoriyet ava dikirin, li gorî dema xwe, hin zagon didanîn û li gorî wan zagonan jî fermanên xwe derdixistin û Alayên xwe peyda dikirin, da ku ji pêkanîna fermanên xwe piştrast bin, û baş hayî ji çêra xwe hebin.

Di dewleta Islamî de, di dema ku Omer Bin El- Xettab- Xwedê jê razî be- xelîfe bû, di pir pirtûkan de hatiye gotin ku, zorî li kesekî nedihat kirin, kesekî mafê kesekî din nikanî bibira, xizanî nema bû...hwd, lê, dema bêheqî li mirovekî bihata kirin, wî kesî bi asanî dikarî berê xwe bida xelîfê û giliyê xwe li ber wî bikira û mafê xwe bidestxista û vegeriya warê xwe, çima? ji ber ku maf hatibû naskirin, şêwra milet di danîna zagonan de dikirin.

Bi rastî mînak di dîrokê de gelek in, eger mirov bi belge û reşbelek li ser rawest e, dê gelek bi dirêjî bide, em jî nikanin vê yekê di gotarekê de pêkbînin, bêguman, ev mînaka ku min li jor aniye pir nas û her kesî pê bihîstiye, ev mînak jî, bi vê navnîşanê ve têkildar e, em ê kanibin di nêrîna xwe de, sûdê jê werbigrin, em weha şîrove dikin: ev mînaka dîrokî çima îro dê bêye gotin, ji ber ku misliman bû?! bê guman, na, ji ber ku pir kesin din jî hene ku navên wan bi rastî û rêzgirtin û bi dademendiya wan, belgeyên şaristaniyê ronahî kirine û ne mislimanin, wek Êxrîkiyan (bavpîrên Yonaniyan) yên ku ji hezar salan ve, wan Dîmo-krasî pejirandin û di wê demê de jî bi kar anîn, û em li rojhilata navîn heya vê rojê jî, ji wê xêrê bêpar in!!! li Rojhilata Navîn, ew dijminekî pir kambax e, ji ber vê yekê jî, serê wî xizanî, yê ku bi navê Dîmo-krasî, heya roja îro jî bi şûran tê jêkirin, ew têgeh jî "Dîmo-krasî" bi solên rêjîmên Totalîtêr tê binpê kirin.

Gelo çima ji berî sedsalan eger em nebêjin hezar salan, dademendî hebû û rêz ji mafên mirovên dewlemed û xizan reş û spî, dirêj û kin re dihat girtin?!! çima digotin gel weha dixwaze, we dipejirîne ?!! çima tiştê ku milet di wê demê de, bi destxisti bû, nuha li ba me, di vê çaxê de wenda ye??... lîsta pirsan pir dirêj e, kêşe û pirsgirêg jî pir tevlihev in.

Di nêrîna min de yek ji raz û sirrên sereke di wê têgehê de ye, ew têgeha ku, welatî û hemwelatiyê bi hev ve girê dide, di danûstandina, di navbera desthilat û rêjîman û desthilatlêkirî û gel de ye, ji ber van rêjîman û komikên desthilatdar, li gor bejna xwe, bejna wan jî li gor berjewendiyên wan bilind û stûr bûye, dademendiyê li gorî pîvanên xwe têdighêjin û bi alavên xwe yên taybet pêktînin, fermanan ku, gel ji ciyê biryardayînê bidûr dixin, li dû hev didin, naxwazin milet bikin hevparê biryarê, da ku milet nikani be hevpariya desthilatdariyê jî bike, gel tenê pêkirî hîştine, tenê gel, ji proje û xewnên êlên xwe re, wek agirda bikar tînin... Ev yeka han dîwarekî pir stûr û qaling di navbera gel û rêjîmê de daniye, çendî milet ji ciyê biryarê dûr e, hîna jî pirtir bidûr xistin. ji ber vê jî em dibînin çiqasî dizî û selbete ku peyên dewlet dikin, ji serokomar bi taybetî - Beşar el-Esed û ji berî wî jî Bavê wî Hafêz el-Esed, li derdora wî jî birayê wî û xalan û êla wî tev jî - bigre tanî bi cendirmeyên pawanan re derkeve, gel lê napirse!! ji ber millet erk û stûbariya xwe ya rastî û sereke wenda kiriye, viyan hatiye bend-kirin....

Dema rêjîmek ne xwediyê miletê xwe be, wê çaxê milet jî ne xwediyê wê rêjîmê ye, rêjîmê berjewendiyên gel neşopandî û ne jî ramiye ku pirs û pirsgirêkan çareser bike. Gelo ev millete dê bervedêriya rêjîmek weha bike? Gelo maf ji rêjîmek weha mafnenas tên xwastin? Ez di vê yekê de bi guman im.

Me wek milletê Kurd, di destpêka avakirina dewleta Sûrî de, çi rol lîstibû?, Me ji ber kîjan welatî ve qurbanî dabûn? Rola avakirinê bû, bapîrên me ji ber dewleta Sûriyê de qurbanî dan, ji herêmên Kurdî, Kurdax, Kobanî, seranserî Cezîrê, de tanî bi Heleb û Cebel Alzawiyê ta Şam û Horanê..me tev qurbanî dan, ka bersiv çi bû?? Bersiv, damezrandina Partî Dîmoqratî Kurdistan - Sûriya- şîrove kir, ew sedema ku ji ber wê Partî hatî damezrandin ew şîrovekirin û bersiva herî bi wate bû, di wê demê de, daxwaz bi zelalî hatin kirin, diruşm bi wêrekî hatin hildan ( tevî hinekî giran bûn). Di nêrîna min de, wan pêşengan rast didîtin, ji ber, desthilat nû bû, hîna kaxez û belge pir bi navhev nexistibûn, ji ber wê gotina ku, hin kes ji damezirvanan re dibêjin (germbûn bû, nezanî bû, kêm serpêhatî bû....) Ez nerast dibînim, ez dibêjim, wan ji me baştir didît. Me di piştî wan re dîtinê xwe ceribandin, me dît çawa em bi çîrokên biçûk û ne zelal mijûl bûn, me dît çawa em pergende bûn, ew yeka bû sedemek sereke ku, nuha em ji pir gotin û nêrînên xwe daketin, me tişt bi serxist? Me ji armancên xwe tişt pêk anî? Dîsan jî NA, dewletê bêtir plan gerandin, dijwartir proje danîn, me jî bêtir û bêtir destên xwe bi tenî kirin û li ser rûyê hev da!!!!!

Bêguman, di vê kurte-gotarê de, tenê ez li ser "maf-xwastin ji Dewleta Sûriyê wek têgeh" radiwestim û ji ber ez şaş dibînim, ezê nêrîna xwe bibêjim, eger mafê miletê xwe yê Kurd, bixwazin, divê daxwazên me zelal û bê fedî bin, îroj kaxeza Kurdî di rojhilata navîn de, bi hêztirîn kaxeza ye, lê divê ew maf (ji ber sedemên jorî) ne ji dewletê bên kirin, lê belê ji miletê sûrî bêye kirin, ji ber mafê hevseran li ser hevseran heye, bi kêmayî em kani bin rewabûn û dadmendiya doza miletê Kurd di Sûriyê de bidin bipejirandin, ji ber gelên sûrî bi Ereb û Kurd û Çerkez, Asûrî, Turkmen, Durzî,.... xwe ve, bi olên Misliman - Sinî- Elewî, Xiristiyanî, Êzdî, Ismaîlî, Cihûyên ... xwe ve, tevde di kişandina vî janê de hevpar in, tevda bi agirê vê rêjîmê hatine şewitandin û ji viyan û vîna xwe hatine valakirin.

Sirûştiye ku, mirovê Kurd ji bo danasîn bi çarenûsa xwe, ji bo avakirina dewletek hemdemî û nûjen ku, têda maf werin paristin, nêrîn bên pejirandin, diyaloga çand û kultûran were li darxistin, berê xwe bide van miletan û hewl bidin ew nêrînên ku, bi îdolojiya Bees, dewletê çavên milet girêdane, vekin û ji nû ve pirên baweriyê ava bikin, têkliyên wekhev û sirûştî deynin, lê dîsan jî ticarî bila ev pire, ne li ser hesabê ax, dîrok, asîman, serzemîn û binzemînê me be û li ser hesabê mafên miletê Kurd be.









 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE