| |
Mamik!
Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
Berê şahiyek li gundekî hebûya, ew ya hemû gund
bû, miriyek hebûya hemû xelkê gund reşî girêdida!
Paleyek li çolê bima, xelk giş diçû hawar û
alîkariya xwediyê wê. Mezinek di nav gund re
derbas bûbûya, hemû kesên biçûk ji rêzgirtina wî
re radiwestiyan û radihêştin destên wî biramêsin!
Dirawêsên mala nexweşkî, ji tirsa ku wî azar
nekin li ser tiliyên lingan dimeşîn. Heke bihata
û dawetek li gund çêbûbûya, hemû xelkê gund
daweta xwe hîs dikirin, hemû kesî alîkariya mala
dawetvan dikir, cil, pirtî, xwarin û vexwarina
xwe pêşkêş dikirin, heke mala dawetvan ji xwendî
û mêvanan re hil nehata, xelkê ew mêvan li malên
xwe bi xwarin didan û dikirin razanê, kesekî
biyan nikarîbû cihê xwe di nav gund de bigirta
bêyî ku kemû kesî hay jê bûya. Gundî wisa
malbatek bûn, kîn û dexesî tune bû, dilsarî û
rik çênedibû, pirsgirêk û pevçûn di heman demê
de rê li ber dihate girtin.
Di şevên zivistanê de, malên mezin an jî
şikeftên di navenda gund de dibûn cihê şevbêrk û
civînan, mezinan çîrok û salix digotin û biçûkan
jî bi miqatî û ode guhdarî dikirin, kesî gotina
kesî nedibirî, û heke bihata û yekî gotina ê din
bibiriya jî, digot “me gotina te bi şêkir birî”.
Kesî kelevajî û terqên xwe bi kesekî nedikir ku
wî biêşîne. Dengbêj û sazbendan di van şevên sar
de dilê mirovan bi destanên ku kûrahiya dîroka
kurdistanê radixêstin ber çavên guhdaran, germ
dikirin û dilê wan bi çîrokên evînên nemir gur
dikirin. Sêwiran û karên hevbeş di van şevbêrk û
civînan de dihatin gotûbêjkirin, heke alîkariya
diravî bi kesekî pêdivî bûya, kesekî fedî
nedikir bixwasta, ewên reben jî dewir jê re
dikirin.
Kesî gilî û xinizî di paş kesî re nedikir,
dijmin û nûkerên wan tew nikarîbûn xwe têxistana
nav civakên gundan, bi roj hukûmet tew newêrîbû
bihata nav gundan, çawa bibe û bi şev bihata, ew
tew ne pêkan bû! Dema zewaciya xortan dihat,
kesî daxwazên, hosan û giran nedikir, qelenê tev
biha fîstan û sandiqeke textî bû, kesî doza cihê
û mala taybet nedikir, hemû kurên xwedî malê di
heman malê de, dizewicîn, zarok danîn û mezin
dikirn, bûkan serên xwe li ber xasûyan hil
nedidan, kur çiqas mezin û bi zarok bûna, tu
carî gotin li bavên xwe venedigerandin, bi
gotinekê radibûn û bi yekê rûdiniştin, tu kesî
basîn û neraziya xwe nedida, tu kesî ked û mafê
destê xwe ji ber bavê xwe venedişart, bav stûna
malê a rasteqîn bû, dayîk jî serdest, xanima
malê, hîndar û veguhêzera fêr, dab û destkariya
bav û bapîran bû. Heke bibûya û bûkek ji derveyî
gunda bihata, hemû gund derdiket pêşwaziya wê,
dîlan bi rojan ji xort, keç, mêr û jinan vala
nedibû, her nîvgerandinekê kalemêrekî dest
dixist bin guhên xwe û bi kêşana( Memê Alan,
Cembelî, Eyşa Îbê...) Dîlan ditevizandin û guh
meraqdar dikirin. Jinên gund alîkariya diya zêve
di çêkirina xwarin û vexwarinê de dikirin, hemû
ciwanên gund kom dibûn û zave amade dikirin,
hinekan, riha wî rêş dikir, hinekan porê wî
diqusand û hinekan jî cilên nû li bejna wî
dikirin, kes ji kesî nedidexisî, her kesî xêra ê
din dixwast û digot “aqbet li te be”.
Birayan zarokên xwe ji ên birayên xwe cuda
nedikirin, çi ji ên xwe re danîn û ên birayên
xwe re danîn, jinbirayan tu caran çavên xwe li
ber tiyên xwe hil nedidan, kes ji kesî nediêşiya...
Rêwîtiyeke civakî hêdî hêdî û resen bi rê ve
diçû, fêr û dabên resen werar dibûn, zimanê
şêrîn jiyana gundiyan dipêça, her kes bi kurdî
diponijî û dixebitî, ken bi kurdî bû, girî bi
kurdî bû û saz bi kurdî bûn. Kesên bi biyanî
biaxivîna dibûn armanca laqirdî û tinaziyan....
Gelo ev dîmenek sawirî ye?? Na, Ev rast heye(bû).
Li kuderê?? Ji xwe bipirsin...
|
|