rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

ÊZDÎYATÎ

 

Xanna Omerxalî



Êzdîyatî, yek ji qedîmtirîn dînên kurda û Rojhilatê ye ku hina di gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyên kurdan şopenderê (duketî) Êzdîyatî û Zerdeştiya klasîk bûne.

Niha hejmara tevayê kurdan nêzîkî 40 mîlyon kesî ye. Kurdistan cîh û warekî pir berhemdar e û erdnîgariyeke gelek stratejik de cîh digire. Lewma jî hertim çavê dagirkeran lê bûye ku bixin destên xwe. Destpêkê Kurdistan li sala 1639 an, bi hevpeymana Kasr-î Şîrin, di navbera dewleta İran û İmparatoriya Osmanî de hatiye parçekirinê. Paşê jî sala 1923’an de bi hevpeymana Lozanê axa Kurdistanê navbera Tûrkiyê, Îran, Îraq û Sûrî de hatiye parvekirinê. 40 milyon kurd parçe parçe bûne, lê bi vê parçebûna hanê kurdan karibûn dînê xwe yê netewî yê hezarsalan xweyî bikin û derbazî nifşên dahatûyê bikin.

Kurdistan warê baweriyan de jî gelek dewlemend e. Cûre-cûre baweriyên dînî ku ser rûyê dinyayê têne dîtinê, li Kurdistanê hene. Roja îro ji sisêyan du selefê kurdan misilman in, ku piraniyê wan Sûnnî ne û nav de Şîa jî hene. Ji sisê yan yek selefê kurdan jî êzdî, ehl-î Heqq û sûfî ne.

Tê dîyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomerîya fikirên Îndo-Îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên Îndo-Arî ve nêzîkê hev in. Gotina "êzîd", kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya „yazata“ tê. Gotina „yazat“ jî ji koka gotinên Îranîya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.

Nava çend sedsalan de, misilmanan ne carek, gelek caran ceribandin ku tevayê êzdîyan qirbikin. Serê sedsala XX an de, bi fermana hukimdarên tirkan, sed hezar êzdî ku dînê netewî yê kurdan dihebandin, bi hovitî hatine qirkirinê. Roja bîranîna mirîyên xwe de êzidî, vê gênosîdê wekî „Roja Xezebê“ bi nav dikin.

Paşê jî wextê „Anfal“ ê de (navê Sûra 8 an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirineke kokanî re rû bi rû dimînin. “Anfal” navê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ku li sala 1988 ji aliyê rêjîma Seddam Husêyn ve hatiye pêşxistinê. Armanca (meremê) vê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ew bû ku li İraqê tevayê kurdan qirbikin.

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina roj û agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdîyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e. Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kiras de, ku dibêjinê „girêban“ û cem zerdeştîyan jî ser kiras de cêbek, ku dibêjinê „girêvan“.

Objêyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdîyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.

Carina bi êzdîyatî dibêjin „dînê polîtêîstîk“, lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdîyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdîyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek „xirabîperest“ hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdîya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kosmolojîya êzdîyan de digire.

Bona êzdîyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162 dijiya. Di wextê wî de êzdîyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdîya Şêx Adî ne tenê merivek dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan „Meshefa Reş“ û „Cilwe“ ne . Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lewma divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin. Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûyîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî ya her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devikî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdîyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîyan e. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîyan û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdîyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî li ser rûhanî (dunav) û mirîdan tên parevekirinê. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîdan her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Dema niha, ku êzdî tevayê dinyayê de belavbûyî ne, piraniya wan pey dînê qedîm ku dê û bavên wan jî ew dihebandin, diçin. Êzdî anagorê edetên dînî yên kevin dijîn, ku piştî vê êzdîyatî encax bi şiklê guhastinê ve, heta qurnên pêşerojê hebûna xwe dikare pêş de bibe.


Xanna Omerxalî. Êzdîyatî // Dema Nû. N 136. Wuppertal, 2006. Rûpel 9.
--------------------------------------
Xanna Omerxalî Kî ye?

Tarîxa bûyinê: 15.03.1981.
Xwendina bilind: Fakûltêta Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrgê dewletê, para Îranzaniyê û Kurdzaniyê.
B.A.: Lîsans 2002 – Fîlolojiya (zimanzanîyê) Îranî û Kurdî;
M.A.: Master 2004 – Magîstirê Olzanîyê.
Ph.D.: 2004-2007 – Zanîngeha Sankt-Pêtêrbûrgê Dewletî, Beşa Îrannasiyê.
Praktîk: 2004-2006 – Zanîngeha Georg-August-Universität Göttingen, Seminar für Iranistik.
Xebat: 2005-2006 – Mamostaya zimanê kurdî û dînê êzdiyatiyê di Zanîngeha Georg-August-Universität Göttingen, Seminar für Iranistik.
Nasîna zimanan: Kurdî (kurmancî, soranî), Îranî (Îraniyê kevin, Pehlevî, Farsî), Înglîzî, Rûsî, Almanî, Ermenî, Îspanî, hindik Erebî.
Weşan: 20 meqaleyên ilmî û pirtûkek bi navê „Êzdiyatî. Ji kûriyê hezarsalan“, Sankt-Pêtêrbûrg, 2005.









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE