| |
EVÎN
Pablo Neruda
Wergêr: Jîr Dilovan
Îro pêde, ax îro pêde
Dîtina te ya halo qirofek, halo nêzîk
Bergîdanê çawa bidim, bi çi bidim?
Şiyar bû tiyê xwînê
Dem bihara xerzan,
Rovî derdikevin ji kunên xwe,
Xwîsiya xwe vedixwin mar
Û ez diçim bi te re di belkan de,
Di nava bêdengî û darçaman de,
Ji xwe pirs dikim çawa û kengî
Ez ê bidim bergîdana vî bextê xwe
Di nava tiştên dibînim de,
Tenê tu yî ya bêhtir dixwazim bibînim,
Ji tiştên ku dest li wan didim
Laşê te ye yê dixwazim dest lê bidim,
Hez dikim ji tiqetiqa te ya pirteqalî,
Li xweşiya min tê dîmenê te yê di xew de,
Ez çi bikim evîn û xoşewîsta min,
Nizanim çawa hez dikin kesên din
Çawa hez dikirin demên kevin,
Te dijîm bi nêrîn û hezkirinê
Evîn xwezaya min e,
Her demên esran bêhtir li xweşiya min diçî.
Ew li kû ye, timî vê pirsê dikim
Dema winda bûn çavên te,
Çiqas dereng ma, dihizirim û rencîn dibim
Ez xwe hejar, debeng û tengav dibînim,
Tu têyî, tu baberzînekî
Ku Ji darên xoxan firiyayî,
Ji ber vê yekê ji te hez dikim
Ne ji ber vê yekê,
Hewqas sedem hene, hewqas hindik
Pêwîst e wiha be evîn
Dorpêçker, giştî,
Xemgîn, erjeng,
Di alayan de xemilandî, bi şîn
Kulîlkan veke mîna stêran,
Li qasî maçekê bê pîvan.
|
|