| |
Divêt dewleta Îsraîl ji
Gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze
Fûad Sîpan (Akpinar)
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 23.08.2006
Min di gotara xwe de, ya bi navê “ŞER DÎSA LI
ROJHILATA NAVÎN GUR BÛ” li ser Cihûyan got, ku
divêt Kurd dijminahiya Cihûyan nekin û ji
dewleta Îsraîl re rêz bigirin. Mafê dewleta
Îsraîl e ku li dijî terora Erebên kevneperest û
paşverû xwe biparêze. Lê mafê dewleta Îsraîl
nîne ku sivîlan bikuje. Dewleta Îsraîl nikare
xwe bi kuştina sivîlên bê sûc û guneh di cîhanê
de biparêze. Di nav wan sivîlên bê sûc û guneh
de, ku heta niha behsa ji 1000 kesî zêdetir li
Libnanê têye kirin 24 Kurdên ji Rojavayê
Kurdistanê, ji herêma Kurdaxê jî hene. Divêt
dewleta Îsraîl li gorî normên ku ji bo mafên
mirovan di qada Navneteweyî de hene li hemberî
gelê Kurd li ser vê bûyera tirajedîk lêborîna
xwe bixweze û tazmînatê bide malbatên wan 24
kesên di êrişa şer de bûne qurban. Çimkî qet
pêwendiya Kurdên bûne qurbana şerê di navbera
Îsraîl û Hîzbûlah de bi pirsgirêkên di navbera
wan de nîne. Loma dewleta Îsraîl nikare li
hemberî vê bûyerê bêdeng bimîne ku her tişt ji
bo wan suriştî ye. Jixwe ji berê de dewleta
Îsraîl bi têkiliyên xwe yên bi kirêt bi dijminên
Kurdan re ne hindik kîn û nefreta Kurdan qezenç
kiriye. Dewleta Îsraîl çiqas jî di warê leşkerî
de bi quwet û hêz be, hejmara niştecihên wan li
Îsraîlê ji 6 mîlyonan derbas nabe. Lê gelê Kurd
bi potansiyela xwe li Rojhilata Navîn quweteke
pir mezine. Hejmara gelê Kurd nêzîkî 40 mîlonî
ye. Divêt dewleta Îsraîl vê potansiyelê li ber
çavên xwe bibîne. Çimkî heger Erebên kevneperest
bikaribin, dê di rojekê de hemû Cihûyan di ava
kevçiyekî de daqurtînin. Her çiqas hin hêzên
Kurdan li dijî dewleta Îsraîl bin jî, lê dewleta
Îsraîl dikare bi siyaseteke durist û bi bawer
dilê Kurdan bigire û derî ji siyaseteke nerm re
li hemberî Kurdan vebike. Vekirina deriyekî
siyaseta pêwendiyê di destê dewleta Îsraîl de
ye. Divêt ew gavan biavêjin û diyaloga xwe bi
Kurdan re destpê bikin û xurt bikin. Kurd ji bo
Cihûyan taluke nînin. Qedera Kurdan û Cuhûyan di
pir mijaran de jî xwe digihîne hev û herdu gel
jî dikarin li hemberî kevneperest û şovenîstan
bi hev re kar bikin. Heger dewleta Îsraîl
bixwaze dikare bê mineta her kesî bi Kurdan re
pêwendiyên xwe li darbixe.
Divê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî jî biryarek derxist ku herdu
aliyên şer pê razîbin û di roja 14.08.2006an de
agirbest hate îlan kirin. Leşkerên Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî dê herin herêmê ku aştî di
navbera herdu seriyan de çêbibe. Jixwe hêviya me
hemû mirovên aştîxwaz jî ew e ku rojekê li
Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û Cihûyan jî di
nav de bi çareseriyeke aştiyane çêbibe û hemû
gelên li herêmê bê şer û daw, herwiha bê tirs û
xofa hevdu bijîn.
Hêvî û daxwaza min ew bû ku serokê Kurdistanê
birêz Mesûd Barzanî, hukumeta Kurdistana Azad,
an jî serokkomarê Îraqa Federal birêz Celal
Talabanî daxuyaniyek li ser wan 24 qurbanên Kurd
bidana û li wan xwedî derketana. Çimkî yên bi
vîn û îradeya gelê Kurd li ser axa Kurdistanê
hatine hilbijartin û Kurdan di qada Navneteweyî
de temsîl dikin ew in. Hêviya gelê Kurd ji wan
heye ku di tiştên wiha hesas de li ser serê xwe
biêşînin û li gor wê jî tevbigerin û gavan
biavêjin. Serê lingê yek hemwelatiyekî welatekî
din yên qîmetê didin hemwelatiyê xwe li dereke
din biêşe, ew welatên dinyayê radikin ser piyan.
Gel û dewletên mezin bûne, ji ber ku qîmet dane
hemwelatiyên xwe loma mezin bûne. Ew gel û
dewletên qîmet nedane, nadin hemwelatiyên xwe û
di rojên teng de li hemwelatiyên xwe xwedî
dernayên di rêza cîhanê ya dawîn de mane,
badanaj dikin û li ber çavên dewlet û gelên din
qet bi qîmeta pênc qurişan jî nakin.
Daxuyaniyeke ji aliyê rayedarên Kurdistana Azad
li ser 24 Kurdên ku di nava şerê Îsraîl û
Hîzbûlah de ji herêma Kurdaxê bûne qurban, dê
cesaretê bide hemû Kurdan û bibe sedema moraleke
pir mezin di nava hemû Kurdan de. Dê Kurd ji
perçên din jî bizanibin ku heger rojekê tiştek
were serê wan, dê Kurdistana Azad li wan jî
xwedî derê. Hetanî perçên Kurdistanê yên din
rizgar û azad nebin başûrê Kurdistanê hêlîna
hemû Kurdan e. Divêt ne bi tenê bi gotinan
herwiha di piratîkê de jî wisa be. Heger Kurd
bixwe li hevdu xwedî derneyên dijmin ji xwe re
qurbaniyên Kurdan jî bi kar tînin û goya li wan
xwedî jî dertên. Nama Rêxistina Lidijderketina
Erebkirina Çiyayê Kurdan/Efrîn (RDEK) li ser vê
birînê disekine û bi gazî û haware ku her kes li
dijî derê ku rejima Sûriyê qurbaniyên Kurdan ji
bo siyaseta xwe ya bi kirêt bi kar neyne.
|
|