Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

Amara
xalê xaluq - Ankara


Amara
bi awirên te
çîya ji xwe dipekin
ji xwe çavên te
dilê min yê bizdeha bû
nerînek bê kesim li ser mijankên te
bi(r-i-hê) te jî ez ne ditîm
mirina te ji nav destên min pekiya
kû pênûsê min mirina te ne nivîsa
(vê biskê)
tê welat ba ji sîha min re
bi nerînek gemarî li wêneyên te digerim
lî çiyayekî der dikevim
li çiyayekî şoreşger im
lî çiyayekî berxwedan im
lê av im
diherikim...
kevirek im...
digindirim...
wek kevirekî bê kes ü kûs dimirim


Ax Amara...

tu nizanî
zarok jî dimirin
van rojan li
Amedê
kenê te maç dikim
her şev
ji bîrdikim çarde xortan jî
Ax Amara ...
zorokên ku hê ne bûne kurd
ê ku hê nizanin bimirin

di dergûşan de xwe fetîsandin
an jî hatin fetisandin...
hin ji wa hê lal in…
hin ji wa li çîyan in
çîyan in…
kevir şahid in,
min jî dît....

wi wextî hestên min di dilê min de xera bûn
bi porên xwe jî şilbûm ji girî
hestên xerabe, destekî bê dest
li ser dilê min di sincir e
bêhna çûna te tê guhê min
xwe kerr dikim wî wextî...
avnik digire çavên min ji girî...
seqemik di sincirê li zimanê min
serê lêvên min dişewitin...
bi şeqema diçim berbanga..
ax nayê gotin...
min rûpelekî din qetand ji dilê xwe
di bin pênûsa xwe de perçiqîm îşev
nayê gotin...
Hestên netewî hatin êşandin di dilê min de
Dilbiêş im…



û baran dibare
wek her şev...
reşî dibare....

rojhilata navîn jî tê şewitandin di
nûçeyan de
ax te nedît çawa di şewitî axa li ser gora
te û welatên min...
min ken ji xwe re qedexe kir...
qedehik kenê te vedixwim her şev
têr dibim
bi kêf dibim...
namrim...
baweriya te
di nav bêdengiya min de
bi hewar dike
ax hawarê!...
agir bi awirên min dikeve...

Ax Amara...
kabokên te maçdikim ji çavên te...
ax Amara
çavên te....
ji xwe awirên te...




 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE