|
Hoşeng Broka
Di http://www.avestakurd.net/de,
û Li jêr navê „Kî li pişt vê tevlîheviyî û bêhurmetiya Kemal Qadir
e?!“
http://www.avestakurd.net/tengezar%20mar.htm, „kak“ Tengezarê
Marînî, gotareke „hestyar“, „dibe“ ku „hêjayî“ Kurdên „barûdoxên
hestyar“ û „Kurdistana wan ya hestyartir“, be (jixwe her tiştê me;
yên bi qedera Kurdî,: navên me, gavên me, pirtûkên me, polîtîkayên
me, rewşenbîriya me, xwîna me, serokên me, hikûmetên me, gendeliya
me, birakujiya me, dadgehên me, biryarên me, zindanên me û…….htd., „gereke“
her dem û her cih, her Kurd û her Kurdistan, aliyê „barûdoxên
hestyar“ bin), li weşanê daye.
Tişta herî balkêş, di vê gotara „hestyarane“ de, ew e, ku kak
Tengezar:
- hewl daye, Ku bi mentiqê „teyoriya komplokirinê“, diyardeya Dr.
Kemal Seyid Qadir, yê ku li Hewlêrê, ji ber „gunehkarkirina“ du
nivîsên wî, bi 30 sal zindanên tekûz, hatiye „devgemkirin“, bixwîne.
Lewre „kak“ Tengezar, bi wê pirsa xwe, ya „hestyarane“ û „mezin“
destên nivîsandinê „dirêjî“ „xiyanetkirin“, „dijminkirin“ û
„casûsîkirin“a Dr. Qadirî, dike.
- hewl daye, ku bi mentiqê “rewşenbîriya desthilatdariyê”,
bergiriyeke “hestyarane”, di ber “Kurdistana pozîtîv”, “istixbaratên
pozîtîv”, “hikûmeta pozîtîv”, “dadgehên pozîtîv” û “ yasaya pozîtîv”
de, bike.
Lewre ew, “bergirînameya” wî ji gotara rewşenbîrekî takekesane û
bêlayan bihtir, wek gotara layangirî û “cemawerekî”, ku wî “ne gez e
ne jî pihîn e”, li ber xwe dide.
- û herweha hewl daye xwe, ku bi mentiqê “belê serokê min” û “bi can
bi xwîn, em bi te re ne, ey serok”, diyardeya 30 sal-hukumkirina
Kurdekî nivîsandin û yasayê, ji ber du “dijûn-name”, du
“gefxwendin-name” yan jî du “belgenameyên” “tawankar” û “gunehkar”,
di dadgeha Kurdistaneke “azad”, “yasaperwer”, “mafperwer” û
“mirov-perwer” de, li hukum bide.
“Kak” Tengezarê ezîz,
eger pirsa Dr. Kemal Seyid Qadir, wek diyardeyake ji “reş heta bi
sipî”, pirsa “kerî”, eşîretî, xalûxwarzêtî û hevaldoşkiyê be, xweş
bawer be, tu bi xwe baş dizanî, wek ku gelek derdorên me jî, dikarin
baştir bizanin, tu ji bo min xweştirî û navê te jî ji navê min re,
şêrîntir e.
Lê pirs ne ev e.
Pirsa Dr. Qadir ji “dijûn-liqelemdan”, “teşhîr- û qezif-liqelemdan”
û 30 sal zindankirinê bihtir, ew pirsa azadiyê ye.
Ew pirsa dadgehkirina azadiya nivîskariyeke bi Kurdî (li şûna ku li
dadgeheke bi qanûna “perlemaneke” bi Kurdî be), di dadgeheke ji
wexta “qanûna Seddamî” de, ye.
Rast e, di herdu nivîsên xwe de (minîş şêx Zanayek dinasim &
agahdarînameyek http://kurdistanpost.com) , ku Dr. Qadir dijûn û
gefxwendinên li rêzdar Mesûd Barzanî û binemala wî xwendine,
“metodeke” bê ser û ber ji dijûnbelavkirin û tolvegirtinê , ku
dikare ciyê şirovekirin, rexnekirin û mehkemekirinê jî be, bi kar
anî ye.
