Jîr DILOVAN (jirdilovan@web.de)
Dîsa mîna heroj min ew li heman cihî, li kolana nêzîkî hayîma
penaberan dît. Şevqa xwe ya bitepik a şeş goşe li ser pora spî ku
tayekî reş tê de nemayî pehn kiribû. Bedlê rêş bi ser qutikê spî de
berdabû û qundereke Diyarbekirkî ya ser tûj di lingên xwe re
kişandibû. Destê xwe bi şûn xwe ve girêdabû û şeqe şeqa tizbiha wî
ya kehrebanî bi hawîr diket. Dîsa lêvên wî li ser hev direqisîn û ji
xwe re diaxivî. Carcaran rû lê di girijî û qermîçonkên pêl çavê wî
bi ser hev de didewisîn. Carna jî rûdêna wî mîna heyva ku ji bin
ewran derkeve û ronî bide, ew qerastina li ser xwe diavêt. Di nava
deh xeberan de, rûyê wî ji şêweyekî vediguherî şêweyekî din. Nizanim
cara çendabû ku min ew bi vê timtêlê didît.
Lêpirsîn û nasîna wî ji min re bûbû armanc. Hê roja pêşî ku min
dîtî, min şibandibû apê xwe. Ev jî teqez ji aliyê me bû, lê kî bû û
çi derdê wî hebû heta ku di van deran re derketibû. Heger min ev yek
fêm nekiriba, hedana min ê nehatana.
Dema çavê wî bi min ket, bi hêviyeke mezin li min ma xar. Diyar bû
ku ji ber tenêtiyê bêzar bûye û li hevalekî axaftinê digere. Çawa
dît ku ez ber pê diçim, gavên xwe sist kirin û tizbiha di nava
destan de rawestiya. Ber bi min ve bi tihêlekê bû û di nava meşîn û
nemeşînê de ma bêbiryar.
Hê hinekî ji dûr, min silav dayê û got:
„Roj baş apo!“
Weke dîtineke xwe bibîne, bi kêfeke zarokî bersiv da:
„Roj baş biraziyê delal!“
Meraqa wî di rûdêna wî ya ku îfadeyeke gumanbar lê rûnandî re xuya
bû. Lewra yekem car bû ku em pêrgî hev dihatin û ji nişka ve ez pê
re bi Kurdî axivîbûm.
Bi wê meraqê peyva xwe domand:
„Biraziyê delal min tu nasnekirî“
Min xwe da nasîn û mebesta xwe ya ku min dixwast derdê wî fêm bikim,
jê re got. Mîna cêrekî avê ku li ber dev be, dêwla dawî vala bikinê
û serve biçe, bi carekê fûriya. Got û baland. Ji zaroktiya xwe dest
pê kir û keser li ser keserê xortaniya xwe vegot. Di cejn û dîlanan
de sergovend bû. Kesekî nikarîbû mîna wî govendê bigerîne. Nêçîrvan
û kewgêriyekî hêl bû. Nîşangirekî tifingê bû û ji dused metroyî
derzî dihilanî. Di beza hespan de kesekî nikarîbû suwariya wî bike.
Piştî zewicî bû, ji bo debara aborî, dest bi qaçaxvaniyê kiribû.
Dema ku kesekî nikarîbû ji gund derkeve, wî li sînor dixist diçû
Qamişlo û carcaran derbasî Helebê jî dibû. Bi diravan (pere)
dileyîst. Hê zaroka wî ya pêşî çênebûyî ewî qesir û qusûr avêtibûn
ser hev. Nîvî ji erd û zeviyên gund kirîbûn. Hê haletê darî di destê
cotariyan de, wî çûbû ji Dîlokê traktorek kirîbû û berdabû nava zevî
û erdan. Kiribû ku libek dehan, bîstan, sedan bide. Piştî derbeya
12ê Rezbara 1980an, qedera wî jî veguherî bû. Ew û herdu lawên wî
yên ku yek parêzer û yek jî endezyarê çandiniyê, bi sedema ku
arîkarî dabûn rêxistineke cudaker, hatibûn girtin. Heşt salan li
girtîgeha Amedê di bin êşkenceya giran û hovane de mabûn. Koma
kufletê hur, tevî du bûkan mabûn di stuyê jina wî de. Di nava heşt
salan de, ketibûn ber zevî û erdan ji bo debara xwe ya aborî
firotibûn û mabûn bi serê xwe û xaniyê hişk û hola. Bi derketina wan
a ji girtîgehê re, herdu lawên wî ku di dezgehê êşkence û heqaretên
Esat Oktay Yildiran re derbasbûyîn, li mal venegeriyabûn. Jinê xwe
her yekî bi du zarokan bî hiştibûn, berê xwe dabûn çiyayên welêt û
ketibûn nava refên şervanan. Ew jî ji ber êşkenceya giran, movikên
pişta wî ji ser hev çûbûn û nikarîbû rahêje pirtikekî. Herwiha
bikêrî qirşekî hew dihat. Vê yekê jî ew pir xemgîn kiribû. Dîsa jî
çend serî pez peyda kiribûn ku debara malbatê bi wan bike. Lêbelê
dewleta çavsor bela xwe jê venekiribû û suravkê herdu lawên wî di
serê wî ve derandibûn. Ne carekê, ne dudo û ne jî dehan, ew kiribûn
bin çavdêriyê. Êşkence û heqaretên giran lê kiribûn. Dawiya dawî
pezê xwe yê heyî û xaniyê xwe firotibûn, diravên wan dabûn şebekeyan
û di Elmanya ve derketibû. Ev çar salên wî bûn ku di hayîmê de dima.
Dadgeha Elman bawerî bi îfadeya wî neanîbû. Çend qurûşên qûtê nemir
ku didan wan, li xwe xerc nedikirin û dişiyandin ji herdu bûkan û
zarokên wan re.
Piştî vegotina wî ya bi saetan ku carcaran kelegirî bûbû, carcaran
rondikên zuwa di çavên wî re avêtibûn û carcaran jî ji hêrsa xwe
qîriya bû, bi hêdîka xwe berda ser zûrikê qiraxa rê û sînga wî mîna
kûra hêsinkeran çû xwar û hate banî.
Piştî çend keserên kû di nava axîneke kûr de hûnandin, bi çavên ku
çirûsk vedipekandin li min nihêrî. Zûrikê di rex xwe de nîşanî min
da û ez di rex xwe de rûnandim. Destê xwe danî ser milê min û bi
hêdiya berdewam kir:
„…Êdî ez ji biraziyê xwe yê delal re bibêjim… Em ji ber Kurdayetî,
ji ber zimanê xwe yê delal, ji ber kesayetî û namûsa xwe di van
welatên biyanî re derketin. Heşt salan di bin êşkenceya wî bêbavê
Esat Oktay de min serê xwe nedanî. Guyê daşîran bi me da xwarin û
got heta hûn nebêjin ez tirk im, ez dev ji we bernadim. Dîsa jî min
dev ji kesayetî û zimanê xwe berneda. Lê niha hêsanî zarokên me li
vira dihelin. Nizanin du peyvên Kurdî bînin cem hev. Ji ber ku
zimanê xwe nizanin, fêrî Elmanî jî nabin. Lê ya herî bi min zor tê
ev e ku li welat em ji Tirkî dûr bûn. Li vira ji nûka zaro û jinên
me li ber televizyonên Tirkan pehn dibin. Devê wan li Tirkî vedibe û
dev ji Kurdî berdidin…“
Dengê wî bi carekê zîz bû û du rondikên zuwa xwe di kanîkên çavên wî
re berdan xwarê. Bi xemgîniyeke mezin peyva dawî got:
„Ez nizanim, gelo bi hezaran ew qîz û xortê leheng xwe di ber çi de
didin kuştin? Gelo em ji bo çi di van welatan werbûn?“