| |
"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî - IV
Cankurd
Sapras ê farsî sozê xwe bi cih nayîne

Bajêrê Athêna
Gava Girîk gihane ber çemê Zabê Mezin ê 400
pêyan pan bû, sê rojan li wir man. Di wê navê de
Klîrgos bi Sapran re kete dan û standinê, û bi
wê şêweyê sozê xwe yê bi hev re dane, ku şerê
hev nekin, carek dî û nû kirin.
Klîrgos ji wî re anî zimên, ku hinek dixwazin di
navbera wan de pevçûnan pêda bikin, û Sapran
gotinên wî erê kirin, û bi ser ve got:
“Ey serwer û serleşkerên Girîkan, eger hûn
amadene bo serîlêdana min, ezê ji we re wan bi
kesan bi nav bikim, ewên gumana, ku xiniziyê bi
min û bi leşkerê min bikin, ji ser xwe avêtine
ser we.”
Klîrogos got:”Ezê wan gişan bînim, û ezê jêdera
agahiyên xwe jî bo te bibêjim.”

şûnwarê Hatra
Hinek serbaz nerazîbûna xwe ji gotinên Klîrgos
diyar kirin, û pêşniyazî kirin, ku ew nehêle
serleşkerên wî biçin serlêdana Sapran di
leşkergeha Farsan de, û divê Klîrgos bi Sapran
ne bawer be, hema Klîrgos li ser nêrîna xwe req
ma, lew re 5 serhêz û 10 serkêş çûn û li gel xwe
200 şerker bi behaneya kirrîna tişt û pertalan
bi xwe re birin. Gava gihane çadirgeha Sapran,
rê bo 5 serhêzan hat dayîn, ku derbas bibin
hindir çadira Sapran: Klîrgos, Proksînos, Mînon,
Agiyas û Suqrat, hema yên dî, tev li derve man.
Paş kurtedemekê, bi nîşanekê re, hemî serkêşên
girîkî yên li derve hatin kuştin û serhêzên di
hindirê çadirê giş hatin girtin, û suwarên
Farsan teviya wan 200 Girîkên li deştê, çi azad
û çi kole, dan ber şûr û ruman, kuştin.
Gava Girîkên dî bi vê yekê haydar bûn, beziyan
çek û debanên xwe û xwe ji cengê re amade kirin.
Gava pêrgî Farsan hatine, Ariyawûsê farî gote
serekên Girîkan:
„- Girîkino, ji me re durûtiya Klîrgos û
pêlêkirina peymana şerbestinê ji aliyê wî ve bi
cih bû, lew re wî mafê xwe stand, ew jî mirin bû.
Hema bo we şah ferman daye, ku hûn debanên „silahên“
xwe deynin, çekên we yê şah in, ji ber ku Koroş
berdestê wî bû, û şah xudanê wî bû.“
Klînor bi navê Girîkan bersiv da wî:
„ Ey xinizê Ariyawûs û hûn kesên, ku we
dostaniya Koroş kiriye, ma hûn li ber xwedîkan û
mêran şerm nakin? We sond xwaribû, ku hûnê
dostaniya dostên me bikin û neyartiya neyarên me
bikin. Pişt re we bi vî kuşterî gawir re, bi
Sapran re, xinizî bi me kir, we mirovin, ku soz
û peyman dabû wan, ku tiştek bi wan naye, dan
kuştin.“

Pûtê xwedîkê tev mezin li
ba Girîkan: Zêyûs „Zeuos“
Her pênc serhêzên girtî birin ji şah re, û
seriyên wan hatin jêkirin. Girîkan paş wê bûyera
xwînî, Zênofon „Xenophon“ ji xwe re kirin serek.
Rewşa Girîkan li Kurdistanê
Rewşa Girîkan, paşku serekên wan hatine kuştin,
wêran bû. Lew re civînek xwe ya li ser cengê bi
hevxistin. Tê de biryara vegerê bo Yûnanistanê
standin.
Di robarê Zab re derbas bûn, û paş têkdana çend
hêrişên talanê ji ser xwe şikandin, wan hêrişên,
ku Mîtrîdad “Mîrdad”ê farsî dajotin ser wan,
gihan ber robarê Dîclê, ku li wir bajarekî
mezinê gel jê koçkirî, bi navê Larîsa hebû. Ew
berê bajarekî Mîdiyan bû, dîwarên bajêr 25 pêyan
qaling bû, bi bilindahiya 100 pêyan bû, û dorêça
dîwarê 6 mîl bûn. Ew bajar ji kerpîçê heriyê, li
ser bingehek zinarî, ku qalingiya wê 20 pê bûn,
hatibû avakirinê. Dema Farsan destê xwe dane ser
Imperatoriya Mîdiyan, şahê Farsan ew bajar
xistibû dame “hîsarê”, lê dîsa jî nekanî bû
bistîne, pişt re ewirin giran bi ser bajêr de
hatin û ji ber çavan berşê kirin, lew re şênî yê
bajêr cî ware xwe hêlan û bajar ket destê Farsan.
Li wir, li nêzîka bajêr, avahiyek kevirî û
sêkoşî, 100 pê pehnaviya wê û 200 pê bilindahiya
wê, hebû. Gelek gundî reviya bûn, hilkişî bûn
ser tepelka wê. Hinek dibêjin; ew bajar Larîsa
bû û hinek dibêjin: bajêrê Nemrûd bû.
Paş 18 mîlan, ewan gihan kelehek mezin li ber
bajêrê „Mîsîla”, ku berê Mîdî tê de dadinisîn.
Bingeha kelehê ji kevirê nerm bû, pehnaviya wê
50 pê, bilindahî ya wê 18 mîl bûn.
Diviya bû, ku Mîdiya jina şahê Mîdî reviya be wê
kelehê dema Mîdiya împeratoriya xwe ji dest dan
û kete destê Farsan, û şahê Farsan tevî ku gelek
caran hêrîş ser kir, lê nekanî bû bistîne, pişt
re Zêyûs “Zeuos” ê, ku li ba Girîkan wek xwedîkê
tev mezin tê nasîn, birûsk li wî bajêrî da û
şêniyê wê tirsiya û bajar kete destê Farsan.
Pişt re rêveçûna 12 mîlan dest pêkir, Sapran
gelek caran avêt ser Girîkan, lê belê wan xwe ji
destê derxistin û paş 5 rojan giha ciyekî pir
asê, ku ji aliyekî ve çiyayin bilind û ji
aliyekî dî ve çemê kûr hebû. [ Ne dûr e, ku
mebesta Zênofon geliyê Sipî yê nêzîk zaxo ye].
Ew hîngê di navbera çiyayê Sipî û robarê Diclê
de diçûn.
Serleşkeran civîneka xwe bi hevxistin, û ji
destegîran “esîran” li ser herêmê pirsiyan. Wan
got, ku başûrê herêmê dikeve ser rêya Babêl û
Mîdiya, û rojhilat ve dice Sose û Akbatana, û
hat gotin, ku ew havîngeha şah e, lê gava di
robarekê re derbas bin, wê her bi Lîdiya û Iyona
ve biçin, hema bi bakur ve, di nav çiyan re wê
biçin welatê Kurdoxiyan. Ewana gelekî cengawer û
wêrekin û ne di bin destê şah de ne. Berê
leşkerekî ji 120.000 şervanan hêriş welatê wan
kiribû, kesek ji wan venegeriya bû, ji ber
zevînê welatê wan ê çiyayî. Di hinek deman de
peyman bi şahên deştî re danîn, û wilo têkiliyin
baş di navbera wan û gelên deştê de pêda bûn.
Serhêzên Girîkan biryara xwe dan, ku di nav
çiyan re hêriş ser gelê Kardoxî bikin, ji ber ku
li gor gotina destegîran, wê xwe bi zûkî
bigihînin Ermenistan a zengîn û mezin, ku şahê
wê bi navê „Arontas“ bû. Ji wir jî çûyîna bi her
aliyekî ve asan e.
Girîkan qurban bo xwedîkên xwe dan, da rêveçûna
wan serkeftî bibe, lê belê ji ber gumana, ku di
tengerêyên „ziqifên“ çiyayî re hêriş li ser wan
çêbibin, fermana xwe bi zûkî dan û bo koçkirinê
lez kirin.
Di bin basikên tariyê de, û berî asîman mor bibe,
Girîkan deşt birriyan û bi aliyê çiya ve hêwirîn,
bi ber destê sibê re gihanê. Krîsofos di
pêşengiyê de, li gel leşkerê xwe û hemî hêzên
sivik diçû. Zênofon jî hêzêd xwe li paşengiyê
civandi bûn da hêrişên, ku ji paş ve bên,
bişkîne û nehêle kes ji nişka ve bavêje ser wan.
Krîsofos giha serê çiyayî, berî ku neyar „mebest
di vir de Kardoxin“ li xwe hişyar bibin, pişt re
ji xwe xweş pêş ve çû, û paş ku desteyên leşkerê
yên din di ziqifê re li pey hev derbas bûn, bi
pey wî ketin û bi nav gundên çiyayî ketin, li
wan belav bûn.
Kardoxan yekser malêd xwe hêştin û berê xwe dan
çiyan, jin û zarokêd xwe jî bi xwe re birin, lê
gelek xwarin li şûna xwe hêlan. Pêdiviya Girîkan
bi gelek xwarin hebû, lew re tev li teşt û legan
û firaxên malan, ku bi piranî ji Bronzê çêkirî
bûn, li gel pirtî û cilan, talan kirin. Wan di
serî de ne dixwastin talanê bikin, da Kardox
nebin neyarên wan û bihêlin Girîk bê astengî di
Kardoxistanê re derbas bin. Ji aliyekî dî ve,
Kardox jî neyarêd şah bûn. Lê ji ber ku pêdiviya
Girîkan bi zad û her tiştekî malan hebû, lew re
dest bi talanê kirin. Girîkan deng li Kardoxan
kirin, bo ku dilê wan bi ser xwe ve bînin, hema
Kardoxan tew guh nedan wan û çi dostanî bo wan
diyar nekirin.
Hîn tarî bû, gava Girîk ê tev paşîn ji çiya
daketiye nav gundan, ji ber ku hilkişîn û
daketinê teviya rojê dirêj kir û lora ku rê ne
baş bû. Di wê navê de hinek Kardoxan xwe bi lez
civandin ser hev, hêriş ser paşenga Girîkan
kirin, bi kevirkaniyan û tîran parek ji wan
kuştin, û hinek jî birîndar kirin, tevî ku
leşkerê Girîkî ji nişka ve bi ser gundên wan de
hatibû û hejmara wan jî biçûk bû, û eger hejmara
wan piçekî mestir ba wê parek mezin ji leşkerê
tune bikirana.
Girîkan wê şevê di nav gundan de çadirên xwe
vegirtin, û Kardoxan li serên çiyan agir dadan,
bo haydarkirina hev û din.
Serhêzên Girîkan bi berbangê re dîsa civiyan û
biryar dan, ku tenê dewarên barkirinê yên tev bi
hêz û yên pir giring bi xwe re bibin, dewarên dî
û koleyên ku di dema dawî de girtibûn, li şûn
xwe bihêlin, da bi zûkî ji wir bi dûrkevin û ji
ber ku pir pawan û berpirs bo ajotina dewaran û
bo paristina koleyan pêwîstin, û bi ser ve jî
bêtir xwarin ji wan re divê. Biryara xwe bi rêya
bangêran yekser belav kirin bo bi cih anînê.
Girîkan paş nîvro rêveçûna xwe gudandin, û
serhêz li ciyekî teng ji rêya xwe li rêz
rawestiyan bo tiştên qedexekirî ji dest şerkeran
bistînin.
Şerkeran ferman bi cih dihanîn, lê carina gava
wan ji kurekî an jinek çeleng hezdikirin ew ji
dest nedidan. Di wê rojê de pêş ve çûn, carina
şer dikirin û carina vedihesîn. Roja dî bahozek
xort bi ser wan de hat, lê dîsa ji rêya xwe
neman, ji ber ku barêd wan sivik bûn.
Berma heye…..
Rev û pevçûn
**********************
|
|