rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Çima çarenûsa gelê Kurd ji Irakê dest pê dike?

Dr. Memo Ebdî

Guman têde nîne, dema em bêjin kudistana bakur rolekî serekî dileyîze di avakirina welatekî serbixwe û aza de, jiber gelek sedem û palpiştan: ferehbûna zevî û zêdebûna hemwelatiyên wê û asêbûna çol û çiyayên wê. lê mixabin ev hemî şert û mercên objektîv in, giring in û pêwiste bi çavekî biçûk lê neyê mêzekirin. Ev aliyek ji vê babeta me ye û tiştê seyr ne bi tenê ye, ji ber ku aliyê din jî giring e û di dem û wextna de barê çareseriyê dikeve ser wî de. ev jî aliyê bi me ve girêdayî ye, çiqas em amede ne ji rahiştina barekî mîna vî re. xebat û tekoşîna ku ji me tê xwestin divê Li gor kîjan pîvan û danasîna bê. bi kurtî serkeftina buyêreka siyasî girêdaye hevkombûna van herdû hoyan, ya na wê binkeftin bibê encama dawî ger ne tunebûn bê.
Li gor van agahdariyên jornimandî, em bala xwe didin nexşeya kurdistanê, wê kurdistana bakur dilê babeta me bê û bi taybetî di van bîst-sî salên dawî de, dema ku welatê Kurdan bûbû volkanek, lê qedera kurdan dîsa wan dixapînê bi sedemne nediyar, ku yek matmayî dimîne.di dirêjayîya vî kar û barê şoreşgerî de ku derfetne bêsînor peydakirin di hemî biwarên heyî de, pirsek wisa xwe davêjê holê:tevî ku ew tiştê me bal kişandibû ser têde hebû, gelo sedemên biserneketina vê gavavêtinê çibû?di vir de pêwiste em lêkolînan amedebikin bo afirandina rêbazne nû, serdem bi nirxên ramyariya cîhanê re hevgunce bin, ne ku dij an nakok bin.
Cîhan ji dema ku hatiya afirandin bi saya zorê Dijî, tu dibêjê hema ti ciyawazî di navbera wê û cîhana cinawir û tebayan de nîne.lê sedsala me a bîstan hebekî cuda bû bi sedemê Sekeftina şoeşa sosyalîzmê Li yekîtiya sovyêt û avakirina peymana WARSO,Ku rê li hember peymana NATOyê Girtin, di encamê de hevterazuwek hat dmezrandin û di bin siya wê de tevgerên azadîxwaz xwe livandin.bi gotineke din pir miletan jê qizinc kirin û welat ji xwe re avakirin.Ev jî diyar dikê Ku ne tenê Viyana gelan çarenûsa wan xêz dikî û bes, ji ber ku wek tê xuyakirin bi fermana pêşketina teknîkî û zanistî çarenûsa miletên cîhanê Wisa bi hev ve hatiya girêdan ku ne mumkune tu biryarê bistînê bêyî ku tu di ber çavan re derbasnekê rewşa li dorî xwe, îca tu li vir bêgav dimînê tu xwe li gor van nirxan , bilivînê û rê û rêbazên xwe yên siyasî nîgar bikî, ne tenê Ev, jê zêdetir, tiştê ku tu dixwazê bighiyê Divê Ne dûrî û ne li dij nirxên cîhanî yên heyê bin.helbet kêm û kasî di nirxandinên me yên siyasî de hene û netêgihiştinek di rola faktorên hawîrdor de heye.bi giştî niha ji hemî wextan bêhtir xwe tînê zimên û imza xwe li buyêr û serpêhatiyên diqewimin dihêlê
Vêca, çima bakurê Kurdistanê bi vê funksionê Ranebû tevî wan hemî derfetên ku jê re hatibûn misogerkirin ta em dikarin bibêjin, ku diyardeyên wisa bi vê hêz û ferhbûnê di dîroka miletan de pir kêm in û bi sedên salan nazin.Diyare ku ev jî bû xala tewrî giring di nîgarkirina siyasetk kurdî xwerû de, mixabin nehate dîtin û nebû cihê Balkişandineke teorî jî.bi ya min me bi vî awayê Xebatê, ne tenê Barê Xwe girankir lê me pêre-pêre barê Dijmin sivikkir, di encamê de qada tevger û livandina xwe tengkir ta em gihane vê dawiya trajik.
Di dîroka cîhanê de û bi taybet ya nû de, bi fermanê Ku gerdûn buye gundekî mezin û bi hev ve girêdayî, ne mumkune tu bilvî û hayê Te ji kesekî nebî, le berevajî wê, nexasim kesne mîna me, pêwiste siyaseta cîhanê Xweş lêkolîn bikin berjewendên gelê Xwe bi çI awayî dibe bila biparêzin, yanî divê Em xweş bizanibin, bê alîkarî û piştgîriya dewletên endam di malbata navnetewî mîna rêkxistina netewên yekbuyî dewê bidestxistina armancna bi rûmet ji rastiyê pir dûr be.di bakurê Kurdistanê de bi fermanê Ku dewleta dagîrker di peymana NATOyê de ye û dosta Amerîka û Ewrupayê Ye, piştgîriya doza kuran wê di çarçiva mafên mirovan û pirsa demokrasiyê de herê û werê, ji ber vî tiştî hêviyên biestxistina tiştna giring wê ne di cihê Xwe de bin, yan jî em dikarin binirxînin wek xwexapandineka kawik, ji ber van sedeman me xwest babeta xwe ji navê Wê bidin xuyakirin, ku pirsa kurd di roja îro de çareseriya xwe di başûr de dibînê yan jî kurditana îraqê, ne ku em wan beşên din hîç û pûç dikin, lê ,ro rewşa kurdistana îraqê û derfetên ku lê hatine zayîn me naçar dikî berê Xwe bidinê , ger kurd rewşeke fermî li vê herêmê qizinckirin, bê dudilî emê Navikeke asê Ji kurdistaneke yekbûyî re bidamezrînin û palpişteke piralî bikin para xwe. hingî dibe serkaniyeke pirav ji hemwelatiyên kurdistanê re.
Dibe ku hinek rabin vê pirsê bikin:çima li Kurdistana başûr û ne li cihna din?
Bêguman weke ji me tevan re diyare, li ,raqê bi giştî û li kurdistanê bi taybetî rewşeke awarte li meydanê Ye bi fermanê Rûxandina rejîma xwînmijê Saddam û pêşdîtinên avakirina komareke demokratîk ku bê dudilî wê kurd cihekî payeberz tê de bistînin bi şêweyne ku em bi hêvîne wê nêzîkî merem û xwestekên me yên heyî bin. Em bixwazin-nexwazin ew rêbazên hatibûn meyandin di qûnaxa berberiya du seriyên dijhev de nema bi kêrî vê cîhana nuh tê, ku li gor texmînên min şoreşek berî hemî tiştî di raman û fikrên insan de çêkirin, Kurd êsta naçar in li berjewendên gelê Xwe bigerin û bi ziyanên herî kêm.Ji xwe di ,raqê de bi saya peymana 11-adarê Kurdan xwedmuxtarî bidestxist û bi şêweyekî fermî hate muhrkirin di destûra ,raqê de bênerîn li seqetkirina peymana çêbûyî ji hêla hikûmeta ,raqî ve, jê bêhtir ev bi kêmanî 12 sal ku kurd xwe bi xwe birêvedibin, serbixwe ne, yanî taqîkirdineweke baş ketiye ser hev de û kurd di vê qûnaxa sebixwe de hatine bihêzkirin, xurtkirin li dora tevgera xwe ya siyasî.
Li aliyê din îro nakokiyên nû derdikevin û berjewendên dewletên mîna Amerîka û birêtaniya dikevin Kurdistanê, yanî mercna navnetewî jî peydabûne ku bêguman wê bibne alîkar di pêşxistina doza me de, bi nerîna min demeke zêrîn ji kurdan re hatiye, eger bi hiş xwe bilivînin wê qizinc a me bê, bi gotineke dî îro kurdistana îraqê Avise, helbet hinek dixwazin û bi taybet dagîrkerên Kurdistanê bi serpereştiya Tirkoyê Xwînmij ku mîna kûçikên nexweş dizûrê ev xwesteka kurdan neçê serî û hê di malzika wê de beravêtî bikin, lê ger em xwe berpirsiyar bibînin û dev ji wê berberiya xwe ya berê berdin û zikreşiya heyî bavêjin, emê Xwe bi serbilindî bighînin peravê Asayiş û aştiyê.

Dr.Memo Ebdî / Suriye

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE