|
|
| |
Bi navê Enfal
Mizgîn Mehmûd
Ho…yezdan
Bi navê enfalan
Mêrên leheng
Serjêkirin
Kiras û xiftanê
Jinên şox û şeng
Talan kirin
Ew por ew pirça hine rengî
Wêran kirin
Di çolistanên bê dar û fêkî
Bê şînahî
Di deverên bê mal û avahî
Di warekî ku ne warê wan bû
Di axeke ku ne axa wan bû
Ew werkirin dojehên bê ser û binî
Bê darbest bê navûnîşan
Bi ser wan de barandin
Zikreşiya Ahrîmenan
Lê îro….
Piştî çendîn sal
Hestiyê payedar
Bû sîsik û zîlda
Xemla jinan
Bû mêw û tirhda
…………….
Ho yezdan
Bi navê enfalan
Pênc hezar Helepçawî kuştin
Di nav dûmana xerdel û fosforê de
Ew hiştin
Biner ho yezdan
çawa dirakolan
xwîna mendalan miştin
xwestin wan tune bikin
xwestin qurmên wan
rakin ji wê deverê
lê biner
ew îro gihiştin çi kederê
biner çawa dem û dewran
li wan zîvirî
û çi anî serê wan
qederê.
...................
ho yezdan bi navê ayeta te a pîroz
ho yezdan
bi navê ayeta te a pîroz
jîn li Berzaniyan xistin doj
xwestin pîrozbahiya jinên wan
tune bikin
ne tenê giyanê wan
ta bi cilên wan jî
di binê axeke bê rewa de veşartin
hemû şêweyê kuştinê
ji wan re hinartin
ta bi mendalan bijartin
xwestin wan tune bikin
lê îro....
ew hêdî hêdî vedigerin
digerin.....şar bi şar
kolan bi kolan
gund bi gund
azadî bi azadî
bi ser wan de ala rojê ye
darbestên wan wek hev in
dê li şûn wan
şîlan û lîloz bibişkivin
………………..
ho yezdan
bi navê enfalan
ta bi hitokên çend mehî
kuştin
ta bi leystok û dergûşên wan enfal kirin
lê li şûn wan biner
çi berbero bişkivî
biner çawa rengê alê
di hinarkên riwê wan de
beşişî
……………….
ho yezdan
bi navê enfalan
li ser serê me
hîn enfal berdewam in.
05.05.2006
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|