|
Kerkûk:Dilê Kurdistanê
ye!
Besam Mistefa
Roj û meh bi lez berbi dawiya sala-2007-an ve
diçin, sala ezmûna Kurdiya zehmet û dijwar hinde
ko referanduma destnîşankirina çarenûsa Kerkûkê,
li gor benda 140 î ji makezagona Iraqê, dê li
dar bikeve.Kerkûk, ev bajarê pirreng û dîmenê
piçûk yê Iraqê, di rê de ye ko li hembêza xwe ya
rastî vegere, ji ber ku ew berê û niha jî
Kurdistanî bû, dil û qiblegeha Kurdistanê bi
agirê xwe yê geş ku qet nayête vemirandin,
bû.Lêbelê, rê bi şax û dax e, bive û asteng pir
in, û dijmin ji asoyê çavdêriya liberbabûna ala
Kurdî ya rengîn di asîmanê Kurdistanê de dikin,
û bi dûrbînên kîna xwe, sînorên welatê Kurdan yê
birîndar, dipîvin!
Di destpêkê de, divê kar şev û roj were kirin ji
bo bidestxistina armanca xwestî û bicihanîna
dadmendiya ku di serdema tarî û dîktatorên
jinavçûyî de, hatibû perçiqandin.Pêşî,
kampaniyeke berfireh û birêxistî ji aliyê millet
û serkirdayetiyên siyasî bi taybetî herdû
partiyên sereke di herêmê de, were
destpêkirin.Her weha, ev kampaniye di rastiyê de
were xuyakirin.Di vî warî de, her kar û tevger û
xwepêşandanek dikeve çarçoveya armanca lêgal,
angu vegerandina Kerkûkê berbi hembêza wê ya
Kurdistanî ve, û veguhastina herêmê bo
workşopeke bê rawestan di riya girêdana
konferans û semîner û heleqeyên lêkolînî nemaze
yên di derbarê dîroka Kerkûkê û berzkirina
nasnameya wê ya Kurdistanî û balkişandina berbi
gel û etnîkên wê yên pir ve, ta radeya ko ev
mijar bibe ya sereke di seranserê herêma
Kurdistanê de, tanî lidarxistina referandumê di
dawiya vê salê de.
Berbi dilê Kurdistanê ve, divê kampaniyeke
ragihandinê ya berfireh û giştî were
meşandin.Tevahiya navgînên ragihandinê, bê
rawestan divê tevlî wê bibin.Kenalên asîmanî û
radyo û rojname û kovar û malperên ilktronîk yên
Kurdî divê beşdariyê di kampaniyaya gotî de,
bikin.Pêwîst e ew beşê mezin ji dem û bername û
rûpelên xwe ji mijara Kerkûkê ya here giring û
çarenûsî re terxan bikin.Cemawerên Kurdistanê
nexasime li Kerkûkê amade bikin û bala wan
bikşînin ser giringiya mijarê ya dîrokî û katî û
paşerojê.
Kerkûk, tevî hemû konevaniyên erebkirin û
guherandina demografîk, bajarekî Kurdistanî ye û
pirsa wê pirsa tevahiya milletê kurd e.Ew ne
pirsa partiyek anjî rêxistineke taybet e....Kerkûk
pirsa 40 milyon Kurdî, li her çar parçeyên
Kurdistanê ye.Kurd, li parçeyên dinê Kurdistanê
divê ko–li gor imkanên xwe-beşdarî vê ezmûna
Kurdî bibin, bi herman şêweya ku dewletên
dagîrkerên Kurdistanê li parçeyên din,
maytêkirinê di pirsgirêkê de dikin, nemaze
Tirkiyê-serpêhatiya wê di Qibrisê de li bal e !-ya
ku ro bi nîvro dijminahiya xwe ji Kurdan re
diyar dike, gefan li Kurdan bê havil dixwe....weke
nimûne rojnameya (Qel`e) ya Tirkmenî berî çend
rojan serjimareka provokatîv belavkir ko xwedê
giravî ji % 86 ji erebên Mûsil û Kerkûkê
piştgiriya maytêkirina Tikriyê di karûbarên
Kerkûkê de dikin!Li milê din, daxuyaniya
lîderekê kurdên bakur/Tirkiyê di cihê xwe de
hat, dema ku wî got:Êrîşkirina Kerkûkê,
êrîşkirina Amedê ye!Bi gotineke din, divê hemû
navgînên ragihandinê bikevin xizmeta doza dilê
Kurdistanê...Kerkûkê!
Di heman çarçoveyê de, babeta Kerkûkê bibe ya
here giring û pêşîn li nik nivîskar û
rewşenbîrên Kurd tanî pêkanîna referandumê di
dawiya salê de.Di vî warî de, her karek, gotarek
û tîpek dikeve xizmeta armanca xwestî de, û dibe
beşdarê bicihanîna mafê gelê kurd yê rewa û
adilane.
Kurd li hemberî ezmûneke mezin û dijwar in ji
ber gelek asteng û behane û hincetên bê kok û ji
rastiyê here dûr derbarê "destdanîna"gelê kurd
ser bajêr!Pirsa Kerkûkê zelal e û li gor madeya
140 î ji makezagona Iraqê tê çareserkirin.Diyar
e ko makezagona Iraqê ji aliyê tevahiya gelê
Iraqê ve hatiye pijirandin û li serê hatiye
lihevkirin.Berevajî tiştên ko hindek şovonîst û
zikreşên ereb û tirkmen...htd dibêjin ku destûr
ji aliyê Kurdan ve hatiye nivîsandin!.
Dema niha, dema şiyarbûna Kurdiya mezin e.Dema
têkçûna dîktatorên bednav û kîndar yên ku li ser
dilan û singan bi salan veniştî man e.Kurd berbi
rastiyê ve diçin.Ala Kurdî ya sê rengî û şêrîn
asoyên welêt dixemilîne û li bilindahiya asîman
li ba dibe.
Lêbelê....!
Kurdistan bê dilê xwe radize!Agirê herdemî yê
Babagurgur vîna kurdên azad û serfiraz tev
dide:Kerkûk dilê Kurdistanê ye....dilê
Kurdistanê Kerkûk e!!
|