rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42

 

 

Serokê koçerên Mîran
Nayif Mistefa Paşa

 

Zinar Mistefa


I
Nayifê Paşê, zilamê zemanê xwe bû, îro ji kêmane xwendekarên nefşa nû, ku dîroka wî xweşik nasbikin. Berî herkesî, gazin li zaro û neviyên wî yên xwendevan dikeve; ku behsa çîroka malbata xwe nekirine, ya ku ji 200 salî kûrtir di dîrokê de diçe. Gazinekî dî jî, li wan xwendevanên koçeran dikeve, yên ku pîş bi nivîsandina dîrokê dikin, ku li ser babetekî wesa giring nerawestane, û heqê şexsekî mezin weke Nayif bi gotar û lêkolînan, an jî di pirtûkekê de nedanêde. Min ji kinarê xwe ve, ji mêjve soz dabû, ku ez tiştekî ser Nayifê paşê binivisim. Berî herkesî min ji koçeran pirsa wî kir. Dûvre, ez li dêmaniyên me vegereham. wan jî gelek çîrok li ser Nayif zanîbûn. Vê paşiyê, pirtûkek bi zimanê Tirkî di bin navê (Cizre bütün yönleriyle) ku Abdullah Yaşin têde behsa Mistefa paşa û aleyên wî yên hemîdî kiribû, ketibû nav destên min de.
Herwesa, generalê Firansawî Pierre Rondot di pirtûka xwe de (kurdên sûriyê. Sala 1939) behsa Nayif û êla Mîran kiribû.

Ev tevde li kinarekî. Sedema giring ku dihêle ez ser Nayifê Paşê binivîsim, naskirina min jê reye. Di nav koçeran de, û di nav dêmoniyan de, Nayif efsane bû. Şivanekî heftê salî ji min re behsa çîroka xwe bi

Nayif re dikir, go: carekê ji caran, ez di nav ziyanên xelkê de bûm. Nayif û xulamên xwe di ber min re bihûrin. Yekî ji xulaman go: şivano! Çima tu ziyanan dikî?
Yê şivan go: ji tirsa, min xwe li kurmancî ne kire xwedî. Çend gotinên Erebî ku min bihîstibûn min gotin.
Nayif rabû go: êleeee, wê elimî erebî jî?! Vêce, min ji şivên pirsî: gelo ma Nayif çawa bû? Yê şivan bê virde-wêde go: Nayif? Ma yên wek Nayif hebîn? Nayif zellam bî zellam!.
Li ber çavên min jî, Nayif legendar bû. Cara pêşî, wextê ku min Nayif dît, ez behitî mam (ez hingî zarok bûm). Rast e, wî jî weke xeynî xwe dismal û igal dida serê xwe, lê ew ji hemû zilaman cuda bû. Min Nayif li ber xwe dît: zilamekî sor, çav şîn, simbêlên wî hinekirî, kirasekî sipî weke berfê û xaçîkî tenikî sipehî lê bûn. Her wesa, cotek qundireyên reşî çirisandî di piyan de bûn. Ez îro dibêjim: ku Nayif serqot bana û cilên firencî lê bana? Mirovê gotibana: ev generalê firansawî(Şarl Dugol) e, bavo!
Belkî jî, herdu zilam di xesletnan de weke mêraniyê, semaxê, kelîjê digihane hev. Lê vêce, yek ji wan serokê dewleteke mezin weke Firansa bû. Yê dîtir, paşak ji paşayên miletekî bê dewlet weke kurdan bû.


II
Dîroka Mala Paşê:
Bi pirsa me ya dûvdirêj, û bi vegera me li dîroka mala paşê, em gihane bawerîyeke essih, ku bavê Nayif yê pêncan êzîdî bû. Zilamekî kevnare, ku dîroka eşîran nasdike, dibêje:
Nayif kurê Mistefa paşaye
Mistefa paşa kurê Temer axaye
Temer axa kurê Îbrahîm axaye
Îbrahîm axa kurê komsor axaye
Komsor axa kurê Delêye
Vêce Delê êzîdî bû. Birakî Delê hebû digotinêde:(Celê). Ew bêdûnde çû. Niha kêla wî li ser serê Girê Toremişaye raserî ava mezin (çemê Diclê).

