Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Ji nalenala Ferat felat nîn e
Şengül Oğur


Di çemê demê di navbera van bijankan de
çend jiyan şax dan
bûn dêlî
û mîna pelên zer weşiyan
ji çeqlê dara jiyana min?!

çend berbangan soriya xwe ya xemgîr
di ezmanê zimanê çavê min de kolan?!

kolanên kovanbar goristanên bêkêl in
nîn e awêneya min ku zarokên min li kenê xwe meyzeke
nîn e baskê cestê min ku bilind bifire
nîn in guhên ku newayên xwe bidim hisandin

di zeviyek ziwa de zengarî ye
zêmara zengila zivinga dilê min
ji nalenala ferat felat nîn e!


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE