Brahîm Mehmûd
Weke dibêjin û weke tê gotin jî: Bizin bi lingê xwe girêdaye û mih
bi lingê
xwe girêdaye, ez karim bibêjim weke pirsekê: Ta çi û kîjan redeyê
herdû ji
hev cidadibin?
Ji aliyekî ew bi xwe rast e ku her yek bi regezekê diyar dibe, lê
pirsa pirs
Ew e: Dema veqetandinek giştî di navbera wan de bibe, ew di dîmenekê
de ne, di kerîkî de ne, pê bi navdibin, bandoreke hevbeşî di vir de
heye ku yek dibe sedem ji tûşbûna yê din, an ji westandina wî re.
Ew nasname di civakê de wiha ye, nemaza kêlîka ku ew civak ne li
gora navê xwe be, civatek siloganî be.
Civat di vir de belû dibe, destdirêjî bi rola neheyîna an ne
xwedîkirina
civakê xuyadibe, çimkî ew jivat ne bi serê xwe ye, ew li gora
destdirêjiya
ku di nav de ye. Tê bi nav bike:Ew êlîtî ye, bendîtî ye,jixweretî
ye, hewadarî ye, partîperistî ye , ezîtiyên dûgirtîn e…?
Wê ev tev bi kêmanî, di erênayê de bin.
Di xana kurdî de, xapandinek mezin, dijwar, peyde dibe, di warê
nasnamê de, ji gelek aliyan. Ev hizrê min e.
Di gotina( Têgeha)” XAN” ê, bi xwe jî derbirîneke pîtolî( felsefî)
heye, ewê
: Dema ku em dibêjin” XAN” wiha bi tîpên mezin, di destpêkê de, em
dixin
cihekî girtî pêçayî de, yên di hundirû de, ji hev cidanabin, lewra
ta niha
em dilrastî û dîlên vê gotinê ne, dema ku em xwe di gengeşiykê
dibînin,
piraniyê caran tê gotin: Ev çi xan e!?
Bêgûman ew rast e, nasname di vir de nebedî ye û weke em dizanin ku”
XAN”Nîşannaveke(Leqeb), dîrokî ye, îca herdû li virê dikevin navhev
de, lewra divayetiyek tê xwestin , ewe: Wê nasname çawa ji xanê
derkeve û pê re jî têde bimîne?
Ew tevheviya ku dibe , li dardikeve, di civata kurdî de, xwe bi
navdike, ez di matiyekê de me ji vî alî de, ewe: Bêgûman em tev(
piraniyên me bi kêmanî), dizanin, bê civata me ya kurdî li ser çi
ava bûye û li ser çi, di bin çi rûberê de bi çalekiyên xwe diyar
dibe, ezê nav û paşnavên wan bihêlim ji zîrekiya xwendevan re û çi
hiştiyê wê ( civatê) bê hişekî, hoşmendiyekî
civakî, şarî bihêle, çima toz û dûmana agirê nakokiyên simbolên xwe
bi ser serê xwe dixe?
Ezê gotina xwe duristtir bikim: Di warê zimanê kurdî de ta niha, ta
çi dûzê,
hevbeşiya xwe daye nasîn? Kî xwedî ziman e? kî xwe bi ziman dike? Li
ser çi û bi çi mebest û encamê? Ew çi dabeşkirin û dadan di vir de
hê heye?
Ez berê xwe didim çi kesê xwe dibîne dilşewtiyê zimanê xwe, ne li
gora
sawêrên xwe yên darbestî û di ser re cendekê zimanê kurdî dilewliqe,
têkiliyên min xwekardikin bi wan kesên ku zimanê wan dide pêşiya
wan, zimanek dijî, çavvekirî, xwediyê xwe bi navdike, li gora dana
wî jê re.
Ziman çilo, çawa berz dibe?
Dîrok, jiyan, jankêş! Ev yaseyeke di hizirê min de:
Dîrok ne ji ber xwe ve tê nivîsîn, berbiçav dibe, dikeve demê de. Bi
wêne û sawêr û bîrbawer û asteyên wêje û huner û tore û zanistiyên
xwe navnîşan dibe.
Jiyan bi xuristiya xwe re ye, lê nav lê dibe, li gora wan kesên
dixwazin ku
xuristiya wê di xana xwe ya navdarkin, divêtiyek ji wan tê xwestin:
Wê çawa jiyana xwe hemberî nerîn û huner û joş û rêvebirin û xwedana
ronakbîriyê bi cih bikin? Ma çawa yek bi nav dibe?
Dimîne li ser vîna jiyan ku vedigere li xwediyê xwe, li çavpakiya ku
xwe bi
ser dixe, di rizgariya xwenasînê de ye, weke em dixwînin, di dîroka
gelan û şaristanan de ye.
Jankêş bi xwe dîrok û jiyanê dighîne hev, di herduwan de kesin,
civatin,
hene ku xwe berdidin firehya jînê de.
Gelo, ne pirseke cih girtî ku ez bibêjim: Nasnama kurdan hîna di
sûrafka
hêviyên xwe de ye? di ber re çi kesê ku xwe dibîne berpirsiyarek,
navdixwede dide, gunehkarê wê ye, ne wiha nebes e, ew tawanbar e jî,
çimkî di bin sîka ziman û girêdana ziman bi nasnamê re xwe bi nav
dike.
Bi kurtî ezê bi dengekî bilind bibêjim: Zimanê kurdî jangoriyê van
kesên xwe pê ve dadiliqînin û dideqinînin.
Ka çi pêşveçûn, firehî, nuhbûn, avabûn, xenêbûn… dihêle ku em xwe pê
bi deng bikin, xwe bihêvî bikin?
Tiştekî bergitrî peyde nabe. Hîna wê yek rabe bibêje û biaxive, weke
Celadet gotiye! Tu dibê qey Celadet malzaroka zimanê kurdîbû, ewî
Celadetî daxwe, ew lawê dema xwe ye, dengvedana dîroka ku wî tişitin
jê û tê de naskiribûn û ezberkirbûn, çiqasî em wê nirx bikin, wiha
tê gotin li ser navê Cegerxwîn, wiha belav dibe bi dûv navê Cezîrî,
Xanî û di hemû mînakan de, dîrok û jiyan beravêtî dibin, çimkî
cankêş tune ye, lewra dikarim bibêjim rasterast ku zimanê me yê
kurdî ta niha ne dîrokî ye, dema ku em bixwazin wî bi saxlemiyê
girêdin.
Li gora guhertinên di herêm û jiyan û nerîn û dîtinên me yên dîrokî
de
çêdibin û çawa ziman li xwetixe li valî walî, li cem me kêm tişt bi
nav
bûne.
Ezê li ser duwazdehê avdarê rawestim û di pey re, bê çiqasî
lihevketin
xuyabû, li aliyê ramyarî, ramanî, hunerî, bîrbawerî, têkiliyên dan û
standinê de….Lê piraniyên wan\van kesên dihatin\ tên nasîn:
Zimannas, morîka xewa jidesthilandketinê xistin guhên xwe de, ev
rastiyeke!
Di bin ala nasnavan de, nivîsiyen peyde bûn, ziman ma ji dervî
bûyeran, ev bi xwe jî hingivtineke bi serê xwe ye.
Dema ku em lêvegerekê çêbikin li zimanên biyanî re, wê berbiçav
bibe, bê
çiqasî û çilo û çawa ew ziman bi pêşketine, serkeftîbûne.
Nasnama kurdî gelekî dûrî navê xwe yê ku gerek pê bi nav bibe.
Jihevketin, lihevketin, pevketin, pîlanên xwe bi xwe, tometên
hevbeşî…Navristika civata kurdî ye di gelek beran de.
Ya herî kembax ew e : Kêlîka ku ew nivîskarên kurd bi navbûyîne
dikevin
navenda civata kurdî de îro ha û dest bi mîrzayetiya xwe ya ji xwe
tapokirî
dikin û gotinên xwe bi şel davêjin û xwe bi wan re dipekînin. Ev jî
nasnameyekî zirz e, ne?
Di civata xwe de bi rûmet li hev( xwe bi xwe), dinerin, lê ev dibe
çîrokek
di warê( Hebû tunebû), bend ew e ku di dîrokê de li wan guhdar bibe,
çimkî gava ku ziman hemberî alaxê( Edat) Xwe be, di sînorê perçak
goşt de be, wê zû bîhn bavêjiyê.
Piraniyên mîrzên zimanê kurdî yên ku hatine nasîn, xwe li
nedannasînê
girtin, lê hîna di bin sîk û pîka civata tarkirî de ne û weke wan
hene,
hemberî hev in bi dev û guh, dikevin şûnahev de.
Yên xwe li xwedidin, xwînê bi xwe ve dibînin, di ber zimanê bav û
kal û
bapîran de, di civîn û ahing û congir û vestîvalên valan de, ji
dervî
dîrok û jiyana ziman in, li gora navê xwe ne. Yên xwe bi peyv û
hebûna zimanê xwe girêdidin, divê xwe bi nav bikin bi çi zimanê
kurdî diyar kirine, ziman ne bi kesên dijîn di entîkan de, entîkane
carna vedibe, lê ew di buhêr de ye, dibe ew kesê derbas bibe bi gewd
û navê xwe wê entîkanê, ku rojekê ji rojan entîkanî be, lê divê bide
xwe.
Ev kesên ku li cem me têne nasîn, zimanzane, ji navê xwe ketine, ew
ne li
ser hebûna zimanê kurdî diaxivin, di hebana wî de, gotinên xwe
dibeliqînin,
çimkî wan bi xwe tiştek ku ji wan re bibe rêberek pendek hêjayî, ne
kirine.
Ez dixwazim xwe bi firêxim bi zimanê xwe, ku ez xwedanekê bikim, lê
mixabin, ew kesên ku nuh xwe nîvşiyarî kirine û bi telkî dimeşin û
di bin çavan re li dora xwe dinerin û xwe tarwarîhev kirine di gelek
cihan de û kesên dora xwe yên ji wan cidabûne bi dana xwe ya kurdî
re, bi tomet û tawanbarî kirine û ta niha, radibin li ser tapana, li
xwedidin, ne bi min e û ne bi te ye, bi hefsarê ziman girtine li xwe
digerînin.
Ka nasnama kurdî li kû derê maye? Bi çi quritî û xwedîtin û
çavgirtînka dîrokî û di çi gengeşiya XANê de xwe li ba dike?
Nasxana kurdî di gelek wateyan de beşdibe.
Dîrok an çîrok! Ev navnîşaneke, divayetiya me ew e ku em berê xwe
bidine hev û çavên xwe di çavên hevkin, ji bo ku her yek ji me
zanibe bê nasanama wî bi çi zimanî xwedîbûye, di xanê an di xana xwe
de ye!