Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 



 

 


Dil e

rojava.net 26.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 




Ezîz Xemcivîn



Depoya razeyên te*
ev dil e;
kilît di birînê de
di ingire..!!

Dil e
li pêjna te
navkutkê dike,
bi hatina te re
ditertile*..!!

Dil e
kew e,
li dahfikên awirên te
bivênevê
diterpile..!!

Dil e
karê wî
şahiya te diveçire..
tenik e
cama zelal e
basikên rewanê balinde ye
hevrûyê rokê
li pencera te
bilbil e…!!

Dil e
mêr e
firiştê şevînan
navberek nîne
cudahiya awirên we bike..!!

Dil e
li bejna şeva te xwe dipêçe
qulzimê evîn e,
dirahêje te
hemî peravan
ji bo te diguhêre…!!

Dil e
nivêjparêz e
sibê ta sibê
laleşa sînga te nikil dike..!!

Dil e
bi dilê te re
heyva du zerdik e,
jîn perwer e;
Dîkilê çê ye..
Rojê
pênc danan
bi rêz û mezinahiya te
bang dike…



Alain
UAE
23/9/2005

Depo:{store} çi mal an cihê firotin û cihê çekan depo lê heye, ji ber lêkomkirin pêk tê..
Tertilandin: nişkaveyî li gel wê hinek tirs: tertilî: “cefilî”