|
Li
sala 1977 ê hêna ez şagirde bûm li xwendingeha
navincî ya Bamerrnê, mirovekî ereb bi navê
Selman Şêxlî, bi luka (Hawrrê _ Refîq) Hevrrê li
rêkxistina partî ya vejandina erebî ya hevpişkî
(
حزب ألبعث ألعربي ألإشتراکي
) bû. Em hemî şagirdêt xwendingehê ya navindî
gazîkirîne kombûnê li xwendingeha destpêkê ya
Bamerrnê ya kevin, li jurekê dikevîte rexê
rojavayê avahiya xwendingehê, nêzîkî cihê
destavê (tewalêt). Kabirayê navbirî pelewan
peyivî, yê rehwan jî bû û mitayê serhizra xwe ya
welatperêziyê bi me re firot û got:
-
Ez mirovekî welatperêzê îraqî me, belê li dîv ta
û rêzêt partî ya navê wê hatyenivîsîn, helbet
hemî Kurd dizanin çîroka tiracîdî ya Kurda digel
wê partî yê çiye, vêca heke ez li Besra bim, ez
besrayîm e, li Necefê Şî`e me, li Bexda bexdayî,
li Mûsilê mûsilî me û li ser Kevrekê çiyayekê
juryê Îraqê jî ez Kurdim. Hate ser pesnêt serokê
hîngê yê dewleta îraqê Seddamî û got:
-
Ew ( merem jê Seddam bû), mêrê dewletê ye û
endazyarê avakirna îraqa nû ye, ji rivêşta pîroz
e, pêdiviya dîrokî ye, dewsgirê Selahuddîn e
..h.d. heke ev e nebît av dê rawestît û jiyan
birêve naçît. Hingê bîra min li gutgutkeka
dayika min hateve ku digot:
-
Dawa dibêjin hêj Pêxember (s. x = silavêt xwedê
lêbin) yê sax bû, carekê îmamê Elî (x.j. r.)
şeytan girt û çavê wî dana bin pozka dergehî,
îna heyamek çû kes ji cihê xwe nelivî, Pêxemberî
bi neçarî ji Îmam Elî xwest ku girtiyê xwe
berdet da xelk bişêt tiştekî ji xwe re biket.
Kurt û kirmancî Selman şêxlî li dawiya kombûnê
viya xwe şirîn biket û dergehê gêngeşê veket û
gotî:
-
Kê pirsyarek an tiştek heye bibêjît?
Min ji xişîmiya xwe tibla xwe bilindkir, gote
min, rabe, te çi heye?
Min pirsî ka dîmokratî heye an ne û bersiv jî
belê bû. Min gotê seydayê hêja tu li Besra
besrayî, li Necef şî`e û …… li juryê Îraqê jî
Kurd bî ( ez ne wêryam navê Kurdistanê bînim ),
husa diyare tu welatiyekî baş nînî, çunkî sibehî
cû jî bihên dê yê Îsraîlî bî. Îna gote min, rabe
derkeve seyê kurê sey. Cihê çirîsetê ew
bû, piştî hîngê min ji kadirekî partî ya
Kumonîst zanî, ku Selman şêxlî berî hîngê
kadirekê Komunîst bû. Belê pa kabirayê navê wî
hatî ji Mehdî Elcibûrî, berpirsê paretî ya
navbirî li Bamerrnê, jî gelek kambaxtir bû,
Nurîkê asayîşê jî her çi qinik bû ne heldikirin
û şêlimşirînya xwe li ser kîstê bê gunehan bo
Be`isîyan dikir. Her roj jî gefeka bi
derêxistinê ji xwendingehê, heke ne bîte be`isî
li êkî dikir. Be`isî di pîsbûn belêpa navbirî
çipka heşê bû.
Dem bûrîn û sal bûrîn û kudê me di Ewropa re
derket û me zanî ku se kewalekê gelekê dilsoje
bu cih û xwedî yê xwe û min zanî ku, ez
Kurdewarekî baş bûm, belê …!, Wî kabiray ew
civîn dane min ji ber ku rojekê min gotibûyê ez
nabime be`isî, çunkî navê partî ya we Be`isa
Erebîye û ez Kurdim, bo Kurdînya Kurda yê biste
bûm. Spas ji bo xwedayê min dît ew kesê wî kevne
kadirê komunîst pesnêt wî kirîn di kîjan kuçkê
de hate mikyackirin. Vêca nuke serhatiya carîbûy
û ya bi serê min hatî, her ji kadirekê berî nuke
digel partî ya komunîst û nuke jî li ragehandina
partî dîmokratî kurdistan dixebitît. Em li ser
rewşa ezmanê kurdî dipeyivîn û gotin hate ser 53
ê îmzeyan. Biraderê hêja gotî:
-
Çi nebûye hema hindek kerêt devera Duhokê ev
tişte yê helêxistî.
Min gotin ji devê wî vegirt û gotê berî Şêrko yê
bêkes û yê li ber darê wî ev tişte yê
destpêkirî, Behdînî ya berrevanî ya ji xwe kirî.
Ji nûka seyday gotî ez bo wana jî dibêjim. Min
gotê seyda hewe ezmanê Kurmancî yê li
xwendingeha berbendkirî, gotî nexêr, ez li
Hewlêrê me her derseka Zarokên min Kurmancî ye
êk Soranî, min gotê, ez vê bawer nakim. Seydayê
hêja gotî, ez şertanê li ser êk deftera dolarî
dikim. Belê negot, ka çawa ew wesa bi sanahî
defterêt dolarî diînîte ber bazarî û li ser
kîstê kê wesa yê merd e. Melayê menşîr kerê xwe
bi çendê kirrî bû bi hindê firot, ker dîtibû û
berzekir, Kurd dibêjin:
-
Malê bi tirr bêt bi fis dihere. Ji hejîye mirov
bizanît; erê gelo jarêt Kurdistanê pêvetêt,
wekî wî defterêt dolarî zû peydaken û jiyana xwe
ya rojê pê derbazken û zêdeyê jî şertanê pê
biken. Her çende gotina wî ya ji rastî yê dûr û
bê binyat bû, seyday bi xwejik gotina xwe
mandele kir û got:
-
Xwendin ya Kurmancî li Duhokê ji êkê heta şeşê
ya destpêkê ye û pêheltir naçêbît. Husa diyar
dibît ku Kurmancî ji wêrê pêhel ya
berbendkiriye, eve dabirrîna Kurmancîyêye ji
zanînkirin sitadderdkirinê. Gotinêt vî hêjayê
kadir yê bin kumonîst wesa di hilû û gugirrandî
bûn, wekî yêt Selman şêxlî. Selmnan Shêxlî civîn
dan dema min rastî gotiyê çunkî min ya di dilê
wî dizanî û wî hezdikir rêya Erebkirnê li nik me
veket û seydayê kadirê soranî jî diviya
berrevaniyê ji Soranîkirnê biket ku ezmanê
Kurdan berîv farisîkirinê dibet. Vêca dema rastî
bo hatiye gotin neşya xwe li ber bigrît û wî jî
civîn dan. Ne rûbirû evî got, yê Kurmancî
bixwîne nikare here Zanîngehê û dema mirov şeş
salan ezmanekî bixwîne û paşî here êkê dinê
destpêbiket hîngê ew şagirde dê pûç bît û husa
jî Kurmancîaxêv yê dihêne paldan da bibine
paqijkerêt jurêt rêveberêt Sorana.
Evê bîra min li serhatiyeka din înave, ew jî
ew bû: Rojekê, bo vê belayê ya evro, Mehdî
Ciburî û Îbrahîm Elşewaf ( berpirsê leqa partî
ya vejandina erebî ya hevpişk û berpirsê
reveberî ya taşandinê li Duhokê ) hatine
xwendingeha navincî ya Bamerrnê; gote me, heke
hûn Kurdî bixwînin hûn na çine zanîngeha û dê
bine polîs. Ez vê bo dîrokê dibêjim çunkî min
hitkêt sera vê axiftina bêt xarîn, min gotê:
- Heke em Kurdiyê bixwînin û hûn me li
zanîngehan qebûl nekin ya ji weve em dê bîne
polîs! Nê em nabîne polîs û me zanîngeha xwe ya
hey û min tibla xwe dirêjkire çiyayê metîna, ku
pala Bamerrnê ya lê û çêdibît her ew palvedan jî
bît we li Bamerrniya kirî ku bê dadiyê qebûl
nekin û gotê wa henê zanîngeha me ye. Bo pêtir
pêzanîn hîngê me soranî dixwend û min xwe anî bû
ber bendkê sêpêkê ji ser xatra soranyê me digot
Kurdî ye û berrevanî jê dikir, Me xwe dixapand
ku me soranya farisîkirna kurdîyê ji Erebyê
baştir didît. Da ya dirust bît heke nuke
xwendina li jêrya Kurdistanê dihête xwendin,
Kurmancî ba ne soranî. Çunkî heke hewremanya,
feylîya, fela û tirkumana ji soranyê vederken
Kurmancî li jêrya Kurdistanê pêtirya ezmanê
Kurdîye. Kurmancîaxêv li Hewlêrê, nîva Hewlêrê
jî têhene.
Pêdivî bû li civata berdevkêt Îraqê şûna (
encumen ) ya Tirkî_ Farisî peyva (civat) ya
Kurdî hatiba nivîsandin. Seydayê hêja nivîsîna
li ser kesnas ya wexerkirinê ( paseport) kire
arêşe û ji bîra me û xwe bir ku destûra Îraqê
ya dewleteka fîdralî ye û rêkê didete her kesê,
bi wî ezmanî bixwînin û binivîsin yê ew
dixwazin. Nivîsîn jî tinê ( dara du darî dî )
nîne. Dişên paseportê li Duhokê jî çêkin û bi
kurmancî û îngilîzî bêy erebî û li Bexda û Besra
bi erebî û îngilîzî bê kurdî, li Kerkûkê û
Mûsilê bo Tirkumana bi tirkumanî û îngilîzî û bo
Fela bi siryanî û îngilîzî, bu Ereba bi erebî û
îngilîzî û bo sora jî bi soranî û îngilîzî
..h.d. Paşî vê hemyê min divêt bibêjme seyday
ku, pîçeka dilovanyê digel kera jî biken çunkî
xweday ew jik yêt dayn û gelek cara kincêt wî
yêt bo helgirtîn û ji hewêt be`isîya û ereba yêt
revandîn, ew jî çêkiryêt xwedêne û bes pêvetêt
bi kurya xwe mêşa ji xwe kişket û xwe jê
rizgarket.
Belê seyda tu hizir dikey husa bû partî ya te
baş bît, çunkî hevrrika wê ew ya li Silêmanyê,
Kerkûkê û Hewlêrê di kuncalka xanî ve
qerrisandî. Heke kurmancî jî li behdîna hat
berbendkirin, ma tu nabînî hewe partî ya xwe ji
leşkerê wê yê înkîşarî vebirrî. Herwesa rêveberê
Kurdistan tv. ku kurmancî li wê televizyonê
kirye şerim ew jî kumonîst bû. Ji ber ku ew wekî
senta siyasî şikestin vêca we diyare her cihê
eve lêbin bi karê xwe yê rojane rûdanê berîv
kelaştineka civakî diben, husa jî ew civakê
gunehbar dibînin û tola xwe li civak û hemî
hêzêt siyasî yêt Kurdistanê vediken.
|