rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Name

 


Azer Osî

Min qêmîşî te nedikir yar,
ji te re….
nameya, ku ji ber!
biwestin çavên te,
û fêrmiskan bibarînin
bişînim, yan birêkim.
Dibe! Ku ew fêrmisk
Bibine lehî û tu ji gunehên xwe
Li ber wê lehiyê biçî.
Yan bibine derya!
Û tu tê de noq bibî.

Bê vexwendin

Li vir nehiştin
Ku ez ….ta bi siya te
hembêz bikim.
Ma li wir
Û
Bê vexwendin
Tê bê!
Û li ser termê min
Sirûda evîneke,
bê lêxistî,
bask şikestî,
bixwînî.















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE