Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

08 September 2007 16:55

 

Arşev Oskan

 

Ez diçim..

Arşev Oskan

Li êşên ku bi salan hatibûn meyandin,
yên mîna wan keskesoran dijeniyan, digerim.
Ev çi têl in, ku jenîn mîna xwînê di wan re diherike!?
Ev çi tilî ne, ku bi nazenînî direqisin!?
Bi hêsanî, dermanê dilên westiyayî peyda dikin.
Mîna nikilên şalûlan, bi maçan wan têlan dilerizînin
Newazan li asoyên hiş û dilan belav dikin.

Ez diçim..
Xunaveke hûr bi ser êşên xemgîn de dibarînim.
Wan çîrok û çîvanokên zarotiyê bi xwe re hişyar dikim.
Min çi mûzîk mîna dengê dayika xwe nebihîstiye
Çi bêhn, ji xwîdana wê xweştir, bêhn nekiriye
Çi war, ji himêza wê aramtir nepelandiye
Çi şêranî, ji şîrê wê şêrîntir venexwariye…
Lê (arpa) te..
Ev hemû êş, ji hêlana xewnan, ji nû ve vejandin.
Bi arp û dengê te re, kulîlk têne semayê
Ji nû ve, bi nikilên xwe li ewrên bîranînan didin
Her ku guhdar dikim, di wê himêzê de kûrtir dibim
Di wê axê de, mîna singekî tême kutan.

Ez diçim..
Li delavên wan çeman, binefşan avdidim.
Bila kes li min nemeyzîne, tenê ez û xewnên xwe,
li wan masîkên, ku bi kurdî dikenin temaşe bikim,
yên ku ji îro pêve, nema diçim nêçîra wan.

Ez diçim…
Li pişta wan asoyên rewrewkî, yên meyandî siwar dibim.
Di ber bahozên berfîn, yên zivistanên çiyan re difirim.
Ew berfa ku li ser nêrgizan paldayî, bi tîna dilê xwe dipşêfim.
Li nav wan zeviyên zeytûnên Efrîn û mêwên Qerejdaxê digerim.
Wan kewên gozel yeko yeko li Cûdî dihijmêrim.

Ez diçim..
di ber baweşîna têlên arpa te re, di xew re diçim.
Li sînga wan zozanan, dibim asik û pezkovî.
Li xuşexuşa sûlavên geliyan, bi te re guhdar dikim.
De bilorîne û min bibe warê sawîran
Min bike rêwîyekî riya dûr û di ber çemê Firatê re berde
Bila bi çavên xwe, bejna welat gav bi gav bipîvim.
Min bes vegrîne van walatên sar û bê stêr.
û piştre min ji xewa mirinê dîsa hişyar bike.

Ez diçim..
Mêvanê stêr, ax, asîman, sûlav û dengên tavên buharê
Wan birûskan bi tîpên navê dayika xwe xêz dikim
Ji zû ve, min ew nedîne, min bêriya wan kiriye.
Belê min venegerîne.. hema çend rojên minî mayî,
Tevî tîbûnê, bila li ber sîmfonî û lorînên arpa te,
Ava jiyaneke nû binoşin.
Min bibe û mîna çûkekî li nav xewnên evîna qurmiçî bifirîne.
Da ez li wê dilbera, ku sih sal in dil diziye bigerim.

Ez diçim..
Ji zû ve, min dil hebû, li te guhdar bikim û li xwe bigerim.
Ji zû ve, bi binfeş û nêrgizên kenok re nekenîme
Wê bi çûna min re, ewrên buharê xwe giran bikin
Bi awazên te re, wê lêvên xaka tî, di bin wan xunavan de şil bibin.
Wê welat bibe demsaleke buharî û xwe bi me şêrîntir bike.
Wê keskesor bi awazên te re, mîna du birûyan bêne vegirtin.
Her tişt li bendî awazên te bûn, li bendî hatina min bûn.
Ez diçim û nema vedigerim!.

10. 07. 2007. Hamburg

Arp : aleta mûzîka Tara Jaff e.
“Ev xêz li ber mûzîka Tara hatine nivîsandin, lewra ez wan diyarî wê dikim”.









 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1