Gera koçerên Mîran ji beriya biniya çiyayê Qereçox (Til koçer) digiha ta zozanên Wanê. Lê meskena wan, di nav çiyayê Qereçox û Cizîra Botan de bû. Di pirtûka xwe de, (Cizre bütün yönleriyle) bi zimanê Tirkî, Abdullah Yaşin wesa ser bavê Nayif, Mistefa Paşa dinivîse:

Mistefa Paşa
Piştî ku Bedirxan Paşa ji Cizîra Botan derdikeve (heraftina mîrekiya Cizîrê). Şûna wî Yezdan Şêr digire. Bi mirina wîre jî bi wextekî, Siltan Evdil-Hemîd aleyên Hemîdî saz dikê, vê carê, ber pirsiyariyê dikê destên serokê êla mîran. Mistefa Paşa de. Êla Mîran ji 11 bavikan hati bû meydanê:
Bavikê pêşî Berkeleyî bû (Mistefa paşa jêye)
Bavikê didwan Sînika bû
Bavikê sisyan Wareserî bû
Bavikê çaran ‘Elyoka bû
Bavikê pêncan Hurika bû
Bavikê şeşan Dukelya bû
Û pênc bavên dîtir .
Mistefa paşa serokê van tevan bû. Eşîrên ku keyfa wan ji Mistefa paşa re nedihat, digotinêde : (Misto yê Mîrî)
Gava Siltan Evdilhemîd xwest li rohilat û başûrê-rohilata dewletê aleyên hemîdî saz bikê, eşîr xwestin Stembolê. Mistefa paşa yê jîr û aqil, 500 siwarên weke xwe gir û bi gewde, û bi heybet hazir-kirin û dane rê, çûne Stembolê. Piştî qonaxa 3 heyvan siwarî, ew gihane bineciha xwe.
Bona ku Padîşah wan xelkên ku ji rojhilat û başûrê-rojhilat hatibûn nas bikê. Destpêkê, paradek leşkerî (meşeke leşkerî) li dar dixe. Di wê paredê de, Siltan pirsa her eşîrekê dikê. Kîne? û hijmara wan çiqase?.
Wextê ku wan siwarên gir û bi heybet û xwediyên cilên xerîb ji nêzîk ve dibînê, Siltan emir didê; ku nanekî bidin wan, boyî hê çêtir wan nasbikê.
Mistefa paşa ji zilamên xwe dixwazê ku xwarinê bi destan bixwun û tiştekî jî di binê lalîkan de nehêlin.
Padîşah Siltan Evdilhemîd bi dehşet seyra wan lehingan dikê.
Piştî xwarinê, bi toren بشكل إحتفالي paşatiyê didê Mistefayê koçer, û elametan pêve dikê. Herwesa, Siltan Evdilhemîd emrê sazkirina sê aleyên Himîdî di bin siha Mistefa paşa de derdixê. Çawe Mistefa Paşa digihê Cizîrê, ji eşîran sê aleyan sazdikê û qişla Hemîdiyê li Cizîrê ava dikê. Herwesa Hijmareke berfereh ji nifûsên eşîran re çêdikê, ka her axa dikarê çend leşkeran derxê şêr. Mistefa Paşa yekser bi Siltên ve, di rêya serfirmandariya Erzinganê re girêdayî bû. Siltan yetkiyên fereh dabûn Mistefa paşa. Her heyv serê her leşkerî Parçek zêr ji Stembolê dişyandin û gelek ji girgirekên Mîran û eşîrên dîtir ritbeyên leşkerî yên bilind wergirtin. Ji wan: Fetah Axa bû (binbaşi). Hacî Zuraf bû (yüzbaşi). Ji Teyan; Şêxmûsê Karwên bû (yüzbaşi).
Tahir axa bû, qeymeqamê leşkerî yê hemîdiyê. Ordu hem bi karê xelkê cih, û hem bi arîkariya Stembolê timam bû.
Bi ser ku Mistefa paşa ne xwende bû, ewî her û her li dora xwe zilamên zane û xwendevan didane hev. Ji wan: katibê wî; Evdilê Mele Sadiq bû. Mesrefdarê wî; Evdilê Şêxzade bû û hin dîtir.
Ku civînên giring ne bana?, Mistefa paşa li qişla xwe ne dima. Cihê wî her dem li zozanan bû. Li qişlê her wext leşker hazir bû.
Avayiya qişla Himîdiyê li Cizîrê, ji sê qatan sazdibû, milek ji qata xwar, xwarinxane bû. Milê dîtir, mêhvan xane bû. Qata navê ji avayiya qişlê ji ofiseran re bû. Qata banî, ji paşê bi xwe re bû.
Di sala 1902 an de, şerek di nav eşîran de qewimî bû. Hingî Mistefa paşa ji zozanan divegereha. Di nav wê kefte-leftê de, û he---he şer raweste, fîşekeke kor, û kesî nizanî bû ji kûve hat, li Mistefa paşa ket û ew kuşt.
Termê wî anîn li Cizîrê veşartin.
Di şun xwe ve, Mistefa paşa 5 kuran dihêle, ew jî evin:
Îbrahîm axa, Evdilkirîm beg, Nayif, Şelaş, Berces

