|
Paş erêkirina mezin(507 deng) ji
parlemana Tirkiyeyê(17.10.07), ku rê da
serokatiya artêşê, daku bikaribe li jêr behaneya
terqandin û jiholêrakirina PKKê, desttêwerdan û
êrîşan di nav Başûrê Kurdistanê de, bike, herêm,
roj bo rojê, ber bi krîzeke mezin ve(û belkî
şerrekî mezin jî), diçe.
Mebesta nêzîk, ji van êrîşên nêzîk, wek ku ji
daxwiyanî û gefên berpirsên bilind, yên herdu
Tirkiyeyan(Tirkiyeya milîtarîst a Kemalîst +
Tirkiyeya sivîl a Erdoxanî û Islamîst), diyar
dibe, helbet, kuştin û jinavbirina „Kurdistana
çiyê“ ye, ku ev çend salin, li jêr kontrola
gerîlayên PKKê, di çiyayên Qendîlê, yên asê de,
li ser piyan û di nava kefteleftek mezin û
xirecirên ne hesan de ye.
Lê mebesta dûr û bê guman, ji êrîşkirin û
kuştinlidarxistinên berimkan û berqewam, „Kurdistana
deştê“ ye jî, ku ev 17 salên bi Kurdî ne, ew li
jêr desthilatdariya herdu partiyên serek PDKê û
YNKê, diçe damezrandin, avakirin, xwexwedîkirin,
xweîdarekirin, xweazdkirin û xwerizgarkirinê.
Helwesta dewleta Tirk(dewleta şifqê + dewleta
hîcab û destmalê), beramber bi herdu Kurdan û
herdu Kurdistanên wan, ku ji „antî-Kurd“ heta bi
„antî-Kurd“ e, eşkere, zelal û vekirî ye.
Li gora nerîn û daxwiyaniyên serokên herdu
dewletan(serokwezîr Erdoxan + serokerkan
Büyükanit), serokên Kurdên „Kurdistana deştê“, „serokêl,
serokçete û serokeşîr“ in, û „ne hêja“ ne ku
Tirk(ku her yek bi dinyakê ye), li ser maseyên
dewletê, bi wan re, rûnin û wextê dewleta xwe,
bidin wan.
Serokên „Kurdistana çiyê“ jî, jixwe, li gorî
heman „mentiqê“ bi Tirkî, antî-Kurd û Kurdistan,
„xirabkar“, „xwînperest“, „şerrperest“, „cudaperest“
û „terorîst“ in.
Çapemeniya Tirkan(bi taybetî Hürriyet û xwişkên
wê), rojane, gefên mezin li serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî, dixwin.
Hindek ji van „hürriyetçiyan“ dibêjin „yê ku
terorîst û dizan, li ba xwe, bihewîne û bi xwedî
bike, ew jî, terorîst û diz e“.
Hindek „hüriyetperestên“ din, ji „dewletên“ xwe
daxwaz dikin, ku „Kurdistana bela serê Tirkan“
dagîr bikin, çimkî „Terorîst di paş bextê wê de,
veşartî ne“.
Hindek kurxaltîk, kurmetik û şagirtên wan „hüriyetdostan“
jî, wisa bawer dikin, ku „rêya safîkirina
problemên Tirkiyeyê bi Kurdan re, di safîkirina
Kurdistanê re, derbas dibe“.
Lewma, hindekan ji wan Tirkên „hüriyeta“, bi
Tirkî, gazî serokdewlet, serokwezîr,
serokartêşên û serokmîtên xwe kirin, daku „dest
û lingên M. Barzanî girêbidin, û wî li kêleka A.
Ocalan, di Imraliyê de, razînin“.
Lê, ya seyr, ew e, ku Kurd li seranserî
Kurdistanên xwe yên pirr, beramberî vê helwesta
bi Tirkî, antî-Kurd û antî-Kurdistan,
pirrhelwest û pirrdest in.
Û ya hîn seyrtir jî, ew e, ku ji vê helwesta bi
Tirkî, tirktir, hin Kurd hene, ku PKKê û
gerîlayên wê, wek rêxistina „Elqayîda“ û belkî
jî „terorîsttir“, dibînin.
Pirraniya van Kurdên ku helwestnameyên xwe, yên
„ji Tirkî û wêdetir“, li dijî PKKê û „Kurdistana
wan, ya çiya û çiya“, çep û rast, lêdixin, xwe
di pişta Kurdistana Başûr, Barzan, Hewlêr û
Silêmaniyên wê de, vedişêrin.
Bê guman, serokatiya Kurdistanê(bi taybetî kak
Mesûd Barzanî), heta aneha PKKê û serokatiya wê,
wek „terorîst“, hesab nake. Jixwe li hêla din jî,
serkirdeyên wê, rojane, bersiva gefên Tirkan û
Tikiyeyên wan, didin û dibêjin: „Hemberî
derbasbûna leşkerên Tirkiyeyê bo Kurdistanê, em
dê bê bersiv, bêdeng û bêdest nemînin…qonaxa
şerrê Kurd dij bi Kurd û kuştina Kurd bi Kurd,
êdî derbas bû…em psîkekê jî, ji Kurdistanê, bi
Kurdî, radestî Tirkan nakin“.
Pirsa ku li vir, dikare bi Kurdî, xwe çengî rûyê
van Kurdên, ku di pirsa „Kurdistana çiyê“ de, ji
„Tirkan tirktir“ in, bike, ev e:
Gelo qezenc û sûdwergirtinên „Kurdistana deştê“
dê çi bin, eger „Kurdistana çiyê“, bi destekî ji
Tirkî, hate gurandin û jiholêrakirinê?
Bê guman, şerr, bobelat û wêraniyeke wisa mezin
û ziyanbexş e, ku her kes tê de, kêm zêde,
qurbanî û windayîyan, dide.
Pirr hesan e, ku PKKê biryara „agirbesteke timî
û yekalî“(wek ku berê jî, pirr caran, kiriye),
bide.
Pirr Hesan e, ku PKKayî çekên xwe deynin(wek ku
gelek alî dixwazin: Serokên „Kurdistana deştê“ +
Ewropa + Amerîka…htd), ku nema şerr bikin, û
berê xwe bidin „siyaseta deştê“.
Lê pirsên ku bi Kurdî, li bersivan û xwediyên
wan digerin, ev in:
Gelo Tirkiye dê çiqasî, hesan, mafên Kurdan, li
deşta „siyaseta hesan“, bide wan?
Kî, û çi, çiqasî, dikarin garantiya Kurdekî „mafdar“
û „mafrewa“, li Tirkiyeyên „şifqe û destmalê“,
ku „rewa“ û „mafmezin“ in, bide?
Kî, çiqasî dikare here dostaniya Kurdên „bêmaf“,
mîna ku ew li ser dostaniya Tirkiyeyê û „mafên
wê“, yên mezin, dimirin û xwe dikujin?
Kurdistana „bive û xeternak“, dê çiqasî bikaribe,
bi siyaseta deştê, wekî Tirkiyeyê, yan nêzîkî wê,
mafrewa, bijî?
Dibe, ku mirov hindekî yan gelekî, ne wek PKKê û
bîr û boçûnên serkirdeyên wê, bifikire.
Dibe, ku mirov ji hindek helwestên serokê wê yê
dîl, A. Ocalan, ne razî be, yan jî qet jê hez
neke.
Dibe, ku mirov rexneyan(hindik, yan jî pirr), bi
Kurdî, li „Kurdistana çiyê“ û serkirdeyên wê,
bike.
Dibe, ku mirov zêdtir, yan jî kêmtir, ji „Kurdistana
deştê“, siyasetên wê, û serokên wê, hez bike.
Dibe, ku mirov ji „Apo“ bihtir, ji „Kako“,
„Mamo“ û „Babo“, zêdetir, yan jî hindiktir,
„sucde“ bike.
Lê ya herî bi Kurdî, teqez, esih û girover, ku
vê „Kurdistana delavê teng“, qet nabe, ew e,
ku Kurdek, di paş Kurdistanekê de, Kurdistaneke
din, bikuje.
Ku Kurdek, di paş Kurdekî din e, destekî bi
Kurdî, destgîr û radestî mirinê, bike.
Ku Kurdek, di paş „dewleta Kurdistana deştê“ de,
şerrê „dewleta Kurdistana çiyê“, bike.
Ku Kurdek, di paş „pêşmergeyekî“ de,
„gerîlayekî“ ji gefên destekî bi Tirkî û
antî-Kurd re, tikî tenê, bihêle.
Ku Kurdek, di paş navê „Barzanî“ de, heyfa navê
xwe, ji navê „PKKeyîyan“, ji navên çiyayên wan,
û ji navê xwîna wan, hilîne.
hoshengbroka@hotmail.com
|