Lê li aliyê din, ya ku dihêle “darizandina Dr. Qadir”, wek
“proseseke rewşenbîrane”, ciyê ravekirin û rexnekirinên mezintir be,
ew e, ku dadgeh û hin berpirsên hikûmeta Hewlêrê, “dijûnnameya
Qadirî”, ya beramberî rêzdar Barzanî, “efsaneya Barzaniyan” û
“dezgeha Parastin” ê, wek “dijûnnameyeke” esih û “tawankar”
beramberî tevaya navê Kurd û Kurdistanê, li qelem didin.
Ji aliyê xwendina min ve, bi qasî ku ez “aliyê dijûnan”, di Dr.
Qadir de, rexne dikim, weha û bihtir, dikarim “mehkemekirina li gora
qanûna Seddamî” jî, bibim şirovekirin û rexnekirinê.
Li gora mentiqê hemwelatiya azad, mentiqê mafê mirovan û mentiqê bi
Kurdî jî(mih bi lingê xwe ve û bizin bi lingê xwe ve), herwekî çawa
“şeqama hemwelatiyekî Elmanî(ku hûn cîranê wî ne), ji rûyê
mezintirîn serê hikûmeta Elmanî Gerhard Schröder re, ne wek şeqamekê
li rûyê 90 Milyon hemwelatiyên Elmanî, hate darizandin, weha
jî(ligel berbiçavkirina helûmercên Kurdistana “azad”), gereke
“şeqama Dr. Qadir”, bihate mehkemekirinê.
Kak Tengezarê ezîz,
Wexta ku hûn li gora mentiqê xwe û “rewşenbîriya xwe, ya ku di bin
barûdoxên hestedar de, diçe xwederbirînê”, “şeqama Dr. Qadir” wek
şeqameke “xiyanetkar, ku hin destên dijminane, li dûv hene”, dixwîne,
ma gelo hûn “şeqamên” desthilatdariyên bi Kurdî jî(ku nayên
hejmartin) ji rûyê Kurdên wan re, li gora heman mentiq û heman
rewşenbîriyê, dibin xwendinê???
Erê ma destên li dûv “şeqamên” birakujiya bi Kurdî, û parvekirina
“Ibrahîm Xelîlê” bi Kurdî, Hewlêra bi Kurdî, Silêmaniya bi Kurdî û
gendeliya bi Kurdî, li gora heman mentiq û heman rewşenbîriyê,
destine dost in yan jî dijmin in???
Wek kêşeyeke rewşenbîrane, ma ne gereke, “şeqamên” desthilatdarên bi
Kurdî û “şeqamên” hemwaltiyên wan, li gora yek mentiq, yek yasa û
yek dadgehê, werin mehkemekirin???
Ma dadgeh tenê ji bo mehkemekirina “keriyê hemwelatiyên bi Kurdî” bi
tenê ye, yan “kak”, “mam”, “ap” û xalên wan jî hêjayî heman dadgeh û
heman mehkemekirinan in???
“kak” Tengezarê ezîz,
tu dizanî min ne “kak” e, ne “mam” e, ne “ap” e û ne jî “xal” e, ku
ez wan bi Kurdî bibim efsanekirinê.
Bi mentiqê xwendineke bi Kurdî û bêlayan, Kurdistan bi qasî ku
gereke ya „kakan“, „maman“, „apan“ û „xalan“ be,, weha jî gereke ya
„ne-kakan“, ne-maman“, „ne-apan“ û „ne-xalan“ be jî.
Di nivîsa xwe de, hûn „berxwedaneke“ bê hempa, di ber „pozîtîvîzmeke
bi Kurdî“ de(hikûmeta pozîtîv, Hewlêra pozîtîv, dadgeha pozîtîv,
yasaya pozîtîv û azadî û serbixweyiya wan yên pozîtîv), weha
derdibirin:„ Mehkeme li Kurdistanê ta radeyeke bilind azad e“
„Ev kar ê, çima 30 sal sezadan bo Kemal Qadir hate dan, ne karê heta
serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ye,- tenê mafê wî heye,
wek wî, wek her hevwelatiyekî, bi rêkên legal gilihên xwe bigihîne
ber dergehê dadgehê, êdî birayr ya dadgehê ye, ji ber divêt dadgeh
azad be, û kesek maytêkirina xwe di birayrên wê neke, bila hemî
daxwaz, revîziyon û cum û col di rêka dagehê ve bên, ne di rêka
filan û bêvan ve.” her weha ye jî”
Ne xêr „kak“ Tengezarê“ ezîz,
Eger dadgeh wek ku hûn fermoyîn, li Kurdistana „azad“, azad bane;
eger yasa serbixwe baye, eger dadgeh ji bo her kesî, serbixwe û
bêlayan, bihatane lidarxistin, wê Kurdistanê, wê azadiyê û wê yasa û
wê dadgehê jî, dê ne „kakek“ û „mamek“, ne „Hewlêrek“ û „Silêmaniyek“
û ne jî „Ibrahîm Xelîlek“ û „Ibrahîm Xelîlekî din“, rû bidane.
Lewre, bi qasî ku Hewlêr/yan jî Silêmanî, û azadî û serbixweyiya
Yasa û dadgehên wan, dikarin wek „muesesatine pozîtîv“ bin, hîn jî
dikarin „dezgehine nêgatîv“ bin.
Tenê yek sedem dikare vê „nêgatîvbûyîna dezgehî“, li Kurdistana „azad“,
bi me biselimîne, ew jî „qanûna ji Seddam heta bi Seddam“ e, ku hîn
li gora wezîr û berpirsên hikûmeta „Kurdistanê“, hemwelatiyên
Kurd(ku Dr. Qadir li vir nimûne ye), bi wê didin darizandinê.
Belê rast e, wek ku hûn jî fermoyîn, Kurd „welatekî xwedî dezgeh û
muesesat dixwazin“ , lê bi herhal ne dezgehên ku hîn li gora „qanûna
Seddam“, Kurdan dibin mehkemekirinê.
Lê ev rexne „zanistî“ û „di rêkên yasayî de“ be(wek ku we hêvî
kiriye), yan jî na, wê hukumdariyê ew „rewşenbîriya we“ dizane.
„kak“ Tengezarê ezîz,
bê guman rêzdar Mesûd Barzanî,
ciyê serbilindiyeke bi Kurdî ye, ku hîn xwe wek „pêşmergeyekî“, li
qelem dide;
ew ciyê pir helwestên bi Kurdî û berbiçav e, ku beramberî yên din,
bi Kurdan û ji bo Kurdan, distîne; û herweha ew ciyê şanazaiyeke bi
Kurdî û Kurdistanî ye, ku tiliyên xwe, yên bi Kurdî, ber bi navê
çareserkirina kêşeyên Kurdên xwe yên din, li Kurdistanên din, vedike.
Û tam li vir, û ne li aliyekî din, ku serokê herêma Kurdistanê
rêzdar Mesûd Barzanî, diçe Kurd û Kurdistanê (û bi Kurdî tê xwestin
jî ku biçe), bi ya min, ji we wek aliyê nivîsandinê, bi Kurdiyeke
cegerdartir, tê xwestin, ku hûn rewşenbîriyê ji „barûdoxên hestdar“
û desthilatdariya „hikûmet û paytextên bi Kurdî, hestedar“ ferehtir,
û Kurdsitana xwe(yan jî Kurdistanên xwe), ji „Kakan“, ji „maman“, ji
„apan“ û ji „xalên“ wan û wêdetir bibin.
Îro „kak“ , „mam“, „ap“ û „xal“, hene, lê sibê bê guman e, Kurdistan
dê were.
----------------------------------------------
*Amaje: Wek berpirsyariyeke exlaqî, ev „bersivname“
di 24.12.05 an de, ji bo heman malpera(http://www.avestakurd.net/)
ku rêzdar Tengezarê Marînî, „pirsnama“ xwe, tê de, li weşanê dabû,
hatiye hinartin.
hoshengbroka@hotmail.com
|