III
Ji wan, Ibrahîm Axa bêhinteng bû. Ji lewra, eşîran pişta wî ji serokatiya xwere negirt. Ji dêla wî, birayê wî yê jê piçûktir Evdilkirîm Beg bijartin. Xeber dane Stembolê, bersiva erênî jê vegereha. Di sala 1911 û 1912ande, bang ji Stembolê hat, ku aleyên Cizîrê tevlî şer bibin. Evdilkirîm beg dirabê ji eşîran (Teyan, Kiçan, Mûsareşan, Hirkan, Dudêran û Mîran) dipirsê ka her yek ji wan çiqas esker dikarê derxê şêr.
Her eşîrek pêşmêrê xwe hazir dikê. Reşîdê Mihema, axayê eşîra Teyan, soz didê ku 100 siwarî bînê şêr. Hemû eşîr li cihekî gihane hev. Leşkerên Cizîrê kom dibûn, û yên mayî hêdî hêdî digihane wan.
Reşîdê Mihema bi tena xwe ve hat. Evdilkirîm beg jê pirsî, go: te behsa anîna sed mêrî kiribû?
Reşîd go: heke hûn qebûl bikin, ez bi sed mêrî me?.
Piştî şêwra Evdilkirîm beg bi eşîran re, qebûl kirin ku Reşîdê Mihema şûna sed siwarî herê şêr. Ritba Reşîdê mehema(yûzbaşi) bû. Piştî ku, aleyên Cizîrê digihin Stembolê, emir distênin ku tevlî şerê Belqanan bibin. Leşker dimeşe ta ku digihe (Uzunköpü-piradiêj). Dijmin li milê dîtir, li ser xwarinê de bû. Dibêjne serfirmandarê leşkerî em dixwazin yekser êrîşê bavêjin ser dijmin. Yê serfirmandar dibêje: wesa dûrî isûla herbêye.
Aleyên Cizîrê guh nadin emirê serfirmandar, û êrîşê diberdin ser dijmin. Reşîdê Mihema serê hespê xwe bi Uzunköpü girêdidê û dibakê: hela-hela ser dijmin. Çi eskerê ku tê, reşîd wî dikujê, heta ku ser û binê dibê xûn. Reşîd 13 dijminan dikuje û tivingên wan dikê sukra xwe de. Lê mixabin, di wê kêlîkê de, bombeyek sayis û xulamê Reşîd dikujê. Reşîd diqeherê, vêce şerê xurtir dikê û zora dijmin dibê. Piştî xilaseka şêr, leşkerên Cizîrê izna vegerê distênin.
Ji Uzunköpü heta bi Edirneyê, milet bi çepik û gul û çîçekan hatin pêşiya leşker. Li celdeyên Stembolê, hed û hesab ji gul û çîçek û şekirên ku xelkê avêtin ser leşker nebû. Wesa xelk ji mêranî û heybeta aleyên Cizîrê matmayî ma bûn.Di her cihê ku leşker têre dibihûrîn, milet qedrê wan digirt, nexasim vêce li Diyarbekrê; ku bi awakî gelek sipehî ew pêşwazî kirin.
Evdilkirîm Beg qeymeqamiya Hemîdiyê jî dikir. Di sala 1916 an de, li devera Banî-Xanî, beriya ku bi emrê serfirmandariya Erzinganê bikevê nav şerê Rûsan de, ew dimrê. Di cih de jî, aleyên Cizîrê çûna xwe dirawestênin û Evdilkirîm Beg diveşerin.
Li şûna Evdilkirîm Beg, bira yê mezin Ibrahîm Axa dideynin.
Cara pêşî, leşkerê Cizîrê gihane paytexta Bulgarîstanê (Sofiya). Ev cara didiwan bû, li Bedlîsê emrê şer standin. Eskerên Osmaniyan li ber Rûsan şikestin. Wilo hate serê aleyên Cizîrê jî. Nexweşî bi esker ket, sipihan girte wan, ew bi heyvan bê şûştin û veşûşin mabûn. Gelek ji wan bi rê de mirin, eskerên ku gihane Diyarbekrê, bi zorê ji mirinê ji filitîn, piştî ku serên xwe di himaman de şûştin. Lê hinek ji wan eskeran, li mala xwe bi ser xwarinê de dimirin. Ji ber ku; bi rojan me’da wan vala mabû, û dohin ne çûbû ûrên wan de.
