rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:38


Hewara hinavên herijî

 



Welîd Murad


Ji wê xewa xwe ya mîna mirinê, Tehlo şiyar dibû. Da dîsa biçe avdaniya pembû. Çaxê bi destên çekurî, radihijt bêrê û davête ser milê xwe. Hinga, şevê jî porê xwe yê gijomijo bi dinanên gur dişikand. Û bihna xwêdana wî ya tirş, bi ser kincên xwe yên reş de werdikir. Wî bi potîna dirêj ko digiha kabokê, riya xwe di nav parsûyê wê re diqelaşt û di nav re derbasî nav hinavê cîhana xwe ya taybetî dibû. Bi berbangê re, li ber serê zevîyê mîna alê daçikandî bû.
Heger jiyana her zindiyekî, bazinekî sirûştî be û ji nava dilê zemînê destpê kiri be, bêguman wê ne wek ya Tehlo be. Ew gundiyê ko di malzaroka xweristê de, bi bêreke avdaniyê re bûye hevalcêwî. Bi hev re, tê de kat dane û hestiyên xwe li ber rojê qesp kirine. Loma ew bûye parçeyek ji wê xaka zindî û bi hemû vekarînên xwe ve, rengê çol û zeviyan vedide. Ew carna dilovan û diltenik e, lê carna dikare bibe baran û bibare. Yan bibe bahoz û lehî. Tiştê ko dihêle ev rewşa wî wisa carna serûbinî hev bibe, ew birçîbûn e. Heger zikê wî têr be, jixwe ew xebatkar û berhemdarekî nimûneyî ye. Heger ne wisa be, hêrsrabûyî vedigere mal. Mîna îro ew bi mirûzekî tirş derbasî hundir bû. Çaxê kebaniya wî bi bişirîn pêşwaziya wî kir, Tehlo bersiva silava wê neda. Bêyî ko pê re baxive, ingişkek li jina xwe da. Di pey re bi noqa wê girt û gevirand ser zemînê. Ew da ber kil û keyandinê heya hêrsa xwe tev ji hev belav kir. Bi wê çalakbûnê jî şîv xwar heya ti ciyên vala di zikê xwe de nehiştin. Di pey re bû mîna termekî û di xew re çû.
Pembû li jêrî gund li ser deştek pan çandî bû. Demên dirêj ji boyî avdaniyê, jê re gerek bûn. Ji şevaqê heya tarî dadiket ser rûkê zemînê. Heya deşt û newal di nav reşayîyê de, radipêçan û di jiyanek bêdeng de dihiştin, wî avdanî dikir. Ji bo wan rojên dirêj biqedîne, xwarin ji malê bi xwe re dibir. Da nîşanê winda neke, buxçika xwarinê datanî ser keviya cokekê li serê zevîyê. Çaxê birçî dibû dihat wir. Lê mixabin, nanê xwe li cîgehê wî nedidît. Mîna ko hinek mirov hati bin ji xwe re biri bin. Li dizê nanê xwe digeriye, lê bê sûd bû. Çimkî wî kesek nedidît. Ji kerba çend nifir li wan dikirin.
“Gelo ev kî ye diziya nanê min dike?”, pirsek di hişê wî re digeriye.
Vê bûyerê herroj rû dida û Tehlo birçî û hêrsrabûyî vedigeriye mal.
“Çi li te qewimiye Tehlo?”, hevjina wî jê dipirsî.
Tehlo bêdeng bersiva wê dida, dîsa ew li ser zemînê digevirand û bi avjenîn xwe berdida nav derya helkehekan.
Pembû jî bi ezeziya xwe, av vedixwar û bi hovîtî hildiperikî bejna wî. Dida ser serê xudanê xwe, nemaze di çelê havînî de. Ew bejna pembû carna dibû dilşadî jê re. çimkî ew berhema keda wî bû û di paşerojê de, wê encameke çak jê werbigre. Lê carna dibû xem û hêrs di ser dilê wî de. Ji ber neyarê wî di nav xwe de vedişart. Pembû bi demê re, bilintir dibû. dida ser serê siwaran û bi vê rewşa xudanê xwe hest ne dibû.
