| |
Günter Grass
Servedana rastiyê di “hilîskirina pîvazan“ de
Cankurd
Niviskarê alman ê mezin Günter Grass ê ku sala
1999 xelata Nobel ya wêjevaniyê li Stockholmê
standiye, û wek tiliya ber bi rastiyê ve di
civata almanî de hatibû naskirin, paş 61 salan
ji tevabûna cenga cîhanî ya duwê û têkçûna
sîstema Naziyan, di pirtûka xwe ya nû de
„Hilîskirina pîvazan“ de dide zanîn, ku ew
endamekî hêzên SS bû. Hêzên SS wek kujerên
milyonan ji mirovan hatine tawanbar kirin.
Ev nûçe wek bombeyekê di nav civata rewşenbîrî û
ramyarî ya almanî de deng da. Gelek kesan, wek
sereka Encumena Navendî ya Cihûyan Charlotte
Knaubloch, rawêşkarê almanî yê berê Dr. Helmut
Kohl, cîgerê rawêşkara niho Franz Müntefering
(SPD), wezîrê dewletê yê çandeyê Bern Neuman
(CDU), serekê partiya polonî (PiS) ya ku niha di
deselatdariyê de ye Jacek Kurski û gelek
rojname, televizyon û kovarên ronakbîrî li ser
vê yekê axivîn û bi tevayî dipirsin; bo çi
Günter Grass ê, ku wek morlaparêzekî mezin dihat
nasîn, ta niha ser rastiyê peçinî bû û bo çi di
pîriya xwe de (79 salî ye) vê yekê niha dibêje.
Ji ber ku Günter Grass hemwelatiyê rûmetê yê
bajêrê Danzig e li Poloniya, wê niha rûmetdariyê
ser ji nû ve jê bistînin. Polonî dibêjin:“ Nabe
endamekî berê yê leşkerên SS ê nazî, ku cenga
cîhanî ya duwê bi bombebarankirina Danzig dest
pêkiriye, bibe hemwelatiyê rûmetê
yê vî bajêrî.“
Günter Grass ê ku ji ber van rexneyan pir diêşe,
dibêje, ku hinek hene dixwazin wî wek „hîçekî“
an „ne kes“ biçûk bikin, û hîvî dike, ku
ev
rexnegir êdî pirtûka wî carekê hûr û kûr
bixwînin.
|
|