Hoşeng Broka
Sibehê,
pala xwe da
„xeberên êvaran, ku diketin qulên dîwaran“,
hesreta xwe,
a mayî,
di serê tiliyên xwe de
veşart
û bê pêşgotin û paşgotin,
bê pêşqehwe û paşqehwe,
û bê pêşnimêj û paşnimêj,
hechecîk û hechecîk,
çû nehatinê.
Tilî,
di kernevala bîra
ji êgir,
û darbestên
ji avê de,
bûn çar hezar Laleş „Çeqelto“,
û çûn buhurtinê.
Sibeh,
di navbera
min
û te de,
bû stiraneke dûr,
dûûûûûr,
û dûûûr,
ji çar hezar goristan
navûdengê
Xwedê
ûûû
çikiya.
Sibeh,
di pencereyên berî razanê de,
bû çîrokek,
mîna ku „hebe nebe“,
û navên me,
yên mîna ku „hebûn nebûn“;
destên me,
mîna ku „hebûn nebûn“;
gavên me,
mîna ku “hebûn nebûn”
û qehwa navbera me,
ya mîna ku “hebû nebû”,
birin vegotinê,
û westiya.
Sibeh,
li wir, ku ne em diçûn wê,
û ne jî ew dibû ya wexta navên me,
panav lê çûn û geriyan
û bû ya ji dîrokan û pê de;
dîroka yara par;
dîroka laşê par;
dîroka giriyê kûr,
giriyê dûr,
yê memikên par;
dîroka silava hembêza
ji dûr
ya par,
û dîroka herdu dilên gonê;
yên dînîtiya
xwîna
par.
Sibeh,
di pirtûka aliyan de,
di kesera gavên rêwiyan de
û di hesretxwendina
keskê
nimêja
piştî herdu çavên te;
yên bilind
bilind
û bilind de,
mîna du qiblegehan;
nimêja ji êgir,
ji bê
ji axê,
û ji avê,
hembêza silava hîro
û baranê,
bû baqek payîzok
û berî bejna te
weşiya.
Sibehê,
cara dawî
rûkê xwe;
yê zû
mîna nimêjê
di gavên endekoyê de
şuşt.
Soza dawî,
a mîna navên yarên
ji qehwê heta bi qehwê,
ku ji pencereyan re,
diman,
ku ji mizên dawî
û bi şewat
ji dawîtirîn çixareyên xwe;
yên li ber nemanê re
diman,
wê sozê,
ku yar ji pencereyên
li ber dawiyê re,
diman,
sibeh,
mîna ku neyê,
bê yar,
bê „beyanî baş“,
bê qehwe,
bê tûtin,
bê stiranên
ji avê,
bejnên ji basa endekoyê,
,bê destên
ji silava gulberoj
û qernefelan,
û bê pêjna dara hinarê,
buhurt.
Sibehê,
weha rût û tazî,
mîna çemekî,
bêdeng
mîna janekê,
melûl
mîna tirênekê,
û bi şewat
mîna min û te,
li ber me da,
û mîna babelîsokekê,
di xwîna me de,
miçiqî,
ûûû sibeh....
di navbera min
û te de,
hey yara
li ber êvarê,
hîn mîna ku neçe qehwê,
ji sibê heta bi sibê ye,
hîn mîna ku neçe pencereyan,
ji destên tisî heta bi destên tisî ye
û hîn mîna ku derengî minareyan,
derengî naqosan
û derengî „Qub û hilêlan“ be,
ji navên me,
yên derengî nimêjê,
heta bi
navên me ye.