Birçîbûn, karê çetin û germa havînî, li hev hatin badan û bûn girêk. Bi Tehlo re giha pileya dawî:
“Divê ez wî bigirim” , di dilê xwe de biryarek da.
Roja din, av berneda ser pembû. Bêr danî ser milê xwe û yekser berê xwe da wî cîgehê herroj xwarin lê datîne. Mîna ko, têkeve hembêza jinekê de. Di hundirê cokekê û di ber bêrê de, li ser piştê xwe dirêj kir. Di nav tariya sîka darên pembû de, hat nixumandin û winda bû. Nedeykirî ma û guhdariya bizava li hawîrdora xwe kir. Bihtirî danê sibê qediye û bû serdana pez. hinga xuşînî ji nav pelên daran hat. Tehlo destê xwe danî ser darê bêrê û nedeykirî ker ma. Mîna mirovê xwe ji pevçûnê re amade bike, destikê bêrê guvaşt. Di wê kelê de, dêwê birçîbûnê çav lê beloq kirin û ew kaş kir bi aliyê tolhilandinê de. Tehlo enirî. Mirikan ew girt û hêrs di dilê wî de kom bû. Hîn ew di wê rewşê de bû, dît lepê ajelekî bi alî wî de tê. Tehlo xwe nelivand. Ji boyî haya Lêwir jê çê nebe, bihna xwe rawestand. Çaxê herdu lingên dawî jê ve xuyanî bûn, nas kir ew ên roviyekî ne. Ji xwe re tene tene dihat. Ne bi minî û ne bi teyo. Haya wî, ji bayê felekê nebû. Ji xwe re piyase dikir û bi bêvila xwe bihna xwarinê dişopand. Di nav bera wan de, du bost neman. Tehlo nema zanîbû pêşî çi bike. ji nişka ve hêza wî tev di qirika wî de kom bû û bi dengekî bilind qîrek da:
“ Ooooo.....o”, deng û vedeng lihev vegeriyan.
Çaxê rovî dengê wî bihîst, nêzîka çar-pênc metran, ji ser zemînê bilind bû. pê re çirîqîniya tireke deng bilind, ji dawiya wî derket. Dengê tira rovî çar caran ji dengê qîra Tehlo bilintir bû. Nema ew rovî vegeriya jêr. Tehlo nema tê digihîjt, ka wê kêlîkê çeng bi rovî ve şîn bûn û firiya asmên. Yan ew bû ba û ji hev belav bû. Li wan derdoran geriya, lê tiştek nedît. Hinekî xwe bê deng hişt, lê rovî diyar nebû. Ne jî kesekî din serê xwe rakir. Lê bû mîna xewnekê. Hinekî pûnijî. matmayî ma. gavek li pêş, du li paş, li hawîrdora xwe temaşe dikir lê bê encam. Neçar dîsa vegeriya ser coka avê, da karê avdaniyê bidomîne. Heya dawiya rojê, ti bûyerên nû çê nebûn. Wê êvarê kerixî û matmayî vegeriya. Roja di pey re, çaxê nêzîkî keviya zevîyê bû, dît wa roviyek li devê riya wî mexelî ye. Giha nêzîkî wî, lê ti bizav ji rovî çê nebû. Raserî wî rawestiya. lingê xwe kir bin zikê wî û avête ser piştê. Rovî bûbû kelaşekî mirî û ava hinavê wî, jê diherikî. Tehlo di ber xwe de girnijî û bi dengekî nizim got:
“Bi xwedê, ew roviyê roja gonê ye. Çaxê ew tira bi zehî kir, hinga hinavên wî diriyan. Herijîn û bûn av.”




Elmaniya, 18.08.2003












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE