“ Serhan Îsa ”
ji sêşevka zayîna xwe ve,
Xwedê û Mirin,
mîna du kwînêrên nederbûyî,
ji tîrên peyvê re,
min kirin kêlik û nîşan,
û zarûzenga derd û hêviyan,
sipart bextê peyv, dem û pênûsê.
?
hêja Royar,
dibe ku ez nikaribim,
te ji Berê Reş,
pêl bi pêl,
ber bi xwe,
û reseniya dem û ciyan ve,
vegerînim,
dibe ku ez nikaribim,
xwe li devê heftê û sê kwînêran,
fereh, dirêj, bilind, û azad vegirim,
Lê belkî karibim?
Te, xwe,
û evan tiştan hemiyan,
û hîn bêtir,
sirûd sirûd,
reqîb reqîb,
kurd û kurd,
di guhê dîrokê de,
binehwirînim;
û mirin weku kirasguherînek,
li qeraxên jiyana me,
a netêr peyv,
hembêz bikim.
û hêdî hêdî,
em berê lavij û siwaran,
ber bi roj bikin..
keko… de vegere…
ji vê mirina nemirin...
hişyar bibe…
de rabe... daku em,
« sibehên ku ne wekî sibeha bûn «
bi bîna peyvê û qehwê helbst û hest
bidêrin,
rabe... daku em...
keloşên evan pênûsên bê tîn,
di kêleka ewê ``bêdengiyê de ``
bibezînin...
biqîre.... daku em
gewdeyên xwe,
yên ji ewan tiştan... pîroztir..
li bendî hatina tiştan,
di henteşa şevê de,
tiştan pêşwazî bikin..
rabe.. daku
em xewnan,
bi peyvê şakin,
û peyvê,
ji bo hatina xewnan
biparêzin,
keko bigirnije...
daku em,
hatina welat û alên başûryane
bisitirînin...
şêtehelbestvano rabe...
daku em,
sermedîya xewnên xwe,
helbest û helbest,
di kêleka evê kirasguherînê de
daçikînin...
û xwe, te û wan…
welatekî ji rojê û hêviyan
di guhê xêrnexwaz û neheskeran de
bibêjim.
??
Hêja Hoşeng,
wa ez sirûd sirûd
Ji mirina we vegeriyam…
û mist bi mist xewnên we,
yên li ser pelên endekofan
vezîlandî,
ber ba kirin,
li wir dost û yar,
ez çûme sibehên we,
xewnên we,
lavij û siwarên we,
Xweda û Lalişên we,
têkçûn û bidestxistiyên we,
li wir...
Tawisî Melek,
her şeş Firîşte,
şivanê devehan,
û xweda û xwedawendên we,
serjêrî…
banê….
kurd û kurdperweriyê kirin.
Li wir…
min ademîzadên we
ji berê reş û lalişan
ber bi aliyan ve vegerandin.
Li wir…
min tifeke ziwa
bi ser…
bêhêvîtî û dudiliya we de
werkir,
li wir min ev tişt hemî,
di zikê xamê de,
diwît û ber guvaştin,
li wir,
li vir,
li her derekî,
ez dost û yar,
h
a
t
im... jiyan
û
kirasguherînê.
li wir,
ez dost û yar..
” siwaran ji bejna şevê dadiweşînim “
keko... Li wir ... li vir..
em...
xêlvaniyên kirasguherîna pir in,
pirbûna kirasguherîna ne,
li wir,
em jiyanê ji “ pirbûnê “ dibin kirasguherînê !?
Li wir,
Li vir,
Ez bêriya we û peyvê dikim...
Bêriya qehwa we,
a bi ser ve çûyî
Vodka we a ji hiş çûyî,
dikim,
Li wir..
we jiyan û jiyan,
helbest dixwînim.
???
Hêja Tengezar,
Ez dê îro,
sibe û her sibe..
sê dengan,
çar rengan,
hef rojan,
û bîst û çar demjimêran,
ji „ xewnesar „ a te re...
herim peyvê û ji helbestê werim,
û dê te di hundirê evê xama,
ku bi te deng û reng da,
reqîb û ey reqîb,
alî û alî,
li ber ewê rabirdiwa netêr hêvî
daçikînim,
aleke sipî û nedestdayî.
De bêje wan mamuste,
bila werin…
fêrî xewndîtin,
jiyan,
hêvî
û
kirasguherînê
bibin;
de werin wekî me,
fereh û fereh,
mirinê jibîr bikin,
de werin,
û lavijan ji lûs nerakin,
de werin,
di gemiyan û zozanan de,
xewnerojka mirina xwe,
li dora me nerêsin seqemeke har...
werin,
fêrî sirûdan bibin,
û penaberî û biyanistanê,
peyv û peyv bispêrin
banê helbestê,
al û al,
alî û alî,
xurde û xurde,
ber bi xwe û me de werin,
û eger hun dereng hatin,
em dê li „ asîmanê mirina we “,
kurtepênûsên xwe,
rakin şevîniyan...
xurde û xurde,
wêne û wêne,
hevok û hevok,
hest û hest,
helbest biherikin û werin.
Tidarika xêlê mirina we.
.................
.........
....
..
.