Wednesday, 27 June 2007 23:41

 





"Bîranînên Kulîlka Okalîbtos"
Serhan Îsa







 

Xelat Ehmed dibêje "ez helbestê dinivîsînim daku ez hundirê xwe pak û bijwên bikim, daku ez hizir û sawîrên xwe di henteşa peyveke watedar de û hestekî nazik û rasteqîne de, mîna çivîkan ber bi asoyan ve bifirînim, ji ber ku tenê di wê gerdûna peyvê û derbirînê de ez xwe azad
dibînim"
Di vê gerdûna nehêmin de, di vê serdema mirinê de, di vê qûnaxa bivik û hestedar de, di vê şêlobêliya bê wate de, carke din dahênvana kurd ya hêja Xelat Ehmed, em vexwendî serdana aliyên xwe yên hêmin/netebitî dike, me serbijêrî xwendina bîranîn û serborekên kulîlkên xwe yên ku ji rengan diçin rengan dike, me hildidavêje Oqyanosên dildariya xwe ya belqitî, me fêrî cyografiya gewd, deng, reng, û mêyîtiyê dike.
Tevî Buharên xwe yên kizirî, hembêza xwe ya tagirtî, têlên xwe yên nejenî, hewil dide ku me fêrî li bendemana hilatina elendê bike, me fêrî gurzên ronahiyê bike, me fêrî pêxistina çirayên perestgehên evînê bike.

Dûrî pesin û saloxdanên bê bingeh û wate, bi guman min dahênvanek ku xwe di demeke pir kurt de, di Ceyografiya du zimanên ji hev cuda de û di cureyekî ji cureyên wêjeyê yê pir nazik û grian de ku ew jî helbest e, xwe bide pejirandin, ne karek rehet û hesan e; Xelat Ehmed di cîhana Erebî û her weha di cîhana kurdî jî de helbestvaneke ku di her liv û çivekê de balê dikişîne ser dahênvaniya xwe û berhemên wê dibin mijara rexne û gengeşeyên pênûsên pir nirxbuha û dahênvan û bê guman mînak pir in, lê tenê dixwazim di vê derbarê de peyveka nivîskarê Ereb yê navdar Dr. Ednan Al-Zahir bînim ziman dema ku li ser Xelat Ehmed dibêje: " Dema min cara yekemîn dîwana wê ya li jêr navê (çarikên berbangê/Tiryaq ) xwend, ez mendehoş bûm, mendehoş bûm bi kesayetiya wê ya rasteqîne, û bi helbestvaniya wê, her weha zimanê wê yê Erebî ez serxweş kirim, tevî ku ew keçeke kurd e."

Xwendevanên hêja ji weşanên weşanxaneya Al-Ezmîne li ( Uman -Urdin ê ) dîwana helbesta ya diwemîn ya helbestvana kurd ya hêja Xelat Ehmed ya bi navê ( Bîranînên kulîlka Okalîbtos ) bi zimanê Erebî derket.
Tabloya bergê bi pirtika şêwekarê kurd yê navdar Beşar Isa hatiya neqişandin.
Hêjayî gotinê ku dîwana yekem ya helbestvana hêja Xelat Ehmed bi navê ( Çarikên berbangê/ Tiryaq ) bi alîkariya yekîtiya nivîskarên kurd li Dehokê di sala 2004 an de hatibû çapkirin.






 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE