Hoşeng Osê
Du Tablû
Bi hev re û di demekê de,
helbesta min, li ser bêdengiya şevê
vedenga kenê te yê kej dikola.
û evîna te ya efsaneyî, bi diz,
bi agirek kesk, di dilê min de, ji bo xwe buhuştekê
û ji bo min, dojehekê har dikola.
1 / 4 / 2002
* * *
Mistek Pirs
Ji çiyê pirsîn:
Tu çawa bûyî çiya ?!.
Çiyê got: Min ji ezmên hez kir.
Ji çem pirsîn: Tu çawa bûyî çem ?!
Çem got: Min ji deryayê hez kir.
Ji stêrkê Pirsîn:
Tu çawa bûyî stêrk ?!
Stêrkê got:
Min ji şevê hez kir.
Ji min pirsîn:
Tu çawa bûyî helbestvan ?!
Min got: ji ber ku min ji te hez kir.
4 / 4 / 2002
* * *
Pirseke stewr
Welatek li xwe digeriya
Pakrewanek dît.
Jê pirs kir:
Ez li kur bûm?!
navê min çi bû?!
Pakrewan got:
Dema min xwîna xwe li ser
xaka te rijand, min got:
bijî Kurdistan.
* * *
Vexwendineke Din
Tê werî…?
Dîsa weke her car
em herin, xwe di qorziya şevê de veşêrin.
Findekê bi evîna xwe vêxin.
Şeveke din, bavêjin ser xwe.
Stêrkan li ser dêmên hev biçînin.
Guliyên te vekim ji xewneke qereçî re ku xewê pars dike û difroşin
demê. Destên te yên tî û serxweş
di nav govenda razên min de
li kaniya jiyanê digere.
* * *
Lêgerîn
Çiyakî, ji quntara xwe re
li dumahiyekê digeriya…
çemekî dît.
Çemekî, li dawiya xwe digeriya…
deryakî dît.
Deryakê, li despêk û beravên xwe digeriya…
asoyekê dît.
Asoyek, li despêk û dawiya xwe digerya
çavên te dît.
* * *
(………….)
Cîhan li bin pencê demekê zingarî razayî bû.
Li pêşiya çavên felekê
dizê şadiyê, di bewqa rastiyê de
bahozekê jehr çand
û gelewêja min ji ser sînga berbangê dizît.
Şama (şerîf) dikeniya û digriya.
Li çepakan dixist
û li xwe dixist.
* * *
Sirgûn Û Evîneke Din
Kolanên Şamê gavên min dicûtin.
Bayê wê, temenê min dimêtin.
Di nav bahoza hilweşandinê de
çirûskên şîn xwe li cama pencerya tenahiya min didan.
Xewnên zaroktiyê şiyar dikirin
û ez mîna findekê vêxstim.
Ji wê kêlîkê ve, min xwe dît
bê çawa ji paş dumahiyan ez têm.
Xaça min li ser milê min e.
Li nav kuştar û zeviyên qedexeyan dimeşim.
Min dilê xwe berî xwe ji te re şandiye.
Li hêviya min be
va ez têm
ez têm
têm
têm.
* * *
Ez hatim,û xweska ne hatibama û min nedîtibana, bê tu çawa di
himbêza wî de ji nêzîkbûna mirina min re dikeniya...!!?.
Min xaça xwe di dilê têkçûna xwe de çikand û ji bayê kur re got:
Were min zû çarmîx bike.