|
Tirkiyê, bi rêya şîrketên xwe îlacan
û xwarinê difroşe Iraqê. Derket holê
ku gelek ji derman û xwarinên tê
firotin genî an jî kevin bûne. Ji
ber firotina derman û xwarinên kevin
û xirabûyî, hemwelatiyên Iraqê têne
jehrdayîn. Pisporê pirsê dihênin
zimên ku Herêma Kurdistanê jî ji ber
derman û xwarinên kevin û xirabûyî
dikare ketibe bin xetereke mezin.
Pirs ne nû ye. Ji zû ve îlac û
xwarin tên firotin. Lê şikên li
hember sextekariya şîrketên Tirkiyê
berî niha eşkere bû û piştî bûyerê
kontrolkirina îlacan û xwarinê ji
aliyê dezgehên bijîjkiya Iraqê û
Herêma Kurdistanê ve xurtir bû.
Dezgehên bijîjikiyê li Iraq û
Kurdistanê sextekariya şîrketên
Tirkiyê eşkere kir. Wezareta Iraqê
li ser pirsê notayek protestoyî da
balyozxaneya Tirkiyê li Baxdayê. Ji
Wezareta Derve a Tirkiyê hate
xwestin ku li ser şîrketên
dermanfiroş, mercên xebata
febrîkeyên wan, birêvebiriya wan û
awayê guhestina dermanan bo Iraqê,
zaniyariyê bide wezareta
Tenduristiyê a Iraqê. Ji Tirkiyê
heta xwestin ku, rê bide komek
doktorên Iraqî ku werin Tirkiyê da
ku pirsê ji nêz ve bişopînin. Di
nava komê de niwênerên kurda ji
Herêma Kurdistanê jî hene. Kesên
dixwazin herin Tirkiyê ev in: Dr.
Ihsan Jaafer, Dr. Huseyin Al Beer,
Dr. Ala Shallan û Mûdirê Sihetê yê
Duhokê Luma Hazim.
Wezareta karê derve a Tirkiyê, bi
Mûdirê Tevayî yê Dermanfiroşên
Tirkiyê re kete têkiliyê û ji wan
zaniyarî xwest. Piştî têkiliyên
wezareta Tirkiyê bi şîrketên derman
û xwarinên re, Wezareta Karê Derve a
Tirkiyê bi ihtîmalek mezin dê
bersivek neyênî bide Iraqê.
Çavkaniyên tenduristî yê li Tirkiyê
û Kurdistanê dane zanîn ku pirs
mezin e, skandal ji awira aborî ve
pişta xwe dide pereyên mezin. Dema
pirs bê kolandin dikare skandalek
berfirehtir derkeve holê. Tirsa herî
mezin ew e ku şîrketên Tirkiyê bi
zanabûn, siheta bi hezaran
hemwelatiyên Iraqê û kurda xistibe
xeterê.
Em, li ser xetera dermanên kevin û
çareseriya pirsa îlacan li Herêma
Kurdistanê, bi pisporê pirsê Dr.
Yekta Uzunoglu re axifîn. Wî li ser
pirsê agehdariyên giring da me.
Fermo hevpeyvîna bi Dr. Uzunoglu re:
- Çima dermanfiroşên Tirkiyê
îlacên xirabe, kevin difroşe Iraqê?
Bersiva vê suale ev e : Çima Iraqî û
dîsa wusa Kurd dermanan ji Turkiye
distînin? Şîrketên tirk li Iraqê
wusa jî li Kurdistanê ji xwe re
taşeronan peyda kirine, network a
xwe ya mafyayî saz kirine, saxiya
mirovan bo wan, armanca xebata wan
nîn e. Malesef pir kesên ku
taşerontî bo şîrketên tirka dikin,
di dema diktatoriya Saddam Husêyn
de, dîsa ew bûne ku tîcaretê kirine
- yan jî bawen wan -.Yanî bi wêjeye
geleri "caş" bûne û îro ew "caş"
xwudan hikmekî berbiçav in di warê "ticaretê"
de. Lê tiştê ku tê kirin ji exlaqê /
Kodex / ticaretê gelekî dûr e. Ev
kes bo qezencên xwe hertiştî "difroşin".
Ku karên ku ew dikin, bi xwe gorî
kriterên mirovatiyê ne firotin e, le
qetil e.
Hem mirovan qetil dikin û hem jî li
serda dirav qezenc dikin.
Di her welatekî de ticareta dermanan
li bin hukmê qanunan, li bin
kontrola saziyên dewletî de ye.
Berspirsiyarê vê bûyera tirajîk li
Kurdistanê berî herkesî, pêşî
tacirên tirk û taşeronên wan in,
paşê kesên ku bên rexnekirin
karbidestên herêmê ne. Çawa
hikumetekî destura îtxalkirina
dermanan ji welateki weka Tirkiyê
dikare bide? Ew Tirkiye ku bingehê
siyaseta xwe li ser nijadperestiya
dijî hebûna gelê Kurd ava kiriye! Ev
xeletiyên wisan cihê pirsê ye.
- Dermanên kevin û xirabe ji
awira bijijkî ve çi bandorê li Kurda
dikare bike?
Piraniye dermanan bi xwe jahr in.
Minak: wek antîbîotîk. Le ku dozajê
derman bo kuştina mikrob û virus be,
ew derman e, le ku dozaj zêde bilind
be dibe jehr bo mirovî. Dozaja
bilind dikare mirovan bikuje anjî bi
kêmanî hinek organan taxrîb bike.
Dermanên Kevin: Hinek derman in ku
kevin dibin hikmê dermanbûnê hunda
dikin. Lê hinek jî dibin jahr.
Dermanên xirab: Dikare mirovî nav
demekî kurt de bikuje, lê dikare
taxrîbatê bide hinek organên mirovî.
Ev taxrîbata organan xwe piştî
demekî dirêj yan demekî kurt nîşan
dide, bi şêweyên cure-cure.
Ev "derman" ên xirabe giştî zirarê
didin kezeba reş û hinek jî gurçikan.
Ev zirar wek nexweşîyekê xwe dikare
piştî salan jî nişan bide. Hinek
derman dikarin dervayê wî da genê
mirov xirab bikin. Wê demê zirare
wan di neslên din de xwe nîşan dide.
Yanê, dikare xwe piştî 5-10 salan di
zarokan de nîşan bide û zarok seqet
- yan jî alî canî yan jî ji alî ruhî
- werin dinyê. Hun dikarin
dehhezaran zarukên seqet texmîn
bikin? Wê demê karbidestên îro wê di
ser kar û hukmê xwe de nebin, dibe
ku nejîn jî, lê zarukên seqet wê bi
wi seqetiyê mahkumê jiyanekî bi êş û
kul bin.
Dervaye wî ji hinek dermanên xirab
dikarin zirare bidin rihê mirovan.
Ger imkana çuyin û xebate azad
hebûya min dê çend pisporan bişanda
Kurdistana Başur û Bakur ku
lekolinekî li ser "xwekuştiyan"
bikin. Lebikolin gelo ew keçên ciwan
ku xwe dikujin, dest davêjin jiyana
xwe, xwe dişewitînin, berya van
depresionan derman xwarine yan na,
ger xwaribin çi, kîjan derman
xwarine, xwîna wan de perçeyen kîjan
madeyên kimyewî hene ûhd. ûhd. Ji
ber ku hinek "dermanên" antîdepresiv
ger xirab bin dikarin depresione hê
qurtir û xurtir bikin û bibin sedemê
gavên "har", wek xwekuştin. Di vê
warê de berpirsiyarî kî mezin para
doktrorên Kurd ê Herêmê ye. Ew bi
xwe dikarin li ser van pirsan grubên
xebatê saz bikin û lê bikolin.
Ta kengê wê hevî û leviya alikariyê
ji " derva " bin? Wek tê zanin
vietnamî di nav şerê malxirab de
xebata xwe ye ilmî didomandin, kurd
çima nakin? Piraniye belediyên
Kurdistana Bakur li destê
welatparêzên kurd de ye, li Başur ji
xwe dewlet ew in. Çima ji sulane xwe
yên jiyanê re xwedî dernakevin?
Ji alîk- 80.000-100.000 pêşmerge û
dehhezaran polîs- quweten asayişê -
tên xwedî kirin ku hereme Kurdistanê
biparezin, lê ji alî din weka ku
singê gelê xwe vekiribin û dibejin
werin me bi pere me bikujin.
Dermanên xerab dikarin sedem û
sebebe trajedikî ji ya Halepçe
mezintir bin.
- Di rewşa îro de pêwîstiya
Kurdistanê bi febrîkeya îlacan heye,
an na? Çima heye?
Çaraliyê herêmê rejimên har in.
Pêwîst e berpirsiyarên Herêmê saxiya
gele xwe teslimî "qederê", teslimî
peyayên van rejîmên har û hirhop
nekin. Ger derman ne ji "ciranan",
le ji welatekî "dur" jî bistînin, tu
garantî nîne ku, deste hinekan
neghije wan deverên " dur " û derman
rastî derman be. Çareser kirina
derman wek sazkirina hezên parastinê
bo herêmê re giring e. Derman ne
televîzîon, kompîtur yan otomobîl e
ku xirab derket "tenê" zirare bide
mirovekî. Jiber ku derman ne derman
be saxî û canê mirovî ji dest diçe û
vegerê cane nîn e. Divê ku
karbidestên Kurdistana Başur suala
derman û xwarinê bi destê xwe û di
Herêmê de çareser bikin. Ger ev
çareser nebe, nujentirîn çek jî
nikare gelê wê Herêmê biparêze.
- Ji awira ekonomîk ve, çiqas çûna
Herêma Kurdistanê ji bo îlacan heye?
Kes nizane. Hinek derman hikumeta
Baxda finanse dike, hinek ye herêmê
û serda gelek derman jî bi kaçaxî
tên firotin-stendin. Statîstîk nîn
e. Lê gor texmînên gelek gilover ev
hejmar ji çendsed milîon dolarê
emerîkî kemtir nîn e.
- Ji bo Herêma Kurdistanê bibe
xwediyê febrîkeyê îlacan, derman li
Kurdistanê bên çêkirin, çi xebatên
bingehîn pêwîst in?
Bere hertiştî divê Parlementoya
Kurdistanê qanunan di vî warî de pêk
bîne û hejmar û navên dermanên ku
wek derman qebul dike biweşîne.
Firotin û bikaranîna "dermanên" din
jî qedexe bike. Tevekên welatên
nujen de derman li bin kontrola
dewletê de ye. Wek tê zanin li Swêdê
ne tenê derman li bin kontrolê
hikumetê de ye, lê dîsa wusa
dermanxane bi xwe jî yên dewlete ne.
Dibe ku pisporên Parlemantoya
Kurdistanê di vê warê de tune be. Le
bo pêkanina lîstekî dermanên
bingehîn pewîstiya wan bo pisporan
jî nîn e. Saziya Tenduristiya
Yekîtiya Milletan deh salan e di vê
warê de kar dike. Parlementoya
Kurdistanê bo qanunan dikare ji
imkanên vê saziyê istîfade bike. Wek
tê zanîn bo çareserkirina piraniya
nexweşinên mirovan di şertên welatên
paşdemayîn de tenê 150-180 derman
têr dike. Îro di Kurdistanê de
hezaran derman ji dehan welatan heye.
Ev xeterekî gelek mezin e. Nave van
150-180 dermanan nas in. Piraniya
saziyên xêrxwaz bi van dermanen
bingehîn di welaten paşdemayî de kar
dikin û di xebata xwe de gelek ser
jî dikevin.
Bo çêkirina van dermanên bingehîn bo
5 milîon gelê Kurdistana Başur
febrîkekî tenê bes e. Ku Hikumeta
Herêmê bixaze febrîkakî wusa ji alî
teknolojî de di nav 6 mehan de
dikare ava bibe, ger avahî hazir be
.
- Ji bo avakirina fabrîkeyên
îlacan çûna aborî çiqas pêwîst e?
Kîjan welatên mezin li ser pirsê
pispor in û mercên têkiliyek çawa li
gorî berjewendiyên Kurda ye?
Febirika ki wusa şirketên "navdar"
kêmê 500 milîon dolar çênakin. Le
bizanebûn dikare febrîkekî wusa bi
20-30 milîon dolaran ava bibe. Wekî
li Tanzanîya yê. Çareserkirina vê
suale ne zehmet e. Bi 4 pisporên
gelek baş di 4 warande dikare
çareser bibe :
1. Pisporekî tanduristî û eynê demê
de dîplomat bo dayinustendin bi
saziya tendirustiya Yekîtiya
Milletan, saziyên xêrxwazên
navnetewî di warê tandirustî de, bo
dayinustendin li gel welaten
peşdaçûyi uhd.
2. Pisporê dermanasî -farmakolojî -
3. Pisporê teknolojiya
dermançêkirinê
4. Pisporê tîcareta pewistiyên
hevîrê dermanan. Ji xwe pisporên baş
gruhe xebata xwe bi xwe çêdike û
endamên gruhe xwe ji bi xwe peyda
dike. Di vê warê de ev pispor
dikarin ji pisporên Kurden Ewrupî
istîfade bikin. Malesef deriyên
Herêma Kurdistanê bo van pisporên
Kurdên xeribiyê re ta nuha girtî ye.
Sedemê peşdeçuyina Israîl ji
destpêkê ta nuha ewe ku Israîl kîjan
cihû ji kîjan quncika dinê here wir,
wî wek heoli-hemwelatiyê xwe dikin
singe xwe. Ev helwest mixabin e ku
hê jî li Kurdistana Başur nîn e.
Dibe ku di destpekê de bi hinek
şîrketên baş ê Hindistanê re bo
demekî têkiliye ticarî pewist be . Û
dibe ku çend seferiyên zaninê bo
Tanzaniya û Hindistanê pewîst be, ji
ber ku ev her du welat sualên xwe
yen bingehîn ê dermanan bi awakî baş,
rasyonel çareser kirin / kirine û
dikin û ji bo Kurdistanê dikarin
minak bin. Bo cihazên hesas Korêya
başur ku leşgere wan li Kurdistanê
ye, welateki bi îsabet e.
Fabrikayek wusa li Kurdistanê de
dikare di webeyê navîn de bersiva
pewîstiya tevekê Iraq jî bide û bibe
navenda farmakolojiya Iraqê. Le
pêwîst e hinek fireh û dur were
fikirandin.
Dr. Yekta Uzunoğlu kî ye
1953 de li Farqînê hatiye dinyê.
1971 ji bo xwendina bilind tê
Fransayê. Li wir zimanê fransî
dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî
xwendina tendurustiyê, dibe doktor û
di 1980 de di gel hejmarek doktor li
Kurdistanê dixebite. Piştre tê
Almanya. Li wir di avakirina
Enstituya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya
Kurdî a Bonnê rolên berbiçav
hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere
Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê
nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê
dersên aborî werdigirt. Paşê li ser
makro ekonomî xebitî, li ser
zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de
li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus
û hejmarek ekonomîstên wir, li ser
bingeha berhema xwe bi navê ``Perspektîvên
Aboriya komara Çekî`` xebatên
aboriyê dikin. Ji ber komployekê di
sala 1994 de tê girtin. Ew di
sala1997 de azad dibe. Di sala 2006
de xelata Frantisek-Krigelê
wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du
zarokên wî hene û li Komara Çekê
dijî.
(Zarathustra News).
|