Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve  HRKRD  serokekî nû ji bo xwe hildibijêre û hewldana nûkirin û geşkirina kar û xebata xwe dike

Daxwiyanî
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve ( HRKRD )


Roja 08.07.2006 her sê komîteyên HRKRD ( Kargêr, Ragihandin, û Mewdanî ) civînek hevbeş li Almaniya, bajarê Hannoverê li darxistin.
Di civînê de bi berpirsiyarî û bi giyanekî bilind û bi têgeheke demoqrat û têgihiştî, li ser rewşa HRKRD hate guftûgokirin.
Li ser çalakkirina HRKRD û bi serîbirina pirojeyên wê yên çandî û pirsgirêka ziman û çalakkirina ragihandinê li hev kirin.
Hemû andamên ku amedeyî civînê bûbûn bi berferehî û kûranî li ser rewşa serokê HRKRD ku ew li derveyî sînorên kar û çalekiyan dimîne û astengiyên wî ji bo dan û standinê bi kar û xabata komîtan re gengeşî hate kirin û her wiha rewşa cîgirê serok yê ku ji erkê wî bû ku ew bi kar û barê hevgirtinê rabe û serkêşiyê bike, lê ji bo taybetmendiya rewşa wî, nikarîbû bi wê rolê rabe û xwe ji kar da alî. Ji bo vê rewşê endamên komîteyan gîhan van biriyarên li jêr:

1-pejirandina daxweza rawestinê ya serokê HRKRD wênekêşê birêz Fuad Gemo û hilbijartina helbestvan birêz Nezîr Palo serokê nuh ji bo HRKRD.

2-pejirandina xwevekişandina cîgirê serok ji karê komîteya kargêr, kerîketorîstê birêz Inayet Dîko.
Wiha andamên komîteya kargêr ji van andamên birêz pêktê: Nezîr Palo, Bêwar Dêrşewî, Ebdilbaqî Huseynî, Fuad Gemo, Tariq Hemo, û Ehmedê Huseynî.

3-ji bo karê cîgirê serok bi rêz Tariq Hemo hate hilbijartun û du kes alîkar ji bo serokê HRKRD( Selîm Biçûk û Reşîd Heso ).

4-çalakkirin û bizavkirina pirojeya HRKRD ji bo zimên bi giştî, ya girêdayî bi sala zimanê Kurdî ve û bilezkirin û kutakirina çalakiya 100,000 îmze.

5-balkişandinek pirtir ji bo kovara ORKÊŞ, him form û him mijar û hindir û dîtina
şeweyekî nuh ji balavkirin û firotina wê re û girêdanek teqeztir bi xwendevan û
nivîskarên wê re.

6-pirtirîn balkişandina ji bo malpera ROJAVA.NET û nuhkirina rola wê û bi çalakkirina rola wê ya çandî û rojnamegerî. Ji bo vê yekê birêz Selîm Biçûk hate helbijartin ku komek ji çalakvanan bîne serhev ku bi wî re alîkar bin û xebata xwe bi berpirsiyariyek rojnamegerî bi rêve bibin.

Komîteya Kargêr
Ya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
08.07.2006
Hannover - Almaniya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE