rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 

 


 

Daxuyaniya Kongerê Diwemîn ê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve ”HRKRD”
Kongerê Şêxê Şehîdan Şêx Meeşûqê Xeznewî

 

                                                                                               rojava.net 26.10.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Di navbera 7 – 9ê meha dehan sala 2005an de, kongerê diwemên ê HRKRD, li bajarê Bad Salzufeln – Elmanya bi navê kongere Şêxê Şehîdan Şêx Meeşûqê Xeznewî li dar ket.
Serokê Hevgirtinê Zagrosê Haco kongir bi xuleyek bêdeng ser giyanê şêxê şehîd Meeşûqê Xeznewî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê vekir. Piştî xwendina name û birûskên ku ji hêla partî û rêxistin û kesayetiyan hatibûn şandin, beşdarên kongir hatin vexwendin ku komîteya birêvbirina kongir hilbijêrin.

Komîteya birêvebirina kongir bi vexwendina serokê Hevgirtinê Zagrosê Haco bo xwendina rapora komîteya kargêr dest bi karê xwe kir. Rapora komîteya kargêr şirovekirinek berfireh ser karê Hevgirtinê di sala derbasbûyî piştî damezirandina Hevgirtinê di meha 10, 2005 li bajarê Sandvikenê swêdî de pêşkêş kir. Raporê amaje bi asteng û kelemên ku li pêşiya karê Hevgirtinê derketin kir. Serokê Hevgirtinê di dawiya raporê de pêşniyazên komîteya kargêr bo guhertina hin xalên rêbazê pêşkêş kir. Piştî guftûgokirina rapora komîteya kargêr, berpirsê mewdanî yê Hevgirtinê Ebdilbaqî Huseynî rapora mewdanî pêşkêşî kongir kir. Di pey guftûgokirina rapora mewdanî jî, beşdarên kongir herdû rapor pejirandin û ew wekû belgeyên kongir destnîşan bûn.

Pişt re komîteya birêvebirina kongir rê bo guftûgokirina rêbaza Hevgirtinê û pêşkêşkirina pêşnizayên bo guhertina wê vekir. Beşdarên kongir gelek pêşniyazên guhertinan di warê ramyarî û rêxistinî de ku dikarin karê hevgirtinê hêsanîtir bikin û wê dûrî xemsarî û bîroqratiyetê bibin, pêşkêş kirin. Pêşniyazên ku di dengdanê de bi ser ketin, di rêbazê de hatin bi cih kirin.

Kongir bi berfirehî pirsa têklkiliya Hevgirtinê bi rewşenbîrên hundirî welêt guftûgo kir. Di vî warî de biryara kongir ew e ku bihêztirîn têkiliyan bi hemû rewşênbîrên welêt re girê bide û bi wan re mîkanîzm û çarçewên rêxisinî bo xurtkirina têkiliya di navbera rewşenbîrên welêt û ên derve, damezirîne.

Di çarçewa gutûgoyên kongir de, beşdaran bi hûrbînî li ser diyardeya bikaranîna zor û tûndiyê bo çareserkirina pirsgirêkên ramyarî û siyasî û cudabûna bîr û baweriyê li rojavayê Kurdistanê rawestiyan. Kongir bi yekdengî hemû karên zorê û bikaranîna hêz û tundiyê bo çareserkirina pirsgirêkên cudabûna bîr û baweriyan, çi ramyarî û çi siyasî bin, şermezar kir. Di vî warî de kongir bangî hemû hêzên kurdî kir ku ew ne bi trenê rêzê li cudabûna bîr û baweriyan bigrin belkû piştgiriya wê bikin û wê wekû regezekî serekî bo avakirina civakek wêrek û azad ji hemû qeydan, civakek dûrî bandora terora ramyarû siyasî, destnîşan bikin.
Her di vî warî de beşdaran deng dan ku dîbaceyek bo rêbaza Hevgirtinê bê nivîsandin û tê de aşkire bikaranîna zor û tundiyê bo çareserkirina pirsgirêkên cudabûna bîr û baweriyan, şermezar bibe.


Kongirê duwemîn ê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve biryar wergirt ku sala 2006ê wekû “ Sala Zimanê Kurdî” bi nav bike. Di vî warî de HRKRD bangî hemû rêxistin û dezgehên kurdî li rojavayê Kurdistanê û parçeyên dî û li derveyî welêt jî ku bêtir li zimanê kurdî xwedî derkevin û beşdariyê di dewlemendkirin û serkeftina “Sala Zimanê Kurdî” de bikin di rêya pêkanîna çalakî û guftûgikirina pirsgirêkên kurdî û astengên li ber pêşketina wî.

Kongirê duwemîn ê HRKRD xemgîniya xwe bo mirina peykertaşê kurd Seydo Reşo, endamê HRKRD, derbirî û ji komîteya kargêr ya nû daxwaz kir ku bi hemû hêza xwe kar bike bo danheva afirandinên hunermendê koçkirî û pêşkêşkirina wan li hundir û derveyî welêt.

Piştî bidawîkirina guftûgoyan û dengdana ser pêşniyazan, komîteya birêvebirina kongir rê bo hilbijartina her sê komîteyên HRKRD vekir: Komîteya kargêr, ya ragehandinê û ya mewdanî.

Hevkarên ku di komîteyên HRKRD de cih digrin, ev in:

Komîteya Kargêr:
1- Ehmed Huseynî
2- Fûad Gemo
3- Inayet Dîko
4- Ebdilbaqî Huseynî
5- Bêwar Dêrşewî
6- Nezîr Palo – Cîgir-
7- Tariq Hemo – Cîgir-

Komîteya Ragehandinê:
1- Selîm Biçûk
2- Merwan Osman
3- Ferhad Ehmê
4- Idrîs Omer
5- Mizgîn Gemo

Komîteya Mewdanî:
1- Ebdilbaqî Huseynî – di gel endametiya wî di komîteya kargêr de-
2- Serhan Îsa
3- Riyad Hemê

Ji hêla xwe komîteya kargêr ya nû, Fûad Gemo wek serokê nû bo Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve hilbijart.
Di dawiyê de, komîteya kargêr ya nû biryar wergirt ku endametiya şerefê bide rojnamevanê kurd Mesûd Hamid, ku ji nîvê sala 2003ê de di beşê girtiyên siyasî di zindana edra li Şamê, girtî dimîne.

Bi banga bo çalakirina rola HRKRD kongir bi dawî hat.

Bad Salzufeln - Elmanya
07, 09.10.2005

 

 

 


 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE