rojava@rojava.net

 
   


Jiyan bêdeng e

rojava.net 26.12.2005

 


Tengezarê Marînî


Têkperî
li vir hertişt heye
dengedeng
bîn
daristan
dîwar
********

Li vir çutişt tune
xiwê
dergeh
evîn
********

Sîberê..
xwe ji ber berdilka min vekêşa
Odysseus
kelkela xwe bê ronî hêla
şopnas
xêzên zarokekî nas nekirin
wistiyabûn
korî
û bendewarî
********

Kolan li şûn xwe hişt.
********

Rojname
giyan
û cotek pêlav
di himbêza cigareyekê de
********

Giya
sîbera segekî
û mirovek bêkilît
********

Li xwedê digerim
sîtava xwe zeft dikim
têl
´ta winda dikim
bazinê li min alandî
distrênim
di tewênim,
dinehwirênim
ber bi kevalê helbestvanekî ve diçim
winda dibim
di sêva Cézann de
********

Kum
dirreh
tavên lerzok
wêne
pirtûk
û tevzînoka xewnê
********

Divê tu negirî
mûzîk tune
û ez jî
********



 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin