|
Bîranîna Laliş
Kovan Sindî
Çi kesê maçek ne dabîtin cama şeraba evînê bi
hoşhest
Nizanîtin çi di bêjîn ji çêjeya gîyanxor ku
xistîn deryayê mest
Ji ku hest, çûn hest dikîn gezt, ku bi ez vebest
ta dil şikest ?!
Çi dikêşîn cefayê ji dest bi lêvan ra ku jivan
derketîn kest
Bi xwedê ger dilop nebaye da ez ji ez nebîtin ji
xwerist
Ma nedikêşa vîyan bi şîwen ku daye me ji canpakê
hevrist
Varî fêrbuyîn biçîn bi dest, ta rabuyîn ji pêyan
me engost gezt
Wê bigehîn kuda serkarwan diçîtin ku ji nû
xistîn rê ji qest ?
Fêr nebuyîn ji êşanên cestpeywest ji nalînan
ziman ne rawest
Lew diçîn parsê te ji lingan dixwazîn li me bune
tacê perwest
Ma çi dizanit bihayê xor derwêş di tavên mahê
xwelî nişust !
Xwe nas naketin pîrê bawerdust bi maça reş hest
dibît şayest
Neçar kirîn ta me bi pencan laperê xwe ji bin
xwelîyê derxist
Guneh li me parvebun, ku ji nax yekîn ma ketîn
di yek payest
Kaferîn ku gîyan bi perîçeng ra perwêzîn çi
kirîn ater perest
Xwe dibînin drust er bi kevirê reş bi gêrin
vebiçêrxin we perest
Tenha ji mebest dagîrkirina can bi cest bê ku ji
xwe bikîn hest
Sernixûn bi peyvên ne ji me hest, aferîn yê
bizanît ev çi helwest
Peyvek pertuka reş nadim bi hezar Qureyiş, werin
bimeş Laleş
Perêsim weş da xelk ne bêjin kurd bêresene hatî
bi ola me vehest
Cîhan frî çi perwazin gehan xerçeng di kevan
gerdûnê val î mest
Hêşta melê li ser pivê dike gengêş ka pê dikeve
yan na nivêjdest!
Ger nizanê çi di nalîn, tenha qencîyek bike ji
bawrîya bi tu rast
Tasek reşengor av bi dest ba sevîya gunehan di
pişta Kov hilawest.
15.12/2004 .
Narînê şenge zînê
Kenî ji şêwe hengvînê
Sewda ji ser di firînê
Dilê kovan di helînê.
Ba dilopek badê bam
Di cama tey zêr keftîbam
Belku lêvan nuşî bam
Da ji mestî sermest bi bam.
Dilê min bi gire bi doş
Di engoştên xwe da bi poş
Da li min bêtin ve hoş
Çêja evîna te bi nuş.
Tu rojê çi gerdûnê
Peyda me di te hebunê
Nebê em ser nixunê
Jîyan rohnîyê nabînê.
Ger zemîn bi te nexweşe
Li ser van çavan bi meşe
Sirwe bi min çi binefşe
Herçax bi ser da di nexşe.
Aarhus.31.03.2005
|