Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Rênivîsa Peyva Kurdî gaveke nû ber bi zimanekî kurdî yekgirtî de
Dr.Zara Brahîm

 


Eger em bixwazin wan hestên kurdî di rêya wêjeyê re diyar bikin, me pêwîstî
bi rewşenbîriyeke bilind heye li ser bingiha zimanekî zanistî-akadêmî bi
şêweyek standard û yekgirtî, ta ku zimanê kurdî jî tevlî zimanên cîhanî bibe
û wê nasnameya netewî diyar bike û rola rewşenbîriya kurdî jî di danasîn û
ragiyandinê de navbera zimanên cîhanê de. Lê gava em vegerin pirtûkxana
zimanê kurdî, tê xuyakirin bê çiqas pêwîstî bi kar û xebateke zimanevanî
divê, ta ku em karibin bi kêmanî li her parçekî bi şêweyek yekgirtî bixwînin
û binivîsin û ev zimanê standard bê vedan li wan parçên din, ta ku rojek
hebê bo zimanekî standard seranserî Kurdistanê.
Bi rastî xwendevanên ku berê xwe didin zimanê kurdî, dikevin nav gerînok û
tevlîheviyekê bo bijartina wê şêweya rast û drust ji rêziman û rênivîsa bi
kurdî. Her berhem bi şêweyekê dertê, nivîsandina gotina di frêzê de bi gelek
rengan tê, her nivîskarek ligor rêçikek rêzimanî yan jî bê rêçik û ligor
mêjiyê xwe dinivîse, kesê ku bixwazê hînî ziman bibe di nav vê tevlîheviyê
de winda dibe û li dawî lal derdikeve!!!!!!
Li vir pirsek xwe tîne zimên, gelo gava em nikaribin zimanekî kurdî yekgirtî
peyde bikin bo kurdê sûrî, hingî em wê hêviya xewnên paşerojê bo zimanekî
standard jî winda dikin.
Ev erkê han dimîne li ser pişta pisporên ziman û ew peyama rewşenbîrî ya
kesê zimanzan, divê bi cî bibe û karibin xwedî li zimanê xwe derkevin.
Em Karin bêjin ku pirtûka mamoste Berzo Mehmûd ( Rênivîsa peyva kurdî ), vê
rêya zimanevanî dişopîne û roniyeke zanistî diavêje li ser gelek kêşe û
astengiyên ziman, karekî cihê nirxandinê ye, çiku cara yekemîn e piştî danîna
rêzimanê kurdî ji aliyê zimanzanên mezin mîr Celadet Bedirxan û di pey wî re
Qenatê kurdo û Reşîdê kurd, ku ev gaveke nû ye ber bi serrastkirina zimanê
kurdî de pêk tê.
Ev pirtûk bi rêbazeke zanistî û li ser bingiheke rêzimanî drust e, hewldana
çareserkirinê bo giriftariyên zimanê kurdî dike. Ew nivîsandina bêsînor û bê
yasayên zimanevanî tu sûde nîne bo pêşxistina ziman, loma ev lêkolîna han
dibe wek rêbazekî zimanevanî bo çi kesê guh dide zimanê kurdî, nemaze di
warê bikaranîna morfêman di rênivîsê de, pevekirin yan jî cudakirina
morfêman di rênivîsa kurdî de, danîna zaraweyên kurdî ( têrminolojî).
Nivîsandina ji hev cuda di frêzê de, li hin ciya zehmetiyê dixe pêşiya
fêrbûna ziman de û ta radeyekê dûrî fonîtîk û dengsaziya zimanê kurdî
dikeve.
Rênivîsa peyva kurdî, hewldaneke xurt e bo hesanîkirina zimanê kurdî, jiber
ku li hemû welatên cîhanê pisporên ziman û fîlolog ber bi vî alî ve diçin û
zimanê xwe hesanî û nû dikin li bingihek yekgirtii, ta ku karibin kirasê
nûjeniyê li zimanê xwe bikin. Weke nimûne bo vê hesanîkirinê, nerînên
pirtûkê li ser hin giriftariyên rênivîsê, weke nivîsîna kar û paşkokan di
ristê de, morfêma ( ê),morfêma (bi), nivîsîna daçekan û hwd. Bijartina
peyva rast ji nav gelek şêweyên nivîsînê weke ( drust, siruşt, geyandin,
westiyan, tijî, dixwê, dike, niha, alîkar, cor, nû, nerîn, cuda ).
Di vê mijarê de bingiha zimanekî yekgirtî tê danîn, nemaze ku gava ev kar
bibe cihê lêkolînê û pirsê ji aliyê hemû zimanzanên kurd ve ku karibin
komîteke zimanevanî li darxin û karekî hevbeş bikin.
Afrandina rewşenbîriyeke bilind ku karibe bi hesanî avjeniyê bike di
deriyaya zimanê kurdî de.
Bi rastî ev karekî zanistî bilind e û cihê spasiyê ye û gereke zimanzanên
kurd, eger bi rastî dilsozê zimanê xwe ne, îro roj berê xwe bidine vî karê
hevbeş ta ku sûde bibe li zimanê kurdî û çêtir e ji karê bi tenahî û dûr
ketin ji wê peyama rewşenbîrî û erkên ku tên li ser wan. Pêwîstî bi zimanekî
kurdî yekgirtî heye, loma divê karekî hevbeş peyda bibe ber bi vê armanca
pîroz ve.
Li dawî ez dibêjim ku ev pirtûk cihekî xwe yê giring digre di warê zimanevanî
de û divêt li ser bê rawestandin bi dilekî fereh û awirên parastina
berjewendiyên netewî û xebata zimanevanî, ya ku îro ne kêmî wê xebata
siyasî ye.




 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE