rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39


 

Li Qamişlo wêneyê şêx Meeşûqê Xiznewî li ser dîwaran hate çapkirin

 


















Qamişlo/rojava.net: Grûpeke nenas wêneyê şêx Meeşûqê Xiznewî li çend kolanên bajarê Qamişlo, li ser dîwaran xist. Ev çalakî di seetên dawî ên şeva 26.02 pêk hat. Wêne herî bêtir li kolanên Cirnik û Enteriyê hatin dîtin.
Çavkaniyên herêmê ku rojava.net di dema amadekirina vê nûçeyê de bi wan re axifî diyar kirin ku ew vê çalakiyê mîna “bibîranîna şêx Meeşûq û herweha bo protestokirina rêcîmê, bi tayebtî jî anîna hejmarek mezin ji leş
keran û bicihkirina wan di herêma kurdî de, dinirxînin.”

Şêx Meeşûqê Xiznewî di gulana 2005ê de ji hêla hêzên istixbaratên rêcîma Sûriyê ve hatibû revandin. Di 01.06.2005ê de kuştina wî hate eşkere kirin. Şêx Meeşûq wek ş
êxê şehîdan li rojavayê Kurdistanê tê binavkirin.

Hêjayî gotinê ku rêcîma Sûriyê hejmara hêzên xwe ên leşkerî li herêmên kurdî di heftiyên dawî de pirtir kir.










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE