Azadiya
Welat

ŞAM - Hunermendê kurd Guro li galerî El-seyid
a hunerî li Şamê rêzetabloyên xwe yên nû
pêşkêşî hunerhezan kir. Ji ber ku navê
pêşangehê bi kurdî bû ji aliyê çapemeniya
Suriyeyê ve rastî boykotê hat .
Şêwekar Guro sêyemîn pêşangeha tekane ya bi
navê “Guro” li Şamê li dar xist. Şêwekar
pêşangeha yekemîn di sala 1995’an de bi navê
“Guro û havîna şewitî”, ya duyemîn di sala
2005’an de bi navê “Gul Guro” û pêşangeha
sêyemîn bi navê “Gulana Guro” li dar xist.
Her wiha li hundir û li derveyî Sûriyeyê
tevli zêdetirî 20 pêşangehên hunerî bûye.
Hunermend Guro ji Kurdên Sûriyê yên
bênasname ye, lewre nikare derkeve derveyê
Sûriyê. Guro li ser vê yekê wisa dibêje:
“dikarin mafê nasnamê ji min bistînin, lê
nikarin giyana tablo û hunera min ji min
bistînin. Tabloyên min, nasnama min in. Ew
ji dêvla min li nav welatan digerin”.
Şêwekar Guro naveke kurdî ji pêşangeha xwe
re hilbijart û navê xwe û yê bêşangeha xwe
li afîş û karta vexwendina pêşangehê xist.
Ev bû sedema ku rojnameyên fermî yên Sûriyê
nûçeya vê pêşangehê boykot bikin. Li ser vê
kiryara nijadperstan Guro wiha axivî: “Ez ê
bimînim Guro, û ev pêşangeh dê navê xwe
neguhere da ku hinek nijadperestan razî
bike. “
Dema mirov derbasî “tirba Guro” dibe, mirov
çi bibîne û çi nebîne, ku tijî tabloyên
gulan e û bi taybetî gulên berbirojê. Kêm
caran mirov dibîne ku “Guro” dikene. Jiyana
wî tev xemgînî û reşbînî ye. Cilên wî tim
reş in. Tarîbûn û sî di tabloyên wî de bala
mirov dikişîne. Erê navê wî
‘Guro’ ye, lê dilê wî yê çûkan e.
Tabloyê “Guro”, mijarên xwe, tev ji xwezaya
Kurdistanê û Gundê wî û êş û azarên gelê
kurd distînin. Ango, hunera Guro, mirêla
xwezaya Kurdistanê û êş û zilm û zora li ser
gelê kurd dide nîşandan. Û hêjayî gotinê ye
ku Guro di nava hunermendên Sûriyeyê yên
kurd û ereb de bi stîla xwe ya taybet hatiye
naskirin û gelek xelat wergirtine. Xwesteka
wî heye ku pêşangehên xwe li seranserî
bajarên Kurdistanê bigerîne. Lê ji ber ku
paseport û nasnameya Sûriyeyê li ba wî tune
nikare vê hêviyê pêk bîne.
Hunermed Guro li Başûrê Rojavayê Kurdistanê
sala 1964’an, li gundê Sefer ku girêdayî
bajarê Dirbêsiyê ye hatiye dinê. Guro
zaroktî û xortaniya xwe di navbera gundê xwe
û Dibêsiyê de derbas kiriye. Têkiliya wê bi
hunera şêwekarî, ji qûnaxa zarokatiyê û dema
dibistana bingehîn dest pê dike. Guro li ser
vê demê wiha axivî: “Dema ez zarok bûm, min
alîkariya bavê xwe di karê heriyê û birîna
kelpîçan de dikir. Ji wê çaxê û ta niha,
têkiliya min a bi xwezaya gund, gul û
berberojê wê, teyr û tilûr û ajalên wê,
qurnefîl û binevş û sosinên wê qut nebûye.
Çavkaniya hunera min û xeyalên min
zarokatiya min e.”