Werger: Tengezarê Marînî
1. Destjêberdan
Deqê 1
Hîn spêde zû bû. Ez wistiyabûm, ji ber şev bi dawî bibû û hîn xew
neketibû çavên min.Şevk e gergîne (nexweş û tevlîhev) bû, tişta, ku
min di gel vê jinê buhurandibû. Kesekî ji bilî min li kolanê nebû.
Ez çûbûm êstegehê, ji ber ku diviyabû bi şemendeferê biçûma bajarekî
din. Lê dema ez di ber saeta bircê re çûbûm û lê nerî bû, daku bi ya
destê xwe re bidim ber hev, min dîtibû ku ez gîro mame, bêhtir ku
min pê hizir kiribû.
pêdivî bû saeta min rawestiya ya. pîssssss!..
Deqê 2
mamtmayî, di cihê xwe de mabûm, min nema zanîbû çi biramiyama, an jî
bigotaya.
Hêdî-hêdî çûbûm, di nav ponijîna xwe de noq bibûm, parêzvanek li
pişt min bû, ji bo careke din di gel bipeyiviyama.
Careke din gotibû min: „ Destan di ber xwe re berde, dev jê berde!“
Bi rastî bêdeng bibûm. Hemen hemen bo min wek pêkenînekê nexweş
hatibû.
Çima ev mirov di min negehîştibû?
Êdî çi pêdivî bû bibûbaya?..
Deqê 3
Ew nîşana hindê bû, ku ez saeta spêdê ya dereng, textê xewnên şevê
berdim, min nizanîbû.
Herdem ez yê dawî bûm, ku xweşgeha xwe berdida, Ve carê jî, spêdê
gelekî zû bû, hîn kolan pakij û vala bûn.
Ez çûbûm êstegehê, daku bigihiştama şemendefera saet 5.23.
Di rê de, min li avahiyên bajêr temaşe kiribû, ser xênî, berjor de,
min temaşe kiribû, min xema niştecihên wê deverê xwaribû.
Rojeva te kengî dest pê kiribû?
Awira min berbi saeta bircê de, çelqiya bû û bi şêweyekî automatîkî
min şanika wir û ya min li jêr dabû ber hev.
Ji bo asîman !
Ez hinekî tirsiyabûm, dema tênegehîşibûm, ku pir derengtir bû ji wan
carên din.
Niha pêdivî bû min bilezandaya.
2. Vegeriyana Malê
Ez vegeriyabûm, min salon derbas kiribû û li derdora xwe dinerî.
Ev hewşa bavê min ya kevin e.
Goleke avê di nêvî de, amorekî kevin î bêkêr, lihevpêçayî, rê li ber
pêpelûkên axî girtibû.
Li hewşê, nawo-nawa pisîkê bû. Paçekî çiryayî, ku carekê li singekî
hatibû alandin, berbi ba dibû.
Ez giham. Kî dê pêşwaziya min bike? Kî dê li piştî dergehê pixêriyê
raweste?
Keldûman ji berê kêlê”Pêxare” derdikeve, qehwe ji bo şîvê tê
kelandin.
Tiştekî ji te veşartî heye, tu hest dikî, ku tu li mal î?
Ez nizanim, ez pir nemisogerkirî me, mala bavê min e,
lê bi sarî parçeyek li teniştê ya din e, mîna ku her parçeyek bi
rewşa xwe ve mijûl be, ku min hinekî ji bîr kiribû, û hinekî
naskiribû.
Çawa bikim, da bikarim ji we re bibim alîkar, çima ez bo we? Di gel
ku ez jî kurê bavê cotkarekî kevin im. Ez ewle nabim, li dergehê
pixêriyê bidim, tenê ji dûr ve, bi dizî, lê guhdarî dikim, tenê ji
dûr ve, şipiyayî, guh lê dibim, ne wilo ku ez mîna guhdêrekî bi dizî
bête niçixdan“ Ji nişka ve“ û ji ber ez ji dûr ve û bi dizîka
guhdarî dikim, deng nakim, tenê dengekî nizim, mîna lêdana saetê,
dikim, an jî weha tê sehwa min, ku ez dengekî dikim.
Li vir wisa bû, ji dema zarokatiyê ve.
Ma dê çî din li pixêriyê çêbibe, ev sirra kesên ku li wir
rûniştîbûn, yên berahîka min li wê deverê bûn. Çendî mirov mana li
ber dergehî dirêj bikê, dê hewqasî xerîbtir bibe.
Ew dê çi bibûbaya, eger nuha yekî dergeh vekiraya û pirs ji min
bikiraya.
Dê ne bi xwe jî bûbaya mîna yê razên xwe ragirtine?
Jêder:
„ Franz Kafka: Sämtliche Erzählungen, hg.v. Paul Raab, Fischer
Tascenbuch 1078, Frankfut/M. 1970, S. 320f“
3. Efsaniyeke biçûk
„Ax“ mişk gotibû: Her rojek diçe, cîhan li min teng dibe.
Li destpêkê weha fereh bû, ku ez ditirsiyam, min bazdida û kêfxweş
bûm, min hêlên çep û rastê yên dîwarê dûr didîtin.
Lê ew dîwarên dirêj bi lez û bez bi ser hev de dihatin. Ez li odeya
dawî me û li wir di quncikê de xefk heye, ya ku ez ber pê ve
bazdidim.“
- „Pêdivî ye tu rêya bazdana xwe biguherînî“, pisîkê gotibû û ew
xwar.