Di wî şerê giran de, Ibrahîm Axa zi`a dibe. Bi mirina herdu kurên Mistefa paşa (Evdilkirîm Beg û Ibrahîm Axa) demeke dûvdirêj ku koçerên mîran bi karê çekdariyê ve mijûlbûn kuta dibê.
Di sala 1916 an de, hê cenga cîhanê ya yekemîn di gurgura xwe de bû, peymana(Saykis-Pikot) tê danîn. Ku têde, sînorên Kurdistanê li gor berjewendiya Ingilîz û Firansa û Rûsya tên parçekirin. Ji hingî û bi vir de, wextekî zor bi ser kurdan de tê. Ew tenê ji miletên Rojhilata navîn bêdewlet dimînin, û dikevin bin zilma cîranên xwe yên mislman (Tirk û Ereb û Eceman)de.
Sînorên nû di nav dewleta Tirk de, ya ku ji ber Impiratoriya Osmanî mayî, û dewleta Sûrî (ku nû ava dibû) kurd ji hev û du veqetandin.
Di Encamê de, hinek eşîr mane li serxetê (li Tirkiyê), hin dîtir mane li binxetê(li Sûriyê). Koçerên Mîran, ku ji Til Koçer (Girê Koçeran) digihane zozanên Wanê, hew karîbûn bi wî rengê fereh koçeriya xwe bikin. Ji xwe, Nayifê Paşê serokê êlê yê nuh ketibû bin zext û zora Tirkan de. Weke ku Pierre Rondot di pirtûka xwe de (Kurdên Sûriyê) dibêje: ji ber tirsa Tirkan, koçerên mîran di sala 1925 an de ber bi Iraqê ve çûbûn. Piştre, di sala 1930 de, careke dî dest danîn ser çiyayê Qereçox û di sînorê Sûrî de rûniştin.
Di destpêka serokatiya Nayif ji êlê re, nakokiyên kûr dikevin nava wê de (fitne û fesadî çêdibe). Hin ji pismamên Nayif, dibêjine wan pisaxa qîma xwe bi serokatiya Nayif nayinin. Di encama wan nakokiyan de, şer di nava êlê de çêdibê û xûn dirijê. Weke ku Pierre Rondet dibêje: hin ji mezinên êlê serokatiya Nayif qebûl nekirin, lewra yekîtiya êlê ku (bêhtirî 200 konî bû) hino hino ji hev dikevê û dibê sedema cudabûna wê ji hev.
Lê dema ku mirov li dîroka Nayifê Paşê dipirse, Koçer dibêjin: ji Nayif serok mestir û xurtir nehatine nav me de. Nayif ji Mistefa paşa bi xwe jî zêde kiribû. Wî 50 salî, bi zanebûn û mêrxasî serokatiya koçeran kiribû.
Di rûnştinekê de li (Xanaserê) dîse behsa Nayif hate kirin, ka wî çikir û çi nekir?. Zilamê Nayif yê pêşî-HacîÛsivêHelîmê-ji nivîskarê vê gotarê re gotibû: Nayif dixwest tiştna bikê, lê biya wî nekirin.
Li gor gotina Hacî Ûsiv: di sala 1928 an de, Ingilîzan (hingî Ingilîz li Iraqê bûn) soz dabûn Nayif, ku mîrekiyekê (îmaretekê) jê re çêbikin, bes ku erêniya eşîrên kurdan bistîne.
(Hacî Ûsiv behsa sînorên mîrekiyê nekir. Lê meqseda wî bellî bû, ku wê; herêma Qereçox bê, Dêrika hemko bê, û heta bi Cizîra botan).
