| |
Şerê Tehran û Şamê li Beyrûtê!.
Tariq Hemo
Rejîmên Sûriye û Iran insyatifa şer pêşvexistin
û bi riya rêxistina Hizbulahê Lobnan careke din
kirin qada şer û pevçûnan.
Ji bo Dewletên Yekbûye yên Amerikayê (DYA) û
tevahiya Rojava rawestînin û gefên li dij Tehran
û Şamê ji destpêkê ve asteng bikin, herdo
rejîman rêxstina Hizbulahê bi ser Israîlê ve
şandin.
Hemû kes dizane, ku Hizbulah çek û finansa xwe
ji Sûriye û Iranê werdigre û ew ji bo pêkanîna
armancên van herdo welatan her tim amede ye. Bi
êrîşa li ser nuqteya eskerî ya Israîlê, ku di
encamê de 8 eskerên Israîlî hatin kuştin û 22 jî
birîndar bûn û 2 jî hatin girtin, Hizbulah derî
li pêşiya şerekî giran û demdirêj vekir.
Biraya şer û "lempeya kesik" ji Şam û Tehranê
derçû. Ev biryar bi êrîşên milîsên rêxsitina
Hemasê li dijî eskerên Israîlî û revandina
eskerekî Israîlî, hate bi hêz kirin. Serokê
buroya siyasî ya rêxistina Hemasê ya ku niha
hikûmeta Filistînê bi rêve dibe, li Şamê û di
konfransek çapemenî de eşkere biraya şer da.
Xalid Meşel diyar kir, ku ewên asta tekoşîna li
dijî Israîl bilind bikin. Hesen Nesralah jî
serokê Hizbulahê ji aliyê xwe ve hemleya "sonda
rasteqîn" da destpêkirin û da zanîn, ku ewê
êrîşên bi rokêtan li dijî bajar û bajarokên
hundurê Israîl ranewestînin, heger hikûmeta
serokwezîr Eyhûd Olmert bi sedan girtiyên
Hizbulah û Hemasê ji girtîgehên israîlê serbest
bernde.
Heya niha di êrîşa artêşa Israîlê de li ser
birayagehên Hizbulahê li başûrê Lobnanê bi sedan
alîger û endamên Hizbulahê hatine kuştin. Her
weha di van êrîşan de jî gelek kesên sivîl û bê
sûc bûne qurbaniya vî şerî. Belafirên şer yên
Israîlê li gelek Sazî, Pir, Fabrik û cihên din
ên eleqedarî aborî û torîzma Lobnanê daye. Her
roj bi qasî 100 milyon dolar xisara lobnanê dibe.
Lê her dîsa Hizbulah êrîşên rokêtan li ser
bajarên Israîlê ranawsetîne.
Hizbulah bê ku destûra hikûmet û birêveberiya
Beyrûtê bistîne ev êrîş kir û şer da
destpêkirirn. Niha jî doza berxwedan û tekoşînê
li gelê Lobnanê dike. Ji bilî şerê ku ew ji
dêvla Şam û Tehranê li dijî Israîlê bi rêve
dibe,ku bi sedan lobnanî heta niha bûne qurbanî,
ew doza berxwedanê li gelê Lobnanê jî dike.
Aliyên siyasî yên Lobnanê jî hemû ji hev belav
in. Serokê Durziyên Lobanê welîd Canpolat eşker
got, ev şer şerê Şam û Tehranê li Beyrûtê ye û
tu sûda Lobnanê tê de nîn e. Hêzên xirstyanan jî
heman helwestê digrin…
Hizbulah biryara şer ji Şam û Tehranê wergirt û
şerê ku divyabû Şam li himberî Israîlê bike, da
ku 'Golanê' vegerîne û Tehran jî li himberî DYA
û Rojava bike, da ku programê Nuklerê biparêze,
Hizbulahê kir û Lobanan kir qada şerekî mezin û
demdirêj.
Ev yek jî dê gelê Lobanê li derdora Hizbulahê
bide aliyekî û derbeyek siyasî, tevî ya eskerî,
li projeyê vê rêxistinê bixe…
tariqhemo@hotmail.com
Ev nivîs di rojnameya Yeni Ozgurpolitika yê de
hatiye belav kirin.
|
|