Hacî Ûsiv got: me esker danî, me malî danî, me hertişt hazir kir. Lê civîna ku li Cizîra Botan çê bûbû (li wir, axa û begler, şêx û mela rûniştibûn) raya xwe dabû; ku bi gêwir re (bi Ingilîzan re) neçe.
Berûvajî, civînê dît: ya çêtir; ku bi birayê xwe yên misilman (Tirkan)re bimênin. Baweriyek bi gotina Hacî Ûsiv heye, ji ber ku: heta wî çaxî jî ji sedsalê bîstan, sînorê Sûrî li pey çiyayê Qereçox neketibû. Li gor gotina rih-sipiyên me: heta wextekî dereng jî, qereqola Tirkan li gundê Cîlika dima. Her wesa mexfera Iraqiyan ji qereçox wêdetir bû. Pierre Rondot ferehtir dajo, gava dibêje: ji sala 1928-1933 an, ne bellî bû, ku herêma (niklê ordekê-rohlatî Qamişlo) wê bigihe kê. Ji alîkî ve, Tirkan doza milkiyeta wê dikirin. Ji aliyê dîtir ve ,Ingilîz û Iraqiyan doza wir dikirin. Gelo wî wextî çi di serê Ingilîzan de hebû?. Ku (niklê ordekê) tevlî Iraqê bikin? An jî, wê weke herêmeke cuda di bin mandata (di bin destê) xwe de bihêlin? Heke çareserî xala didwan bana?, gotina Hacî Ûsiv bi serê xwe dima. Meselet çilo be jî, Ingilîzan dixwest kelîja xwe li herêmê bi giştî fereh bikin. Ji alîkî ve, çavên wan li ser Iranê bû. Ya ku weke Iraqê zengîn bû bi hebûna petrolê. Ji aliyê dîtir ve, wan di rêya zilamên xwe, û eşîrên kurdan re, zext li Tirkan dikirin, yên ku doza wilayeta mûsilê jî dikirin. Ji tiştê bihûrtî, mirov digihe encamekê: ku kurd hazir bana wî wextî, wê Ingilîzan tiştek dabana Nayif, weke ku şiyûxên eşîran, ji erebên kendavê kirin dewlet.
(Niklê ordekê) di sala 1933an de, gihandibûn Sûrî. Weke ku me berê got: sînorên nuh, derfet li ber koçeran teng kiribûn. Wan îde hew karîbûn herin Zozanên banî. Ger û çêra pezên wan, ma bû ji çemê Diclê heta bi Til-Koçer (Girê Koçeran).
Vê carê, Koçer û Erebên Şemeran gelek nêzîkayî li hev kirin, û hêdî hêdî herdu alî ketin pêsîra hevdûde. Ji eşîrên kurdan, kesî ji Nayif û êla pêve, nikarîbû berberiyê bi Şemeran re bikê. Ji lewra, Şemeran dixwestin sînorekî ji Nayif re deynin, ji beriya ku ber bi berîya xwar ve herê.
Zû ne dereng, di nava herdu milan de bû şer. Ewilkarkê, di sala 1931de, Bineyanê Şemerî û zilamên xwe derdikevin pêşiya mirovên Nayif, ku wan bişelênin. Koçeran nemerdî nekirin, wan Bineyan kuştin, û hevalên wî bi revê xwe ji mirinê xilas kirin. Sal qulipî sala dîtir, Ereb çûne tola Bineyan. Li beriya xwar, derketne pêşiya Nayif û zilamên wî. Ji Ereban bi xwe xeber giha Nayif, ku Şemera li pêşiyêne. Dîse di nava herdu milan de teqeha, dîse bû şer. Vê carê, Nayif (Melîhan) kuşt û (Tiriwî) birîndar kir. Her wesa, du mehînên wan jî kuştin.
Firansawiyan, Nayif û zavayê wî Evdil-ezîzê Belî girtin. Herdu kirin cêbeke leşkerî de. Ofîserek û şifêrê cêbê bi wan re çûn. Yê şifêr berê cêbe da rêya Qamişlo. Beriya ku bigihin diriyana (Til-Elo) gundê Dihamê Hadî, serokê eşîra Şemeran. Nayif kete gumanê de, ku Firansawî dixwazin wî teslîmî Diham bikin. Rabû ji zavayê xwe pirsî: Ma te rahiştiye dermanaca xwe?.
Evdil-ezîz go: erê, dermance bi min reye. Û ez dizanim, Hacî Ûsiv çawa dikê, wextê tirimbêlê dajo.
Nayif go: başe. Hema ku te dît, yê şifêr berê xwe da (Til-elo), tu wî bikuje. Ezê jî, yê zabit (efser) bikujm. Û wesanê, emê xwe ji wan xilas bikin. Lê cêbê yekser, berê xwe dabû Dêra Zorê. Nayif li wir kiribûn hepsê de. Wextekî dûv dirêj, rewş di nava koçeran û Şemeran de mabû nexweş. Heta ku di sala 1958an de, bi hazirbûna girgirekên eşîran, ji Ereb û Kurdan, Nayifê paşê û Dihamê Hadî li hev hatin. Eliyê Remwê feqe (birayê stranbêjê me Silo Koro) digot: di wê lihevhatinê de, Nayif û sê zilamên xwe derbas bûn bin konê silhê de.
Erebekî sade, ji nişkave go: eve Nayif Elmisto?! هادا هو نايف المصطو ؟!
Yekî lê vegerand. go: erê eve أي هادا هو
Erebê reben go: bavo!, dibêjin; stirhê wî hene ?! يكولون بي له كرون ؟!
Yekî dî, bi tinaz lê vegerand, go: Erê hene, lê di bin çefî-igalê de ne.
أي بي له بس تحت الجفيه .
Wesa sehwa Nayif ketibû dilên Ereban de.
Ew levhatin bû sedema têkiliyeke xweş di nav Nayif û Şemeran de. Di encamê de, dido ji şiyûxên wan bûne mirovên Nayif.
Bê guman, Nayifê Paşê ne serokê koçeran tenê bû, lê belê, qedir û siyaneta wî di nav dêmaniyan de jî gelek hebû. Hinermendê me Silo Koro carê digot: ji gelek deveran ve, xelkê qesta Nayifê paşê li Qereçox dikir. Belê, Nayif Beg şexsekî mezin bû, û têkiliyên wî pir fereh bûn bi serokên eşîran re û girgirekên kurdan re weke: Mîr Celadet Bedirxan, textor Ehmed Nafiz, Haco axa û kurê wî Hesenê Haco, Qedrî Beg û Ekrem Begê Cemîl Paşa, Evdê Mer'ê ji Dêrûnê û bi gelek kesên birûmet re ji Filleh û Ereban. Lê bi wextre, piştî serxwebûna Sûrî ji bin mandata Firansa di sala 1946an de, dewletê polîtîkek Nijadperestî dijî kurdan ajot. Hêdî hêdî, kurd li ser axa welatê xwe bûne biyanî. Ev siyaseta ha, hê ji pênciyan ve ji sed salê bîstan dest pêkiribû, û di şêstan de (piştî ku rejîma Be’is bûbû desthilatdar) geş bûbû, û ta roja îro berdewame. Di encamê de, rola Nayif û xeynî wî ji girgirek û rewşenbîrên kurdan qels bû bû. Helbet, sedemin dî jî hebûn, em bêjin; sedemên xuristî, an jî, sedemên navxwe bi rewşa civaka kurdî ve girêdayîne , çi civakî û ekonomî, û çi siyasî jî, dihiştin ku rol û hêza derebegan (Feodal) di civaka kurdî de qels bibe. Lê li vir, em behsa siyaseta dewletê dikin, ku bi kîn û buxz û zikreşî, berê xwe dabû kurdan.

IV
Zaruwên Nayif:
Li vir dimîne, ku em behsa zaruwên Nayif bikin. Nayifê Paşê gelek jin anîbûn û gelek kurên wî jî hebûn. Ji wan:
Evdil Ezîzê Nayif (Sirê wî kûr bû). Dibêjin: Di mêraniya xwe de, Evdil Ezîz ne kêmî bavê xwe bû.Weke nimûne, vê çîroka ha bibhîzin: Di sala 1958an de, hikûmeta Sûrî ji eşîên kurdan xwest, ku rêya Dêrikê-Qamişlo çêbikin. Li oda Nayif li (Beroj), qeymeqamê Dêrikê bi girgirekên eşîan re rûnişt. Di wê civînê de, Evdil Ezîz gote yê qeymeqam: Kurro! Ma xelk dikarin vê ce’dê çêbikin?! . Ew kar zêdeyî taqeta waye. Bila hikûmet çêbike. Bû qirqira herdukan, tu nemayî ku rabin hev. Nayif herdû hedidandin, û gote yê qaymeqam: Bilanê, emê wê riyê çêbikin, lê mercekî me heye. Yê qaymeqam pirsî, go: Ew çi şerte? Nayif gotyê de: Nîvê rê li kurdan. Bila nîvê dîtir Ereb çêbikin. Lê eşîrên Ereban rê çênekirin. Vêce, hikûmet mecbûr bû, ku riya Dêrikê - Qamişlo qîr û kevir bike.
Dihamê Nayif :
Em dikarin bibêjin: Diham kurê Nayif yê bajarî bû. Piştî ku Nayif ew gihandibû Parlamenta Sûrî. Ewî salên xwe yên dawî li Şamê derbas kirinbûn.Bi ramana xweya siyasî, Diham nêzîkî (Qewmî Sûriyan)bû.
Newafê Nayif
Ji zarwên Nayif, Newaf partiyê kevnare bû. Hê ji destpêka damezrandina PDK li Sûrî, di sala 1957an de, wî endametiya wê kiribû. Newaf jî, bi damezrêner û serokê partî Dr.Nûredîn zaza re, di sala 1960 de hatibû girtin. Newafê Nayif, kesekî civakperwer bû. Dêmanî dibêjin: ji zarwên Nayif, Newaf li ser me vekirîbû.
Mistê Nayif:
Mistê, ji zarwên Nayif, yê komunîst bû. Wî bi comerdî malê xwe dabû komunistan. Di sala 1958 an de (dema yekîtiya Misrê bi Sûrî re 1958-1961) ji ber te’dariya rêjîma Nasir, Mistê Nayif weke penaberekî xwe li Iraqê girtibû.
Evdilkerîmê Nayif:
Evdilkerîm, delaliyê bavê xwe bû (diya wî ji mêj ve miribû). Hingî Nayif hej Evdilkerîm dikir, wî hişt ku 14 şev û 14 rojan li daweta wî bidin. Eliyê Evdê Baço digot: 500 siwarî di daweta wî de qoşme dikirin. Evdilkerîm, comerdekî mezin bû, ji lewma, qedir û siyaneta wî di nav xelkê de gelek hebû. Lê mixabin, ew hê ciwan, di sala 1976an de çû rehmetê.
Hacî Ûsivê Helîmê:
Bêhtirî carekê, me di gotara xwe behsa Hacî Ûsivê Helîmê kiriye, lê ew jî ne bese. Divêt ku em Hacî Ûsiv bi xwendekaran bihtir bidin naskirin: Hacî Ûsiv, xumalê Nayif bû, lê Nayif weke kurekî xwe hej wî dikir. Bi ser ku, Hacî Ûsiv ne ji êla Nayif bû (Hacî Ûsiv kiçî bû), lê ew gelek bû jê re. Hacî Ûsiv, wekîlê Nayif bû. Ew, şêwirdarê wî bû. Ew hesabdarê wî bû. Ew şifêrê wî bû. Hin dibêjin: Hacî Ûsiv zimanê Nayif bû- Hacî Ûsiv, taze bi Erebî zanîbû. Heta ku hineka digotinê de, (Hacî Ûsivê Paşê). Di çîrokên kurmancî de, şexsiyeta Hacî Ûsiv, xulamê Mîr tîne bîra mirov.
Em vegerin ser Nayif: Di sala 1966 ande di 76 saliyên xwe de, li paytexta Sûrî, li Şamê, wî wefat kir. li gor qewîtiya wî, ew li ser serê çiyayê Qereçox, nêzîkî dareke kevnare veşartin.
Belkî, Nayif dixwest ji wan kesên ku werin ser Quba wî bibêje: Di jiyana xwe de, ez xwediyê çiyayê Qereçox bûm. Di mirina xwe de jî, vaye ez dev ji Qereçox naberdim.


 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE